Ebdulkerîm Surûş: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
Rêz 10:
Piştî hatine serdesthilatê ya [[Komara Îslamî ya Îranê]] bo heyama 2 salan hemî zanîngehên Îranê hatin daêxistin. Destekeka heft kesî bi firmana [[Ayetullah Xomeynî]] hat destnîşankirin ko berpirsyarî ya wê rêxweşkirin ji bo jinûvevekirina zanîngehan bû. Evdilkerîm yek bû ji wan kesan. Paşî ji ber hindek lihevnegirtinan wî jikarvekêşana xwe ji wê destekê ko bi navê [[Civata Bilind ya Şoreşa Ferhengî]] dazanîn û ji wê demê heta evro çi karekê dewletî qebûlnekirîye.
 
Piştî ko li kovareka navdara Îranî bi navê [[Keyhanê Ferhengî]] gotarek bo navê ‘‘[[Bertesikkirin û Berfirehkirina Bîrdoziyane ya Şerîetî]]‘‘ () ew kovar hat daêxistin. Dr. Evdilkerîmî û hindek hevalên wî ko li wê kovarê kar dikir kovareka dî bi navê ‘‘Kiyan‘‘ê belavkir. Ew kovar li salên destpêkê li piştî [[Şerê Îran û Îraqê]] yek ji bandordartirîn kovarên hizrî yên Îranê bû. Rêjîmê kovar daêxist. Piştî hingî givaşa hukmetê li ser wî hergav zêde dibûn. Çend caran gotarên wî û dersên wî li zanîngehên Îranê bi awayekê nebajêrwarane ji layê tundrêyên Îslamî ve hatine şêwandin. Wî êdî cane xwe jî di bin gefeyê da didît. Ji sala 2000‘ê were kêmtir li Îranê dimînit û piranîyapiraniya deman li derveyî welatî ye.
 
Ew dersdêrê [[Zanîngeha Harvard]], [[Zanîngeha Yêyl]] û [[Wissenschaftkolleg]] li [[Berlîn|Berlînê]] ye.
 
==Felsefeya Surûşî==
Hizra bingehîna Evdilkerîmî ew e ya di kitêba wî ya navdar, ‘‘Bertesikkirin û Berfirehkirina Bîrdoziyane ya Şerîetî‘‘ da hatîye. Ew dibêjit ko [[dîn]] wekî tiştekî esmanî û [[Xudê|Xudêyî]] tiştekê pîroz û negihor e. Lê ew tiştê ko ew bi navê ‘‘şerîet‘‘î binavdikit, têgehiştina me mirovan ji wî dînî ye. Zanîna Dînî anko şerîet wekî her [[zanîn|zanîneka]] dî ya mirovî li ber tirsa şaşîyênşaşiyên me mirovan e. Dînê esmanî kirasê erdî liber xwe dikit. Kin dibit, dirêj dinit û şaşî tê dikevin û ew şaşî bi aqilê tevane yê mirovan dihên rastvekirin.
 
Ew bawer e ko çi mirovekî hemî zanîn li nik nine û rastî berhemê xebata tevaneya hemî zanînweran e. [[demokrasî|Demokrasî]] wekî biyava vê pardarî ya tevane ji bo vedîtina rastiyan yek ji bingehên parastina her dînekî ye. Hizriîna çi kitekesekî an komekê an rêbazeka dînî an siyasî nikarit bibit [[tefsîr|tefsîra]] yekane ya dînî. Lewma ew dijberî tefsîra firmî radiwestit. Ew dibêjit ko [[Aydîyolocî]] tiştekê gelek bertesiktir ji dînî ye û Aydîyolociyan komek an desthilatek (wekî Partiya Komyonîst) heye ko tefsîreka fermî ji wê aydîyolocîyêaydîyolociyê didit. Lê dîn ji wê gelek berfirhtir e. Ev bawerî ya wî bi berfirehî di kitêbekê da (Qelewtir ji Aydîyolocîyê) hatîye behskirin.
 
==Berhemên wî==