Azad (rapvan): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guhertoya 396788 ya 88.238.53.236 (guftûgo) şûnde vegerand.
Rêz 9:
Azad weke kurdekê [[penaber]] bi malbata xwere hate Elmanya. Di sala [[1984]]’anda cara yekemîn têkilîya wî bi çanda [[Hip-Hop]]ê re çêbû. Têkilîyên Azad bi her çar şaxên çanda Hip Hop'pê çêbûn. Pêşî bi [[Breakdance]]êre, paşê pêşketinên wî di şaxê [[Graffiti]]'yêde , di şaxê [[Rap]]'pêde û di şaxê [[Beatboxing]]'gêde çêbûn. Herwiha di prodûsîyona mûzîkêde jî pêşketinên wî çêbûn.
Ligel [[A-Bomb]], [[Combad]] û [[D-Flame]]di sala [[1988]]’anda koma [[Cold-N-Locco]] damezrand, kû di [[1990]] bi navê [[Asiatic Warriors]] hat gûhartin. Kom bi bi stranê xwe yên as/req, kû bi zimanê elmanî-, ingilîzî- û kurdîyê rap'pê digotin zû li heremê hat naskirin. Sala [[1994]] komê berhemek bi navê „Told Ya!“ weşand, û bi vê gavê kom li derveyî herema xwe jî hat naskirin. Di nav salên derbasbûyîde cûdabûn mezin ketin navbera [[hûnermend]]ande, û bi vî awayî kom feşkilî. Sala 1999 Azad peymanek bi produksîyona [[3P]] ango [[Pelham Power Productions]]re şanenav (îmze) kir.
 
== Pêşveçûn ==
* Bi derxistina sîngila ''Napalm'' di sala 2000 Azad vegera xwe ya li ser sehnê parast.
* Di sala [[2001]]’ande, Azad berhema solo xwe ya yekemîn bi navê ”Leben” (Jîyan) pêşkeş kir. Azad berhema xwe, komple bi serê xwe amade kir û ciyê xwe li hûnera hiphopa elman girt.
* Sala [[2003]]’ande Azad berheme xwe ya duyemîn bi navê, ''Faust des Nordwestens'' (kûlma bakûrrojava) weşand.
* Sala [[2004]]’ande Azad weşanxana bi navê ”Bozz Music” damezrand. Di bin peymana Bozz Music’ê de hûnermendên weke grûpa Warheit ([[Sezai]], [[Jeyz]], [[Chaker]] û Azad bixwe), rapperê [[Jonesmann]], [[Yassir]] û [[Sti]] hebûn. Di heman salêde, skandalek li Hip-Hop-Open’a [[Stuttgart]] çêbû. Piştî pevçûna Azad bi Rappere Sido’re (kû gotin’nên giran derheqê dayîka Azad’de gotibûn), sivik birîndar bû. Ev cara yekemîn bû kû di dîroka Hip Hop’a elmande (Ser-erdî - Overground), pevçûnek bi wî awayî çêbûbû. Vê bûyerê, gelekî bala çapemenîyê kişand ser xwe, û navê Azad li gelek derande derbas bû. Di heman salêde Azad berhemek nû bi navê ”Der Bozz” (Serdar) berhev kir û weşand. Berhemê cihe xwe di nav Top-10’hêde li chart’a elmanîde girt.
* Sala [[2005]]’an Azad serkeftinek mezin bi berhama ”One” (Yek) a kû ligel rapvanê [[Kool Savas]]’re bi dest xist. Bi vê berhemê, wan cihe xwe li Top-5’ca chart’a elmanîde girt.
* Sala [[2006]]’ande Azad berhemek bi navê ”Game over” (lehîstok xilas) weşand. Bi vê berhemê Azad kete rêza 8’emîn li chart’a elmanî.
* Sala [[2007]]’ande Azad bi strana “Ich Glaub An Dich” (bawerîya min bi te heye) kû marşa rêzefîlma RTL ''[[Prison Break]]'', ligel [[Adel Tawil]], kete rêza yekemîn li charta sîngilen elmande. Bi vê serkeftina mezin Azad statûsa zêr sitand. Ev singila wî xwe 150.000 carî firoşt. Azad bû yekemîn rapperê elman kû gihiştî vê amancê. Di heman salêde, Azad berhemek bi nave “Blockschrift” (nivîsîna gir) weşand.
* Di sala [[2009]]’ande, Azad berhema "Azphalt Inferno" (azfalt inferno) weşand û herwiha pêşnûmeyên (proje) xweyê nû jî ji bo sala 2009 dîyar kir.
 
== Azad û Kurdayetî ==