'''Dûtax''' (''tr. Tutak'') yek ji navçeyên [[Agirî]]yê ye. Li başûr-rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.562km², bilindahî ji rûyê avê 1.565m ye. Di qeydên dîrokî yên Osmaniyan de hin caran navê Dûtaxê wekî Dûrtax, Entab jî derbasdibe. Axa herêmê pirranî çiyayî ye. Deşta Dûtaxê (Entabê) berbiçav e. [[Robara Miradê]] û şaxên wê [[Sêvik]], [[Dadikan]], [[Kêrsing]], [[Çemik]] di axa navçeyê de derbas dibin. [[Gola Zer]] ciheke xweşik ê herêmê ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.