'''Netewe-welat''' coreyekê [[welat]]an e ko ji bo desteberkirin û ewlekirina ax û [[serwerî|serwerîyêserweriyê]] ji bo [[netewe|neteweyekê]] pêkdihêt û [[rewayî]] ya xwe ji vê ewlekirinê werdigirit. Welat hebûneka [[sîyasî]] û [[sîyasî-cihnaskî]] (geopoletîkal); û netewe hebûneka [[kultur|kulturî]] û [[nejadî]] ye. [[Zarav|zarava]] ''netewe-welat'' digehînit ko ev herdu raman bihevra in, û ev wê ji coreyên dî yên welatan ko berî wê hebûne cida dikit. Eger bi diristî bihêt avakirin, ramana wê ew e ko hemî [[welatî|welatiyan]] [[ziman]], kultur û [[biha|bihayên]] hevpişk hene. Ev tişt di piraniya coreyên dî yê welatan da nebûn. Cîhana nî avabûyî li ser hîmê netewe-welatan [[mafê çareya-xwe-nivîsînê]] û [[mafê xwe-rêvebirinê]] didit hemî neteweyan ko hizreka cewgerîn ya [[aydîolocî]] ya [[neteweperêsî|neteweperêsîyî]] anko nasyonalîzmê ye.