Nûh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 120:
Lê Hz. Nuh bêzar ne bû. Tim û tim diçû cem wan û ew dawetî riya rast dikirin û digot :“ Dest ji van pûtên xwe berbidin!“ Ewna jî lewma pirr diqahriyan û digotin: “Na tu dînî, çî yî? Me tiştekî aha hettanî îroj qet nebîhîstî bû. Ey Nuh, te çi bîye, te aqlê xwe wanda kirîye?“
 
Hz. Nuh jî aha bersiv da:“ Min çewt fam nekin, ez dîn ninim. Xwedê ez we ra pêxamber şandim. Ji ber ku hûn li ser riya rast derketine û ji putên ku we pê destên xwe çê kirîne ra secde dikin. Va li cem Xwedê tiştekî pir nebaş e.” Mêrivekî nav van mîrovan da pirr qahrîyaqahriya, pê xwe nekaniya û Hz. Nuh ra got:“ Tu mîroveki neçarî. Ma ji bona çiyê te Xwedê te ji mera pexamber bişîne? Ma mîrovekî te baştir û te dewlementir ji bo vî kara tune bû?“
 
Hz. Nuh gellekî pozxîn bû: “Belê, ez mêrivekî neçarim. Lêbelê Xwedê qûlê xwe ku, yên bi dil bi Wî girêdayîne pir hez dike. Gava hûn va qezîyana nebijin û gotina min bikin, wê gavê Xwedê we jî hez dike, we dike cenneta Xwe. Ew afirandarê we ye. Ew rûhê we digrî û we roja qîyametê dîsa hişyar dike. Xwedê wê rojê we hemû tiştan dipirse.”
Rêz 144:
Wana got: “Na! Nuh, gerek em tu tiştekê nebînin. Belê, tu mirovekê dînî.“
 
Roj zu derbaz bûn. Wexta çêkirina keştiya mezin qedîyaqediya, Xwedê Hz. Nuh ra got:“ Niha jî tev malbat xwe û mîrovên dû te hatin bikeve keştîyêkeştiyê. Hemû cinsên heywanan da jî cot bi cot tev xwe bigre.“
 
Hz. Nuh tev malbat û mîrovên îman bi wî hanî bûn dest bi kar kirin. Cotek deve, qatir, pez, xezal, gûr, rovî, zurefe, fîl, meymun, mirîşk, xarxarik, qang, kevok, şêr û bi hezaran heywanên mezin û piçuk hanîn kirin keştîyêkeştiyê. Gellekî av û xarin jî, ji bona malbata xwe û heywanan girt keştîyêkeştiyê. Wî ji bona heywanan keştiyê da axûrên piçuk jî çê kir û heywan kirinê. Hemuyan ra cî hebû û tu cîns heywan derva nema. Hz. Nuh dû fermana Xwedê tev malbata xwe sîyarî keştiyê bû. Derî û şibaqê keştiyê rind kîp kirin û ser roja mezin ku Xwedê xebera cezayê dabû sikinîyansikiniyan. Pirr derbaz nebû ew roj hat : Bahakê pirr xurt ewrên giran û tarî tev xwe hanîn. Tav ket talda ewran û hemu der tarî bû. Brûsk vedijiyan û girmiya ewran hemû dûnya dilerzîyadilerziya. Carê da tofanê dest pê kir û bi çengan baran barîyabariya. Tev baranê her aliyê erdê da jî avê kil da. Hemû mal û melal, rê, baxçe, bostan û daristan jî ketin bin avê. Hîna insanan fam kir ku kareseta Hz. Nuh xeber da bû hat. Berê xwe dan çîyayên bilind ku xwe xilas bikin. Lêbelê her diçû baranê zêde dikir. Avê keştî rajand û bilind kir, bahê jî da ber xwe. Her aliyê da qêrîn û dengê mîrovan dahat guhê wan. Bela wan hati bû û kesekê nedikaniya xwe biparêzîne.
 
Hz. Nuh pencirê da temaşeyê der dikir ku hela çi dibe. Carekîda lawê xwe dît. Wî bavê xwe bawer nekirî bû û neketibû keştîyêkeştiyê. Wî jî dikir derkevî serê çîyakekê ku xwe biparêzine. Hz. Nuh ban lawê xwe kir û got: “Lawê min, çi dibe tev me were, were ser keştîyêkeştiyê. Mewe hevalê bê bawermendan.” Feqet lawê wî jî wûsa bersiv da: “Na, ez bi xwe dikanim derkevim serê çiyan û xwe biparêzim.” Feqet Hz. Nuh jê dest ber ne da û got:“ Îroj tenê mîrovên ku yê Xwedê jê ra hatîye rehmê tên pariztinê û dikanin stargehkê ba Wî bibînin.“
 
Hîna Hz. Nuh gotina xwe neqedandi bû ku, pêlgekê mezin ew girt û bir.
 
Baran şev û roj dibariya û av bilind dibû. Mal, dar û ber, çîyayên herî bilind jî ketin bin avê. Erd nedahat dîtinê. Her der bû behr. Hemu tişt ku, yê nedikaniyan avê da jîyana xwe berdewam bikin mirîyanmiriyan. Bê însan û heywanê keştiyê da serê erdê kes nema. Av hîna bilind dibû û bahê jî behra reş û tarî nav hev dixist. Keştî jî tev pêlê avê diçu û dahat, radijîyaradijiya.
 
Hêdî hêdî baran sekinîyasekiniya, ewrên tarî belav bûn, bah sekinî û car caran jî tavê xwe nav ewran da nîşan dida, ezman sayî bû. Erd demekê dirêj bin avê da ma. Heyan rojekê keştî derkê ket û ciyê xwe da sekiniya avê ew gerand. Keştî serê çîyakê sekiniya bû û navê wî jî çîyayê AgrîyêAgriyê. Wexta Hz. Nuh ji keştiyê der ket pir dilxweş bû. Wî Xwedê ra şukir kir ku ew û malbata xwe bi keştî vê tofana hatin paraztinê. Wexta kurê wî hat bîra wî ew gellekî xemgin bû û got: “Ey Xwedayê min, ew jî malbata min bû. Hemû gotinê te rastin. Tu dadgerî heri mezinî.»
 
Xwedê jî wî ra got: »Ey Nuh, lawê te ne malbata te bû. Ew mîrovekê bê bawermend bû. Gerek tu ber însanê bê bawermend nekevî. »
Rêz 162:
Hêdî hêdî hemu tişt mîna belê dibû. Dar û kulîlk dîsa hêşin bûn, heywanan jî lotik dan xwe û serê erdê belav bûn. Zarokên Hz. Nuh dîsa bûn xwedî zarok û zêde bûn. Mêr û jin dîsa serê erde belav bûn, dîsa bûn xwedî bostan, baxçe mal û melal, zevî hajotin û Xanî çê kirin.
 
Bi vî avayî Xwedê mîrovên ku yê fermanên wî tînin şûnê û rindiyê dikin xelat dike. Û mîrovên kû xwe şaş dikin û Xwedê bîra xwe dikin, putan ra jî secde dikin (hustiyê xwe xar dikin) cezayê xwe dikşînin. Gava mirov tiştekî nebaş kir û pê hesîyahesiya, gerek ew poşman bûna xwe bîne zimîn. Wusa nekirin dibe sebeba cezakirina wî û ji bona poşman bûne dibe ku dereng be.