Jan Axîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Zanistvan (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
Hunermendê kurd '''Jan Axîn''' di sala [[1973]]'an de li gundekî [[Batman]]'ê hatîye dinyayê. Ji biçukatîya xwe de muzîk, hest û remanên Kurdî di gîyanê wî de cihekî girîng girtin. Di muzîka Kurdî' de klasîkên mîna [[Mihemed Şêxo]], [[Tehsîn Tah]]a, [[Mehmed Arifê Cizrawî]] û [[Miradko]], li ser muzîka wî tesîr kirin. Ji biçûkatiya xwe de ji [[tembur]]ê hez kir û berhemên xwe bi tembura xwe afirand. Di sala [[1997]]' an de beşa perwerdehiyê xelas kir. Berî berhema xwe, di nava xebat û organîzasyonên muzîka Kurdî de cîh girt. Li ser vê bingeha xwurt muzîka xwe ava kir û bi muzîka nujen ya cîhanê neqişand.
 
Di muzîka cîhanê de jî li kom û kesên mîna [[Pink Floyd]], [[Gary Moore]], [[Nirvana]], [[Bon Jovi]] û kesên mîna wan guhdarî kir. Bîr û bawerîya wî eve ku muzîka Kurdî jî di nava muzîka cîhanê de êdî rola xwe bileyîze, ji ber ku muzîka Kurdî jî di keskesora vê cîhanê de rengekî taybet û bêhempa ye.
 
==Dîskografî ==
Kaseta hunermend ya bi navê "Bajar", ji productîona bi navê Ares'ê
derket. Ev kaset ji deh stranan pêk tê. Gotin û muzîkên neh stranan jî, ji
aliyê Jan Axîn ve hatiye amadekirin. Jan Axîn di berhema xwe de
enstrumanan bi tarza Rock bi kar aniye. Şêrîniya zimanê kurdî hîs kiriye û
berhemên xwe li ser vê bingehê afirandiye. Em dikarin wekî mînakek
binîşînin ku, helbesta Baba Tahîrê Uryan, ya bi navê "Delal", hezar sal
berê hatiye nivîsandin. Lê Jan Axîn, vê helbesta klasîk bi muzikek nûjen
biriqandiye. Wekî din cudatiya vê berhemê û taybetmendiya wê, ji
helbestên ku di naveroka vê kasetê de hatine bikaranîn tê. Helbesta
helbestvanê Frensî [[Louîs Aragon]], ya bi navê "Evîna bextewar tuneye" û ji
helbestvanê Yewnanî [[Konstantînos Kawafîs]], helbesta bi navê "Bajar", bi
melodiyên Kurdî hatine neqişandin û ev herdu stran, ji bo guhdarvanên
[[muzîka kurdî]] jî, wê rêgaheke nû vebike. Ji bo strana "Kerîm lawo
çekilmast" jî em dikarin bibêjin ku, di stranê de motîfên Rock, bi awayeke
bingeh hatiye bikaranîn. Melodî di nav muzîkê de hatiye mehandin. Û her
wiha stranên kasêtê, yên din jî, bi kirasê motîfên rock, li rihê gotin û
melodiyên kurdî kiriye. Bi taybet strana "Keçikê bimeş" bi melodiyên
kurdî yê otantîk, bes bi şêwazeke nu hatiye xwendin.
 
Di nava muzîka Kurdan de bi berhema xwe ya "Bajar", Jan Axîn
eke nû avêt û ew muzîkjenekî ku li dengê xwe yê wendayî digere.
 
[[Category:Hunermend|Axîn, Jan]]