Têmûrê Xelîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Robot: Biguherîne Kategorî:Nivîskarên Kurd
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 3:
== Jînenîgarî ==
'''Têmûrê Xelîl''', sala [[1949]]a li paytexta [[Ermenîstan]]ê, li bajarê [[Rewan]]ê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta [[fîzîk]]-[[matêmatîk]], sê salan (1974-1977) li gundê kurda – [[Sîpanê]] dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnama kurdî ya “[[Rya teze]]” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çandê. Di salên 1981-1984an da [[rêdaktor]]ê [[radyoya kurdî ya Yêrêvanê]] bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “[[Golos kurda]]” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi seda gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû [[kovar]] û rojnamên [[kurdî]] yên bi nav û deng, ku li Ewrûpayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne. Di nav wan da hevpeyvînên bi [[Cegerxwîn]], [[Qanatê Kurdo]] û [[Ebdurehman Qasimlo]] jî hene.
Têmûrê Xelîl çend sala endamê komîtêya [[Komela Xwendkarên Kurd]] bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya [[Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê]]. Ew endamê YekîtîyaYekîtiya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “[[Kurmancî]]” ya [[Înstîtûya Kurdî ya Parîsê]] ye, endamê redaksyona kovara “[[Roja Nû]]” bû.
Çend sitranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (li ser [[Mele Mistefa Barzanî]]), “Milkê kurdî” û yên din.
Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyaserpêhatiya ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Wî herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8a – “Aştî” nivîsîye, (em wê jî bêjin, ku ra tevayî [[Ferhenga ûrisî-kurmancî|ferhenga “Rûsî-kurdî”]] ya [[Î. Farîzov]] kirine “Tirkî-kurdî”.
Bavê wî – [[Xelîlê Çaçan]] 24 salan (1957-1981) serokatîyaserokatiya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – [[Eznîva Reşîd]] 27 salan (ji destpêkê: [[1955]]'an heta [[1982]]'an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyêrojnamegeriyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê, beşa sosîonomîyêsosîonomiyê xilaz kirîye û niha di beledîyabelediya Stockholmê da wek sosîonom kar dike. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurda di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine.
Têmûrê Xelîl niha li [[Swêd]] dimîne, lê ji meha adarê sala 2008an derbazî Moskvayê bûye û di radyoya kurdî ya DENGÊ RÛSÎYAYÊ da kar dike.
 
Rêz 12:
Heta niha Têmûrê Xelîl heşt pirtûk ji zimanê rûsî wergerandine kurdî.
 
* 1. "Kurdên TirkîyêTirkiyê di dema nû û here nû da" (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994a li Bêlçîkayê, ji alîyêaliyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.
* 2. "Pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999a di nav weşanên "Roja Nû" da çap bû.
* 3. "Împêrîyalîzm û pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û di weşanên "Roja Nû" da çap bû.
* 4. "Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û TirkîyêTirkiyê ra", ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.
* 5. "Kurdistana nû", 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.
* 6. "Tevgera kurda", ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û APECê çap bike.
Rêz 24:
 
== Berhemên din ==
Têmûrê Xelîl deh pirtûk jî bi herdu keçên xwe - Mîdîayê û Dîdarê ra - tevayî ji [[tîpên kîrîlî]] û [[latînîyalatîniya kurdên Ermenîstanê]] wergerandine ser tîpên kurdîyakurdiya latînî ya niha:
 
 
* 9). "Mesele û metelokên cimaeta kurda", 800 rûpel ya ku HecîyêHeciyê Cindî berev kiribûn.
* 10). "Şaxêd Rostemê Zale kurdî", 400 rûpel, ya ku HecîyêHeciyê Cindî veçêkirîye.
* 11). "Folklora Kurmanca" ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latînîyalatîniya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdîyakurdiya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û HecîyêHeciyê Cindî ne.
* 12, 13, 14, 15, 16) Pênc cildên "Hikyatêd cimaeta kurdîyê", 1300 rûpel, ku HecîyêHeciyê Cindî berev kirine.
* 17. "Folklora kurmancîyê" ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye.
* 18). ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê“, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.
 
== Kesên din li ser Têmûrê Xelîl ==
Di hejmara kovara ”Roja Nû” ya 100î da leca kurteçîrokan hatibû derbazkirinê. Yek ji wan kurteçîrokan ya Têmûrê Xelîl bû. Di hejmara dû wê ra endamekî jyûrîyajyûriya qîmetkirina kurteçîrokan Mazhar Kara, ku cîyêciyê pêşin dabû kurteçîroka Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”Dilê germ, serê sar…”, awa nivîsî: ”Dilê germ, serê sar…” ji alîyêaliyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîyakurdiya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kanîyakaniya, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyêpsîkolojiyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyêruhciwantiyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.
 
== Girêdanên derve ==