Derwêş Serhedî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 49:
Di sala 1978an de Derwêş bi lêxistina temborê dest bi karê sazbendiyê kir. Piştî wê xwe hînî lêxistina mey û zirne jî kir. Lê di vê navê de karê herî balkêş ew bû ku Derwêş bi mey û qamîşên ku hostayên(çêkerên) Tirk li Tirkiyê çêdikirin, ti tama meya Kurdî têde nedidît. Ji ber ku dengê wê gelek dûrî miqam, stran û rûheyeta hunera Kurdî bû. Ne wek meya radyoya Rewanê( meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile) bû.
 
Derwêş hertim li pey hînbûnê bû û bi hesret bû ku rojekê ji nêzve hunermendên Kurd bibîne. Ber wê yekê Derwêş sala 1995an xwe gehand [[Ermenistan]] û Gurcistanê. Êdî ew gehiştibû miradê xwe. Yanî ji aliyekî ve amorên xwe kom dikir û ji aliyê din ve jî di nava Kurdên Qefqaziya, Kurdên ajîk,sirgûn û mişextkirî de digerîyadigeriya. Di wê gerê de serî li hunermend û dengbêjên Kurd dixist û bi taybetî jî li pey hunermend û dengbêjên navdar digeriya. Bi vî awayî ew bi gelek hunermend û dengbêjan re bû nas. Reşîdê Baso, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Egîdê Cimo, Şeroyê Qasim, Şibiliyê Çaçan û yên Ermenî weke; Ciwan Gasparyan, Suren Asaturyan tev ji wan hunermendan bûn ku di vê gerê de Derwêş ew ji nêzve nas kirin û bi pirsên xwe yên ji wan zaniyariyên xwe berfirehtir kirin.
 
Derwêş herçiqas dema ku li Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand û bi germî di nava şînî û şahiyên gel de bû jî, lê wî ev karê xwe li Ewropa hê jî berfirehtir kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek komên folklorî, orkêstrayên profesyonel domandin.