Şirnex: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Pill (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.96.94.205 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
[[Wêne:WW Sirnex.jpg|thumb|Şirnex ji rojavayê, bi [[WorldWind]]]]
'''Şirnex''' bajarekî [[Botan|Botanê]] ye.
== Erdnîgarî û Sînorên Bajêr ==
 
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi [[Culemêrg]]ê ve, li bakur bi [[Sêrt|Sêrtê]] ve, li başûr bi [[Dêrik|Dêrika]] bin xetê û [[Zaxo]] ve li rojava jî bi [[Mêrdîn|Mêrdînê]] ve tê girêdan.
 
== Taybetiyên Erda Bajêr ==
 
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Pîvana zozan û deştan jî ji % 24,3 e. Li herêmê tene, nîsk, û tûtin tên çandin.
 
== Avhewa ==
 
Li heremê avhewayeke reşahiyê heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî pir sar û şil û şilope derbas dibe.
 
== Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr ==
 
*''Navend'' 68153
*''[[Elkê]] (Beytüşebap)'' 18621
*''[[Cizîr]] (Cizre)'' 74 852
*"[[Base]] (Güçlükonak)'' 6594
*''[[Hezex]] (İdil)'' 55058
*''[[Silopî]] (Silopi)'' 63 028''
*''Tevahiya nifûsa herêmê (tevî gundan)'' 316536 e.
Belde:
*[[Gundik]]
== Çiyayên Herêmê ==
 
[[Gabar]] (2838), [[Cûdî]] (2114m), [[Mirgomar]] (1807m),
Deşt, gelî û zozan: Li herêmê deşt û zozan ji ber çiyayîbûna heremê kêm in, lê ji ber ku li heremê pir çiya hene, geliyên mezin li herêmê hene. Wekî; geliyê Dicle, geliya Botan û hwd.
 
== Deştên Silopî û Cizîrê ==
 
Di navbera Silopî, Cizîr û [[Dêrik|Dêrika]] bin xetê de, di geliyê çemê Dîcle de ye. Dirêjbûna deştê 40 km û firehbûna wê jî 10 km ye.
 
== Çem û Gol ==
 
[[Botan]], [[Dîcle]] û [[Xabûr]] çemên herî mezin ên ku li herêmê diherêkin. Gol li herêmê tune ne.
 
== Dewlemendiya Binerdê ==
 
Li herêmê rijiya kevir, sifir, asfalt, û malzemeyên ji bo tuxla û kiremîtan jî ji bin erdê derdikevin.
 
== Babetên Heywanan ==
 
Li herêmê babetên teyrên kovî yên li çiya dijîn pir in; pezê kovî, qertel, kew, baz û qajik hinek ji wan in.
 
== Ol û Civak ==
 
Muslumantî piraniya nifûsê pêk tîne. Li gundên Elkê û Qilava hinek Xirîstiyan jî hene. Piraniya civakê ji kurdan pêk tê. Û li Elkê (Beytüşebap), Tirba Sê Birayan jî ji aliyê gel ve tê ziyaret kirin.
 
== Xwarênên herêmê ==
 
Keşkek û penêrê Sîrîkê xwarênên naskirî yên herêmê ne. Lazime meriv xwarne germ e tamxwes ji ji bir neke. Ser u pe, gutilik, serbidew, suryaz xwarnen hereme ye cihegiringin.
 
== Kincên heremê ==
 
[[Şal]] û [[şapik]] cilên herî naskirî ne ku li herêmê ji alî zilaman ve tên lixwekirin. Bi ser de jî îşligekî ku milên wî dirêj û nexşkirî (celehu) tê lixwekirin. Di lingan de goreyên ji hiriyê çêkirî û pêlavên ku jê re dibijin "reşik" tên lixwekirin.
 
Jinên herêmê [[fîstan|fîstanên]] hevrişim ê rengîn ku dibiriqin li xwe dikin. Şalwarekî fireh û goreyên ji hiriyê li xwe dikin. Kefî an jî pûşiyê didin serê xwe. Pêlavên lastîk an jî çaroxê jî li werdigirin.
 
Li heremê cilên modern jî, bi taybetî van salên dawî tê lixwekirin.
 
== Kronolojiya bajêr ==
 
=== Berî Îsa(Zayîn) ===
 
*''3000- 1300'' dema [[Hurî|Huriyan]]
*''1300 - 800'' dema [[Naîrî|Naîriyan]]
*''800 - 612'' dema [[Asûr|Asûriyan]]
*''612 - 550'' [[Imparatoriya Med]]
===Pishtî Îsa(Zayîn)===
*''641- 700'' dema [[Ereb|Ereban]]
*''927'' dema [[Bîzans|Bîzansiyan]]
*''1107'' dema [[Selçuk|Selçukiyan]]
*''1231'' dema [[Moxol|Moxolan]]
*''1514'' dema [[Osmanî|Osmaniyan]]
 
==Ciyên turîstîk, tarixî û gerê==
 
Li Cizîra Botan tirba [[Mem û Zîn]]ê, [[Medresa Sor]] taybetî ji alî gelê Kurd û turîtan ve tê ziyaretkirin
 
''(sipas ji kurdworld.com re)''
 
[[Category:Bajar]]
 
[[de:Şırnak (Provinz)]]
[[en:Şırnak Province]]
[[eo:Şırnak]]
[[es:Provincia de Şırnak]]
[[fr:Şırnak]]
[[tr:Şırnak (il)]]