Cudahiya di navbera guhertoyên "Anton Çexov" de

3 bayt hatine jêbirin ,  berî 9 salan
B
îy → iy
B (r2.7.1) (robot guhêrandin: kk:Антон Павлович Чехов)
B (îy → iy)
Herweha dibistana Yewnanî û şagirtiya dikana bavê wî, ji bo Çêxov dibe karekî rojane û dikeve ser milêwî. Ev dibistana ku Çêxov diçiyê, meriv dikare bi çîrokek wî têbigêhîjea ku ji odeyekê pêk tê û bi mamosteyekî naşî ye. Awayê hîmdayinê jî bi repikirin û çokirinê ye. Di malê de haya diya Çêxov jê heye ku Çêxov bi ser nakeve. Ji ber serhişkiya bavê xwe jî, Çêxov ji bêgavî diçe vê dibistanê û tê. Lê piştî demekê bavê wî jî tê digihîje ku Çêxov bi ser nakeve. Di sala 1868 de wî ji dibistana Yewnanî derdixîne û dişîne amadeyiya Taganrogê Ji ber barxwariya karê xwe, bavê Çêxov di sala 1876 de mala xwe koçî Moskvayê dike. Ji bo xatirê xwendina xwe, Çêxov li Taganrogê bi tena serê xwe dimîne. Herweha heta derekê Çêxov ji şagirtiya dikanê jî û ji çûyina dêrê jî difilite.
 
Ji bo ku jiyana xwe ya aborî bidomîne, hêj di van salên xwe yên ciwanîyêciwaniyê de, bi jiyanê ve destpelikî hev dibe. Û ev berxwedana wîjî di van salan de jê re dibe sedem ku bi çavekî rexnegîr jiyana tal û tûj, dijwar û çetin ji hev derxîne û bi awayekî li hember rabeste. Di nav dersên xwe de Çêxov ji zimanê ûrisî û edebiyatê hez dike. Ji bilî vi ya jî dildariya wî ya herî mezin jî temaşa tiyatroyê ye.
 
[[Wêne:Assumption Cathedral.jpg|thumb|right|200px|Qatedrala [[Taganrog]]ê (li Rûsya), cihê ku Anton Çexov di 10a Sebatê ya 1860an de hat vaftîz kirin]]
[[Wêne:ChekhovTomb.jpg|thumb|200px|Tirba Anton Çexov, (Moskova)]]
=== Mirina wî ===
Herweha nexweşiya Çêxov ji nû ve lê diazire û piştî mehekê bi hevalbenda xwe ya Olgayê re diçe Ewrûpayê. Li ser merzê [[Swîsrê]] û [[Almanya|Almanyayê]], li bajarê Badenweîlerê bi cî dibe. Di çend rojên pêşîn de, rewşa nexweşiya wî parîkî ber bi başiyê diçe. Lê di 29ê hezîrana sala l904 de nexweşiya wî dîsa ji nişka ve lê diazire û di 2 yê tîrmeha 1904 de serê xwe datîne. Cendekê Çêxov, li Moskvayê di goristana Novo-DîvîçîyêDîvîçiyê de tê binaxkirin.
 
Piştî mirina wî, di 12ê tîrmeha sala 1908 de, eleman li bajarê Badenweöerê beryadekî wî dadiçikînin. Lê di destpêka şerê Cihana Yekemîn de, di sala 1914 de, ev beryadê wî dîsa bi destê elemanan tê şikandin û belavkirin.
Ji xwe dema meriv Çêxov û niviskarên din bidin ber hev, cudayiyek gelek mezin û girîng ber bi çavên meriv dikeve ku; Çêxov hertim alîyekî fikirkirinê ji xwendevan re hiştiye. Li ser vê yekê jî ew bi xwe weha dibêje: «Dema ez dinivisim, bi her awayî bi xwendevan bawer im. Lewra ez wer dizanim ku xwendevan ê bi xwe wê valayiya di çfrokê de dagirê.» Heta ku ji dest Çêxov hatiye, kurt û hindik nivisiye û bi wan gelek tişt dane xuyakirin. Wî ev yeka ji xwe re kiriye xwîyekî hunermendî û heta dawiyê jî domandiye û bi vî awayê xwe jî nav û deng daye.
 
Di vî warî de di sala 1889 de ji birayê xwe î Aleksander re nameyekê dişîne û tê de weha dibêje: «Kurtî û vekirîtî xwenga serketinê ye.» Û dîsa di wê salê de ji bo Gorkî nameyekê dişîne û tê de dîtinên xwe weha dide xuyakirin: «Di serastkirina destnivisarên xwe de, heta ku ji dest we tê, bikin ku xemil û rengdêrên zêde ji nav derxînin! Serqisê ku ez bibêjim: -Merivek li ser gîyangiyan rûnişt.- herkesê viya fahm bike. Lê ku ez bibêjim: -Merivekîbejindirêj û rîsor, bi tirs û xof li dor xwe nêhirî û hêdî hêdî li ser gîyayên şîn û çilmisî rûnişt.- ew ê tu kesek di cara pêşîn de tênegêhîje." Di xwendina çfrokên Çêxov de pirî caran meriv berê nizane ku çîrokê ji kuderê dest pê kiriye, û di dawiya pirî çfrokan de jî meriv dibê qeyê niviskar ji nivisîha çîroka xwe westiyaye û nîvçe hiştiye. Lê di bingehê vê rastiyê de, dîsa tê fahmkirin ku Çêxov ev jî bi zanistî û awayê hunera xwe wusa kiriye. Li ser vê yekê jî weha dibêje Çêxov: «Ji bo nivisîna çîrokek baş, destpêk û dawiya çfroka xwe bavêjin.» Ango dixwaze bibêje ku ne hewceye meriv ji serî heta dawiyê çfrokê wek girêbendekê an weke protokolekê binivise. Bi qasî ku ne hewce ye, ewqas jî tiştekî bê mane ye.
 
=== Yûrî Bondirêv derheqê wî ===
35.680

guherandin