Muhemmed Emînê Heyderî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 3:
[[Wêne:Heyderî.JPG|thumb|Mihemed Emînê Heyderî]]
 
Bavê wî alim û şair ê bi nav [[Edîb Melle Ahmedê Heyderî]] ye. Melle Ahmedê Heyderî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê ji eşîra Asiyane. Li gor kesên ku di dema wî de jîyane, Melle Ahmed di edebiyat û ilmê tasawufê da û di ş’ir a diwanê da alimekî şareza ye. Melle Ahmed xwedî berhemên bi kurmancî, wek ''Dîwana Qasîde'', ''Dîwana Aqîde-î Îman'', ''Dîwana Munacata Heyderî'' û Pirtukek li ser astrolojî "feylosofî" psikolojî ye. Melle Ahmed piştî [[şerê cîhanî yê yekemîn]], bi Sediqa ya keça seyda yê xwe Melle ElîyêEliyê Koçerê Hevêdî re dizewice û ji vê zewacê Seydayê Muhammed Emîn El Heyderî tê dinê.
 
Seyda dersên xwe yên ilmî cara pêşîn ji bavê xwe digre û di 7 salîyasaliya xwe de Kur’an ê xitm dike.
Piştî bavê wî di sala [[1937]]’a da wefat dike diya wî ew dişîne [[medrese]]ya Şêx Ehmedê [[Xeznewî]]. Li ba Şex Ehmedê [[Xeznewî]] û li medrese yên din ilmên dînî û tassawufê dixwûne. Şêx Mahsumê Xeznewi, Şêx Aladdinê Xeznewi, Şêx Abdulrezak ê Helêla û Şêx Abdulletif ê Dâlini çend ji seyda yên wî ne. Destûr a xwe ya ilmî ji xelîfê Şêx Ehmedê Xeznewi, Şêx Abdurrezak ê Helêla digre.
 
Medrese ya Şêx Ehmedê [[Xeznewî]] di jîyanjiyan a seyda da cihek girîng digre. Piştî temamkirina xwendina xwe ji li wir dimîne û muderrîsî dike. Bi vê awayê bi rîyariya hevdudîtin ên bi alimê hemdemê xwe ra xe pêşve dibe û ji her tiştî girîngtir dibe xwedî dîtineke mutassawuf. Ev dîtina mutassawuf di hemî jiyana wî da jê re buyê wek rêber.
 
Ji bilî xebatên xwe yên li medresa Şêx Ehmedê [[Xeznewi]], Seyda li gundên wek Kelehê, Bawernê, Tinatê, Qestelunê, Salika, Girbeşkê mella ti kirîye. Ji sala 1982’a ta wefata xwe (2003) li gundê Bereketê yê Farqînê runiştî ye.
 
Li gundên ku lê mellatî kirîye her medresê û feqî yên seyda hebûne. Ji 15 salîyasaliya xwe taa wefata xwe Seyda tu car bê feqî û şagirt nemaye û ew qet navber nedaye hînbûn û hînkirinê. Bi deh hezaran şagirt di ber tedrîsa wî de derbas bûne.
 
Di ilmên mutasawuf da gelek alim perwerde kirî ye û gelek alim destur a xwe (îcaze) ji ewî girtine. Seyda di hemû jîyana xwe da dev ji irşad, teblix, niqaş û şêwr ê berneda ye.
Rêz 18:
Seyda pisporê ilmên Îslamî yên wek [[tefsîr]], [[hadîs]], [[fiqih]], [[eqaîd]], [[sîyer]], [[tecwîd]], serf-nehûw, beyan, mantiq, munazara, belaxat, [[tesewûf]], menaqib, rical, dirokê bu û di van ilman de wek otorîtek serta dihat naskirin. Ji bavê xwe felekiyet û aritmetikê hîn bûbû. Ji bilî [[Kurmancî]] ku zimanê wî yê zikmakî bu bi [[erebî]], [[farisî]] û [[tirkî]] ji pir baş dizani bu.
 
Seyda di xebatên xwe yî di rîyariya Xwedê û gel de her di nav gel ê xwe de maye. Tevî ku gelek caran lê teklîfên karên wek [[muftî]]tî, [[Waîzî]] û rayedarîyarayedariya dibistanên [[Quran]]ê jî hatine kirin, ew yek ji wan qebul nekirî ye û evan karan wek astengî di rîyariya xebatên xwe de dîtîye û xebatên xwe yên îrşadê her di nav gel, şagirt û murîd ên xwe de domandîye. Her weha bi hezaran kes li ber destên wî hidayet bune û çareserî ya derdên xwe yên manewî û dinyewî li ba wî dîtine. Seyda her di nav gel da bu ye û bi rîyariya irşadê xwestîye ilm, aqil û exlaqê îslamî ji mirovên dora xe re bike murşîd û rêber.
 
JîyanJiyan a wî ya têr û tije bi zehmetî û tevger di 22 yê gulan a 2003’a da bi dawî buye û Seyda gihîştî ye heqî ya Xwedê.
 
Lê Seyda hîn jî di dilên hizkiryên xwe de bi ilmê xwe û rêç a xwe dijî.