Kelhesen: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 8:
 
 
Ji ber di destê me de tam dukoman tunene, tenê li gor gotinan û hinek jî ji arşîvên ku heta niha ji aliyê lêkolînerên ewropîyanewropiyan ve hatine kirin, em dikarin bêjin ku li Anatoliyê kurd di dawiya sedsala 15an de hatine. Piraniya wan li derûdora Ankarê bi cih bûne. Gundê Kelhasan jî di sedsala 17an de hatiye avakirin.
Tê gotin ku malbata Kelhasan ji derûdora Adiyamanê hatiye. Berê hatine Yunaxê, li Serî Golê mane. Dûre di navbera Kelhasan(Hesgurr) û birayê xwe de dubendîtî destpêdike, Kelhasan tê li bakûrê Kelhesen ciyê ku îro jê ra dibên Çalê malê Avê, konê xwe datîne. Li ciyê ku îro Belediya Kelhasan li ava bûye, mala Hecî Temo dibane. Ev li wir bardikin, Kelhasan tê li wir bicîh dibe. Piştî demekê malbata Hecî Temo bi paşte vedigerin tên li Kelhasan dimînin.
Xwerziyê Kelhasan Hewsên jî durê tê li ba xalê xwe dimîne. Kelhasan keça xwe ya bi navê Kurdê dide Hewsên. Îro gundê ku jêra bi tirkî dibên Turanlar(Hewsên) li ser wî hatiye avakirin. Tê gotin ku navê Kelhasan yê kurdî Hesgurr buyê. Gurr nexwşiyek ku porê însên diweşe û Kelhasan jî bi vê nexwşiya dikeve û porê xwe diveşe. Wê demê bi kurdî jê ra Hesgurr dihatiye gotin. Ji ber vê jî bi tirkî Kelhasan bi nav kirine. Wek piranîyapiraniya gundên kurdan, navê vî gundî jî bi tirkî Kelhasan hatiye lêkirin. Malên ku îro li gund jê ra dibên; mala Sado, Lawîka û mala Hecî Alo giştik ji malbata Kelhasan in. KurmancîyaKurmanciya ku li Kelhasan tê deng kirin nêzî kurmanciya Adiyaman, Urfa û Diyarbekirê ye. Belediya Kelhasan girêdayî Cihanbeyliyê ye. Ji Cihanbeyliyê 42 km dûr e. Li bakûrê rojavayê Cihanbeyliyê dikeve. Bi gundên Yunak, Kulu, Heymanê û Polatliyê re cîran e. Gundên herî nêzik, Bêşqevaxa Mezin, Qendîl, Hecî Omera, Xirave, Kavişoxlu, Gundê Xofê, Kadioxlu, Boyali, Oniska, Boxrîdelik(Tetera), Hecîlera, gundî Buldux û Yenîceobe ne. Taybetmendiya gundê Kelhasan, li gor gundên din ên Anatoliya Navîn ev e; gund ji eşirek an jî ji du eşîran pêk nehatiye. Ji 30î zêdetir malbatên ku ji her aliyê Kurdistanê û eşîran ve hatine bi cîh bûne. Kelhasanî wek Canbegî tên naskirin. Lê ev nê vê maneyê ku hemû Kelhasanî Canbegî ne. Herçiqas rastiya gund ev be jî îro piraniya gundîyêngundiyên ji Kelhasan xwe wek Canbegî dizanin!
 
