Deşta Dadim û Zerê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Tuerkei_Flagge_Konstruktion.png]]
'''Deşta Dadim û Zerê''', ji binê [[Licê]] dest pê dike heta binê [[Sîsê]], [[Girê Dadimê]], [[Helbeqin]], [[Beşişt]], [[Cofitin]], [[Reşan]], [[Dareqol]] û [[Bamitnê]] diçe. Deşteke gelek mezin e. Heta 15-20 berê bi tenê beşê Gir avî bû û bi ber û bereket bû. Li ber çemê Gir medreb hebû. Çandiniya birinc, pembû û titûnê dihat kirin. Piraniya axê di destê mîr û eşrafên Licê de bû. Lê niha bi alîkariya motorên avê pompe û bîrên artîziyên ev deşta mezin ji serî heta binî bûye avî. Çandiniya pembû, titûn, bamiye û zebeşan tê kirin. Mirov dikare bêje ku axa herêma Licê ya herî bi xêr û bereket li vir e. Herêm bûye wek bihuşt (cenet). Jê re dibêjin ”Çûkurova Licê.” Ji hêla [[Mêrdîn]]ê karker û xebatkar tên di çandiniya vê deştê de kar dikin.
 
[[Helbeqin]] li başûrê rojhilatê Licê dikeve û 18 km ji Licê dûr e. Berî çend salan gundekî bejî bû, cer û dêzikan çêdikin. Êer û dêzikên xwe li gundên herêmê, Licê, Pasûr û heta Hezro dibin û difrotin. Li deşta bin wê ku heta gundê Zerê berfireh e genim û ceh dihatin çandin. Lê di van çend salên dawiyê de li deşta wê bîrên artîjiyen hatine kolandin û ji çemê zerê bi motoran av dikşînin. îro li Helbeqnê çandiniya bamiye, pembû, titûn û zebeşan tê kirin. Gundî bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê ''Çıralı'' lê kiriye.
 
[[Dareqol]], li başûrê rojhilatê Licê dikeve. Di sînorê Pasûrê de ye û 21 km ji Licê dûr e. Sê gomên wê hene: Bamûs, Herag û Dêrik. Ji nîvî zêdetir zeviyên gund di destê eşrafên navenda Licê de ne. Gundekî avî ye û betir çandiniya titûnê lê tê kirin. Gundî çandiniyê bi awayên nîvekarî û îcarê dikin. Bi dimilî dipeyîvin. Dewletê navê ''Kıyı'' lê kiriye.
 
[[Bêşişt]], li başûr û rojhilatê Licê ye û di sînorê Pasûr û Farqînê de ye û 29 km ji Licê dûr e. Gomên Metmûr, Zara û Dehla Zarê li ser in. Bi nifûsa xwe Zira ji ê mezintir e. Zira yê malê mîrên Licê ye û çend malbatên wan li wir bi cî bûne. Bi kurmancî diaxivin. Tirkan navê ''Türeli'' lê kiriye.
[[Banadêran]], li başûrê rojhilatê Licê ye û 12 km ji Licê dûr e. Gundekî bejî ye. Sê gomên wê hene. Ya mezin navê wê Sema ye. Kevirên sêlê ji wir derdikevin. Ew tehtên tenik ku Licî jê re kevirên sêlê dibêjin, demekê Banadêriyan dibirin li gundên derdorê û navenda Licê difrotin. Nanê kunik û yê sêlê ku li ser sêlên kevir çêdibin ji yên li ser sac û hesin baştir û xweştir e. Gundî pez û dewar jî xwedî dikin. Bi dimilî diaxivin. Dewletê navê ''Sığınak'' lê kiriye.
 
Hezmaz, li başûrê rojhilatê Licê ye û 13 km ji Licê dûr e. Bi navê Tepe gomeke wê heye. Gundekî bejî ye. Bêtir pez û dewar xwedî dikin. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Budak lê kiriye.
 
[[Girê Dadimê]], li başûrê Licê ye û 15 km ji Licê dûr e. Gundekî biçûk e. Di dema berê de di gund de kurd û ermenî bi hev re jîyane. Piştî qetlîma ermeniyan edî ermenî li gund nemane. Navrasteke mezin, berfireh û avî ye. Axa wê bi ber û bereket e. Medrebên birîncên lê hene. Mirov dikare bêje li herêma Licê gundê herî bi ber û berhemdar yek e. Ji dema mîrîtiya Licê ve gund di destê mîrên Licê de ye û bi îcare didin gundiyan. Li herêma Licê bi tenê li Girê Dadimê gamêş tên xwedî kirin. Di dema şerê Şêx Seîd de dewletê zerareke mezin daye Girê Dadimê. Gund şewitandine û 37 kesî di navbera Gir û Hinyatê de kuştine û kirine çalekê. Ji wê derê re Mezelê Kuştiyan dibêjin. Gundî bi kurmancî dipeyîvin. Dewletê navê ''Tepe'' lê kiriye. Piştî sala 1990î dewletê qereqoleke mezin li gund çêkiriye.
 
[[Cofitnê]], li başûr û rojhilatê Licê dikeve û 17 km ji Licê dûr e. Gomên, Reşan, Barsûm û Şikakan li ser in. Reşan gomeke mezin e. Piraniya deşta Zarê û Gir dikeve nav sînorên Reşan û Cofitnê. Niha di van salên dawî de bi alîkariya teknîkê deşt bûye avî. Bi çandiniya genim re titûn û pembû jî tê kirin. Cofitnî bi kurmancî dipeyîvin. Di dema nav guhartinê de bi tirkî navê ''Dallıca'' lê kirine.
 
[[Bamitinê]], li başûrê Licê dikeve û 24 km ji Licê dûr e. Gundekî di sînorê gundên Hezro û Farqînê de ye. Gundekî mezin e. Wek gundên derdorê bi alîkariya teknîkê deşta Bamitnê bûye avî. Çandiniya titûn, pembû û bamiyan tê kirin.Bamitnî pez û dewar xwedî dikin. Li Bamitnê darên behîvan jî gelek in. Rezên Bamitniyan bi nav û deng in. Gundî bi kurmancî diaxivin. Du gomên wê hene. Gomên Hecî Sefer û Salîhe yên mezin in. Dewletê navê ''Kutlu'' lê kiriye.
[[kategorî:Deşt]]