Derwêş Serhedî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
Rêz 45:
Derwêş ji zarokatiyê guhdarekî radyoya [[Rewan]]ê (Êrîvanê) bû û di şahî û govendên gelê herêmê de bi îsrar û evîneke bêdawî beşdarî dikir. Derwêş hemû şevên ku jêre şevbêrkên dengbêjan digotin, bi hesretek bêdawî li dengbêjên Kurd guhdarî dikir û xwe hînî fen û hunera dengbêjiya Kurdî dikir.
 
Ji dengbêj û hunermendên ku di radyoya Êrîvanê de hunera xwe eyan dikirin, yên mîna Şeroyê Biro, Karapêtê Xaço, Egîdê Têcir, Reşîdê Baso, Şewabê Egîd, Dawudê Xelo û meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile, bilur û zirna Şamilê Beko bandoreke raste-rast li ser hissên Derwêş pêkdianîn. Herwiha dengbêjîyadengbêjiya mamê wî Rizayê Fetî û dengbêjî û sazbendiya Esker Demîrbaş jî ku di şevbêrkên dengbêjan de beşdarî dikirin, tev ji bo Derwêşê Serhedî bûn xwîndingeha hînbûna hunera Kurdî.
 
Di sala 1978an de Derwêş bi lêxistina temborê dest bi karê sazbendiyê kir. Piştî wê xwe hînî lêxistina mey û zirne jî kir. Lê di vê navê de karê herî balkêş ew bû ku Derwêş bi mey û qamîşên ku hostayên(çêkerên) Tirk li TirkîyêTirkiyê çêdikirin, ti tama meya Kurdî têde nedidît. Ji ber ku dengê wê gelek dûrî miqam, stran û rûheyeta hunera Kurdî bû. Ne wek meya radyoya Rewanê( meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile) bû.
 
Derwêş hertim li pey hînbûnê bû û bi hesret bû ku rojekê ji nêzve hunermendên Kurd bibîne. Ber wê yekê Derwêş sala 1995an xwe gehand [[Ermenistan]] û Gurcistanê. Êdî ew gehiştibû miradê xwe. Yanî ji aliyekî ve amorên xwe kom dikir û ji aliyê din ve jî di nava Kurdên Qefqaziya, Kurdên ajîk,sirgûn û mişextkirî de digerîya. Di wê gerê de serî li hunermend û dengbêjên Kurd dixist û bi taybetî jî li pey hunermend û dengbêjên navdar digeriya. Bi vî awayî ew bi gelek hunermend û dengbêjan re bû nas. Reşîdê Baso, Karapêtê Xaço, Efoyê Esed, Egîdê Cimo, Şeroyê Qasim, ŞibilîyêŞibiliyê Çaçan û yên Ermenî weke; Ciwan Gasparyan, Suren Asaturyan tev ji wan hunermendan bûn ku di vê gerê de Derwêş ew ji nêzve nas kirin û bi pirsên xwe yên ji wan zaniyarîyênzaniyariyên xwe berfirehtir kirin.
 
Derwêş herçiqas dema ku li Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand û bi germî di nava şînî û şahiyên gel de bû jî, lê wî ev karê xwe li Ewropa hê jî berfirehtir kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek komên folklorî, orkêstrayên profesyonel domandin.