Celadet Alî Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Robot: Biguherîne Kategorî:Nivîskarên Kurd
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 38:
 
Mîr Celadet piştî dawîkirina zanîngeha hiqûqê bêyî ku doktoraya xwe temam bike hate Qahîre ya Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşega mirinê bû. Piştî mirina bavê xwe çû Beyrûtê û li wir bicîh bû.
Di van rojan da, li SûrîyêSûriyê û Beyrûtê gelek rewşenbîrên Kurd civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîdî careka din berê xwe dabû rewsenbîrên Kurdan. Yên ku ji ber kêra wan filitîbûn, berê xwe dabûn binxetê.
 
Celadet piştî ku hate Beyrûtê ket nava tevgera welatparêzên Kurd. Di vê navberê da, hewldanên damezrandina rêxistineka neteweyî jî destpêkiribû.
Rêz 48:
Bi vê armancê Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî suwarên Kurd êriş birin ser qereqolên Tirkan.
 
Lê ji ber ku ew negihiştin armancên xwe, Celadet berê xwe da Çiyayê Araratê û tevî serhildêrên Serhedê bû. Li dûmahîyêdûmahiyê, ev serhildan jî têkçû û wî tevî Ihsan Nûrî Paşayî xwe avêt Îranê.
 
Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlewî xwest wî bi hin bertîlan ji tevgera Kurdan dûr bike û li devereka cîhanê jê ra konsolosiya Îranê pêşniyaz kir. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew her wê demê ji Iranê hate derxistin. Piştî Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê ma. Lê Inglîzan nexwest ew li Îraqê bimîne û rê li wî tengkir. Ew careka din jî bi neçarî zivirî SûrîyêSûriyê û li Kurdistana rojava xebata xwe meşand.
 
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşayan, Hemzeyê Muksî û Haco Axa bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezrand. Armanca wan ew bû alikariya Kurdên ku ji bakûr revîbûn bikin. SûrîyêSûriyê wê demê di bin dagirkeriya Fransayê da bû û têkiliyên Fransî û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zixtên Tirkan, Fransiyan jî nedixwest ew li Kurdistanê bimîne. Li Tebaxa sala 1930ê tevî rewşenbîr û serhildêrên Kurd ên din bi zorê li Şamê hate bicîhkirin.
 
Xebatên siyasî ên bêencam û dorpêçana dewletên serdest berê Celadetî dabû rêyeka din. Rewşa herêmê jî êdî dest nedida ku Kurd ji bo hevkariyê dewleteka alîgir bibînin an jî serhildaneka neteweyî birêbixin. Hin sedemên din jî ku Celadet her bi rewşeka nû ve dehf dabûn, rewşa navxweyî ya Kurdan bû. Di nav Kurdan da xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelek kêm bû. Li dûmahiyê, ew gehişt bû wê baweriyê ku ji bo şiyarkirina Kurdan divê karê rewşenbîrî bike û biryara xwe da.
Rêz 58:
Li rojên sirgûniya Şamê Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina elfûbêyeka Kurdî kir. Celadet ji bilî Kurdî bi zimanên Tirki, Erebî, Farisî, Frensî, Rûsî, Yûnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadetî, ew li encama muqayeseya gelek ziman û elfûbêyan gihişt hindê ku elfabeya Latînî dikaribû berî li nivîsîna Kurdî vebike. Ji xwe ew ji sala 1919ê ve xwedî vê baweriyê bû û li Almanyayê li ser etîmolojiyê jî xebitîbû.
 
Helbet, ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek ji wî ra lazim bû. Li sala 1931ê ji dewleta Fransî destûr girt ku li SûrîyêSûriyê kovarekê derbixe.