Cewadê Merwanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Liesel (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 212.156.187.180 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Liesel
Rêz 1:
'''Cewad Merwanî''' hunermendekî kurd e.
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
 
Cewad Merwanî di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê(Silîva) di nava malbateke hunerhez û Kurdperwer de hat dinê. Cewad xwîndina xwe ya destpêk û navemdî li xwîndingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di [[Zanîngeha Dîclê]] de fakûlteya perwedeyê ji bo mamostatiyê xwînd. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka Kurdî neçar ma ku dev ji xwîndinê berde. Ji ber ku ew zû pêhesîya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin.
 
Evîna Cewad ya ji bo muzîka Kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna [[M. Arifê Cizîrî]], [[Meryem Xan]], [[Kawîs Axa]], [[Husêyinê Faro]], [[Hesenê Cizîrî]], [[Nesrîn Şêrwan]], [[Karapêtê Xaço]] û ...hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Cewad ji bona ku di nava deriya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevanîyê bike, bi dilekî xweş beşdarîyê di dewat û şahîyên gel de dike. Bavê Cewad (nemir Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mêimarîyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahîyên olî û der û dîwarên mizgeft û xanîyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgarîyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwedîyên hunerekê ku di xizmeta gelê Kurd de be. Cewad di bin teisîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe. Lê carna desthilatdarîya adet û orfên civaka feodalîzimê li ser rêya wan kelem derdixistin û nedihişt ku di vê rê de li gor xwestekên dilê xwe pêş bikevin. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkîyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji alîyê radyoya Diyarbekirê hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelat kirin û demekê jî di radyôya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkarîya karbidestên radyôyê di konservatora bajarê Izmîrê de mijûlî xwîndinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê Kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyôyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakîyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê( Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gortir dibû û zimanê Kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi Kurdî distirî. Herwiha ji hunermendên ku bi esla xwe Kurd bûn û bi Kurdî nedistirîn dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbazîyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran rû bi rû ma. Di sala 1989´an Cewad ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredarîya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakîyên siyasî li girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebetê xwe yê Kurdayetîyê de bi îsrar bû; du caran ji alîyê Kontorgerîla ve rastî hêrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetir ji heşt salan ceza zindanê jêre hatibû diyarkirin, neçarma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê [[Sûrîyê]] ma di dawîya sala 1992an de hat Ewropa û ji wê demê heya roja îro di akademîya çand û hunera Kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne.
 
Cewad Merwanî heya niha albumeke xwe ya bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkirîye. Herwiha di [[Orkêstra Senfoniya Kurdî]] de jî bi xwîndina strana [[Derwêşê Evdî]] beşdarî kiriye.
 
“DEM” albuma Cewad ya duyemîne ku bêgoman di vê serdemê de berhemekî dewlemende.
 
Cewad di pêşerojê de yê li ser çend berhemên folklorîk(kasêt û CD) û komîserhev kirina stranên Kurdî yên resen(pirtûk) jî bixebeite. Em tev bi dilxweşî li benda xebat û berhemên hozanê xwe yê dengxweş Cewad Merwanî ne.
 
Mîr Muzîk
 
[[Category:Hunermend]]