Manî (pêxember): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: hu:Mani
WîkîBot (gotûbêj | beşdarî)
B Bot: Otomatîk nivîs guherandin: (-îy(a|an|ê|ên) +iy\1 )
Rêz 7:
Li vê, ji bo bi kitekit ravekirina ola Manî cî tune. Lê divê bê xuyakirin ku di ola Manî de, ji ber ku ruhê mirov bi hêmana baş û laşê mirov jî bi hêmana bed re wekehev bûye, alîgirên ola Manî bawer dikin ku divê ew xwe ji bihevrebûna cinsî -eger ji bo zêdebûnê be jî- dûr bigirin. Wekî din goştxwarin û şerabvexwarin jî hatibû qedexekirin.
 
Dema mirov ji dûr ve li vê doktrînê dinêre, mirov dibêje ku divê alîgirên vê olê ne pirr bin. Lê ev qedexe ji bo endamên ji rêzê yên Dêra Maniyî derbas nedibûn. Ev qedexe tenê ji bo mirovên navê "bijartî" li wan hatibû danîn û hejmara wan hindik bû, hatibûn danîn. Endamên ji rêzê "banghinêr" dikarin bizewicin (ji xwe re dostik bigirin), bibin xwedî malbat, goşt bixwin û şerabê vexwin. Hinek peywirên ku diviyabû banghinêr bi cih bînin hebûn, divêt wan piştgirî dabûya bijarteyan, lê tevgera ehlaqî ya ku ji wan dihate xwestin bi qasî bêmantiqîyêbêmantiqiyê ne dijwar bû. Ruhên bijarteyan li dû mirinê rasterast diçûn bihuştê; lê ev yek ji bo banghinêran demek digirt. Lê hinek rêolên Maniyî yên wekî Katharî bawer dikirin ku wê banghinêr jî wekî bijarteyan bi hêsanî herin bihuştê.
 
Manî di sala 216'an de li [[Mezopotamya]]yê, ku ev der di wê demê de parçeyeke Keyîtiya Persan bû, hate dinê. Manî kurd bû û xizmê Arsacît an jî xizmê malbata serdest a Part bû. Her çiqas piraniya persiyan girêdayî ola Zerdeştî bin jî malbata Manî di bin bandora rêola Îsewî de bû. Di duwanzdeh saliya xwe de xeyalên olî dîtin û di bîst û çar saliya xwe de ola xwe ya nuh derxist. Dema di destpêkê de li welatê xwe bi ser neket çû bakurê rojavaya Sindê (Hind), li wê derê fermandarekî cîgayî hatiye ser ola wî. Manî sala 242'an vegeriya [[kurdistanê]]ê û Key [[Şapûrê I.]] ew qebûlî hizûra xwe kir. Şapûrî ola wî qebûl nekiribe jî di bin bandora Manî de maye û hiştiye ku ola xwe ya nû li Keyîtiya Persan belav bike. Manî, piştî vê destûrê sî salan, di dema Şapûrê I. û Hurmizê