'''Zîpik''', heb an perçeyên qeşayê ko ji hewa dibarin in.. Mezinahiya perçeyen cûda cûda ye. Dema mij an buxar li bilindahiyên ezman ji nişka ve dicemide ev perçeyên qeşayê (bûz) pêk tên.
Li jorê di nav ewran de carina dilopên [[baran]]ê diqerisin, dibin qeflayên wekî nokan û dibarin. Ji wan re dibêjin zîpik. Zîpik bêtir [[bihar]] û [[havîn]]an dibare. Ji zîpika libgir re dibêjin [[teyrok]]. Teyrok di dema tavên xurt û [[brûsk]]î de tên xwarê. Teyrok zerareke mezin didin sebze û mêweyên nû. Zîpika ku libên wê hûr in, jê re dibêjin gijlok an jî xilorîk.