 
Ji ber gund ji eşîr û malbatên cihê cihê pêk hatiye, dem dem di navbera malbatan de hinek bûyerên nexweş rûdane û ji ber vê yekê jî navê kelhasaniya li gundên cîran wek bi şerrûdî derketiye. Helbet ev nexweşîyênnexweşiyên ku bûne ne tenê ji mesela eşîretiyê, bi ya min sebeba herî mezin ji cehaletiyê rûdane. Nifşê nû(neslê nû) hêdî xwenda û xwedî tercûbeyên dewlemend in. Hêdî eşîrtî û malbatî li paş xwe hiştine. Hemû xwe Kelhasanî dizanin. Li gund û zimanê xwe dixwazin xwedî derkevin. Kelhasan heta 1992 an vek muxtari dihat îdare kirin. 1992 an de bû belediye. Serokatiya belediyê heta 1999an ji aliyê Ali Ceran ve hat meşandin. 1999an Mustafa Kargöz bûye serok. Piştî kuştina Mustafa Karagöz, Abdullah Bozkır heta 2004an serokatiya belediyê kiriye. Ji 2004an vir de jî Resul Kara serokatiya belediyê dimeşîne. Di hilbijartina 2004an de dengên partiyên siyasî weng bû; Partî hejmara denga ji sedî %
AKP 260 44,27
DYP 195 30,95
CHP 175 27,78
Yen din 0 0
Hejmara yên xwedî deng 854 bûn. Ên ku dengê xwe dane ji sedî 73,77 in. Nifûsa Kelhasan li gor hejmartina giştî "genel sayim" a 2000î 2533 ye. Li gor rêvebirên belediyê, du kat ji wan jî li derweyî Kelhasan dimînin. Yanî meriv dikare bêje tahmînî hejmara KelhesenîyaKelheseniya li ser hev 7500 e. Ji 1968an vir ve goçberiya Almanya û Danmarkê destpêkiriye. Li welatên Ewropa; Almanya, Danmark, Swîsre, Swêd, Finlandiya, Norveç, Îtalya, Avusturya, Belçika û Fransayê bi cîh bune. Îro li Danmarkê êdî neslî sisêya dijî! Ji sedî 70 Kelhasanî li derveyî gund dijîn. Piraniya wan jî li Danmark in. Dîsan hejmareke zêde ji ber xwendin an ticaretê barkiririne Qonyê. Ji neslê nû hema hema meriv dikarê bêje ji sedî 90î derketine welatên Ewropa. Li gund mekteba destpêkê(ilkokul) û liseyek heye. Ji ber neslê nû her bi hayalên derketina welatên Ewropa dijîn, xort û civanên ku li universitê dixwînin pir kêm in. Herciqas xwesteka xwendina zarokan bilind be jî, ji ber rewşa aborî meyla ciwana her berbi welatên Ewropa ve ye. Di van salên dawî de hejmara kesên li universitê dixwînin hinek zêde bûne.
 
Rewşa aborî Li gor agahdariyên belediyê, rewşa belediya Kelhasan di warê aborî de baş e. Belediyê tu deynên xwe tunene. Perê ku ji İller Bankasi ku li gor hejmara rûniştîyênrûniştiyên li gund(nifusa belediyê) tên, têrî 6 memûr û 5 karkeran û mesrefên din dike. Problema herî mezin rîyênriyên belediyê ne. Ji ber di despêkê de avahîyên/xaniyên li gund, bê plan hatine çêkirin, aniha jî xirakirina van xaniyana problema gund a herî mezin e. Ji ber vê jî serokê belediyê yî duyemîn, Mustafa Karagöz 1999an de bû qurbaniyê vê!... Problemeka din a mezin jî bêkarî ye!... Wek piranîyapiraniya gundên Kulu û Cihanbeylîye, aboriya Kelhasan jî li ser çandinî û xwedîkirina pêz e. Çandinî bi piranî ce û genim e. Aboriya gund ji sedî 70î li ser însanên li welatên Ewropa dijîn, e. Xortên ku li gund mane jî dewara xwe bi nakliye û çandinîyêçandiniyê ve dimeşînin.
 
 
Yayla malê Şilik û Hewsên (Turana) Kelhasan xwedî arazî û erdê çandinîyeke mezin e. Heta 1956an Kelhasan, Turana û Korkmeza giştik li ser hev bi gund (Kişlê) ve girêdayî bûn. Turana 1956an de ji gund veqetiya bi yayla Korkmeza ve bi serê xwe bun muxtariyet. Korkmeza jî di 1992an de ji Turana veqetîn û bi serê xwe bûn muxtariyet. Ji ber pireşîrî û mezinîyameziniya gund piraniya malbatên mezin bi serê xwe bibun xwedî zozana(yayla). Jiber hem xwedîkirina pez û dewarên xwe û hem jî nêzî erdên xwe, ji xwe re zozan an gom ava dikirin. A niha li piraniya van zozanana xaniyên modern hatine avakirin. Herçiqas piraniya van li bajarên wek Qonya û Ankarê an li welatên Ewropa jî dimînin, li havînan tên ser zozanên xwe. Ew warên ku berê ji bo dewara malê dihatin bi karanîn niha bûne wek havîngeh!