Riya Teze (rojname): Ferqa di neqeba guhartoyan de

6 bayt hatine jêbirin ,  berî 10 salan
B
îy → iy
No edit summary
B (îy → iy)
'''Riya Teze''' (carina wek [[Rya Teze]] tê nivîsandin) yekemîn rojnameya kurdî ye ku bi [[tîpên latînî]] hatiye çap kirin. Riya Teze di [[1'ê avrêlê|1'ê avrêla]] sala [[1930]]'î de li [[Sovyetistan]]ê bi alfabeya kurdî ya [[Alfabeya Şemo-Marogûlov|Şemo-Marogûlov]] ku di sala [[1928]]'a de bi biryara dewleta [[Sovyeta berê]] hatibû amade kirin, dest bi weşana xwe kir û destpêkê heftê du caran bi çar rûpelan derdiket. Bi vî awayî Riya Teze beriya kovara [[Hawar]] dest bi weşana kurdî bi tîpên latînî kir û rojnama kurdî ya herî jîyandirêj e li cihanê.
 
Riya Teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala [[1992]]'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê [[kurdên Ermenistanê]] ye. Riya Teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji alîyêaliyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya [[Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê]], parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Riya Teze li Ermenistanê yek ji çar rojnamên sereke bû.
 
Di salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyarîyaberpirsyariya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[Heciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.
 
Riya Teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojnameyê de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Têmûrê Xelîl, Tîtal Mûradov, ElîyêEliyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Rizganê Cango, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Emerîkê Serdar, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe. Niha berpirsyarên rojnamê Grîşayê Memê û cîgir jî Rizganê Cango ye.
 
Rewşa rojnameyê piştî hilweşîna Sovyet pir giran e. Hinek dezgeh û welatparêzên kurd di hêla aborî da piştgirîyapiştgiriya wê kirin. Wek Înstîtûta Kurdî li Parîsê, bi taybetî jî serokê wê Kendal Nezan, Borîs û Mêlsîkê Mehmed, ku birayên hev in, Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê bi serokatîyaserokatiya Derwêş Ferho. Niha jî welatparêzekî kurd Gîno Lobaro bi ciddî sponsorîyasponsoriya rojnameyê dike.
 
== Çavkanî ==
37.186

guhartin