Zerdeşt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B îy → iy
Rêz 39:
Zerdeşt di 20 saliya xwe de dikeve silûsê ango înziwayê. Diçe çiyayekî bi navê Sabalan, li wir di şikefteke de dijî û li ser pirs û lêkolînên xwe hûr û kûr dibe. Bi rêya medîtasiyonê (zikr û îbadetê) li hundirê xwe dinêre. Li dij nefsê têdikoşe. Paşê digihîje radeyek wisa ku êdî dikare analîza lêkolînên xwe bike.
 
”Di nav mirov de başî û xerabî heye. Başî û xerabî herdem bi hev re di nav şer de ne”. Zerdeşt mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (ruh). Laş: Laş ji elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe vedigerin û car din dibine av. Nefes ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe vedigere û dibe hewa. Tîn ango enerjiya di laşê mirovan de ku dibe sedema tevgera laş, xwîn û nefesê jî, herweha li rastiya xwe vedigere. Hiş: Hiş dibe sedema înkarnasîyonê û hesabê roja pasîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Eger mêr başî kiribe, başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî wî. Eger xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî, ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda. Piştî mirina Zerdeşt dê giyan bibe sedema bingeha feylozofîyêfeylozofiyê.
 
Li ser siruştê jî dibêje; ”Her tiştek (madde û antî madde) ku di siruştê de hene, wek ben bihev ve girêdayî ne.Lawazî an têkçûna tiştekî, bandorê li ser tiştên ji derveyê xwe ve jî dike. Belê Zerdeşt ekolojiyê di wê demê de kefş kiribû. Li ser stêrkan jî weha dibêje: ”Sîstemeke xwedawendî li asîman heye. Her tişt bi hev ve girêdayî ye û di nav ger û guherînê de ye. Mirina stêrkekî, destpêka stêrk an jî stêrkên din e.” Ji bo dinyayê jî weha dibêje: ”Dinya (telus) wek hêkê ye. Zerika hêkê ax(erd) e, sipîçka li dor zerikê jî hewa û tiştên din in. Qalikê hêkê jî wek zirx ji bo parastina Dinyayê ye.