Dimbiliyan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Liesel (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 80.81.159.20 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya Erdal Ronahi
Rêz 1:
'''Dimbilyan''', ji herêma bakurê [[Licê]] re dibêjin. Ji ber ku hemû xelkê herêmê bi zaravayê [[dimilî]] dipeyîvin, vî navî lê kirine. Du Eşîrên mezin li Herêmê hene: [[Botiyan]] û [[Mistan]]. Herêmeke çiyayî û zozan e. Zivistan dirêj in û berf bi metreyan dibare. Di mehên zivistanê de çûyîn û hatin kêm e. Xelk ji bo ku ji ciyekî here ciyekî din [[lekan]] dikin lingên xwe ku di berfê re neçin xwarê. Xelkê herêmê çilo û ardûyên xwe li [[tawikan]] dikin û bi ser berfê re li peyê xwe dikşînin. Rûerd çiya ye û ji ber vî yekî li herêmê çandinî kêm e. Heta çandina genim jî nabe. Loma di zemanê berê de, xelkê li herêma Dimbilyan ji bo nan zêde garis û gilgil diçandine. Garis avî ye û zû tê çinîn. Dimbilî ji garis re korek dibêjin. Li ser korek gelek pêkenîn hene. Dema [[kurmanc]] henekên xwe bi dimbilyan dikin, dibêjin:
[[Image:Iran_flag_300.png]]
”Dimbilî, dimbilî
bi darê ve şindilî
semedê nanê gilgilî!”
Herêma Dimbilyan zozan e û sar e. Rez tunin. Li herêmên kurmanc û Pêşêkevir jî rez û dims gelek in û zivistanê zêde helawa dimsê çêdikin û dixwin. Loma dimbilî jî weha bersiva kurmancan didin:
”Kurmanc dîn e
helaw şêrîn e
eqil li serî nîn e!”
Li herêma Dimbilyan sebzeyên payîzê gelek in. Li Licê bi tenê ribês li herêma Dimbilyan hene. Berhemdariya hingiv li herêmê zêde ye. Hema hema di her gund û gomên herêma Dimbilyan de darên gûzan hene. Gûzên herêma Dimbilyan li herêmên Licê û Amedê gûzên herî baş in. Li Dimbilyan bêtir bizin tên xwedî kirin. Çiya rê nadin û yek li peyî yê din e. Di navê de newal û geliyên kûr hene. Ji bo bar hêstir (qantir) bi kar tînin. Li Dimbiliyan dewletê dereng dibistan çêkiriye. Piştî salên 1975 an hema hema li her gundê herêmê dibistanek hatibû çêkirin. Lê vê rewşa ha dûr û dirêj dom nekir, piştî 1990î gund bi dibistanan ve hatin xerab kirin û gundî li herêmê neman. Ji başûr ve ber bi bakur, ev gund û gom li herêma Dimiliyan hene:
 
[[Karincak]], li bakurê li Licê li herêma Dimbiliyan ji gundên herî nêzîk yek e û 10 km ji Licê dûr e. Du gom li ser in: Merk û Medrese. Bi zaravayê dimbilî dipeyîvin. Dewletê di van salên dawî de li gund dibistanek çêkiriye û navê Bayirli lê kiriye.
 
[[Hêdîg]], li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 32 km ji Licê dûr e. Herêm bi dar û ber e. Êzingên Licê piranî ji vê deverê tên. Li gund dibistan heye. Du gomên wê hene: Sayrek û Bilbilik zaravayê dimilî dipeyivin. Dewlet jê re Hedik dibêje.
 
[[Şaxûr]], li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 21 km ji Licê dûr e. Neh gomên wê hene. Zozanê wê têrçêr e û gelek pez lê tên xwedî kirin. Heywan xwedî dikin û payîzan sebze û hêşinahiyên wê zêde ne û bi taybetî xiyarên herêmê li Amedê bi navûdeng in. Bi zaravayên dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Saydamlı lê kiriye. Şêxmîran, Mêrgê, Serdênî, Xiş û Kortê li ser Şaxûrê ne.
 
[[Şavêrdiyan]], li bakur, li herêma Dimbiliyan e û 29 km ji Licê dûr e. Li zozanên wê pez tên xwedî kirin. Li sînorê [[Darahênê]], nêzîkî riya Licê û Darahênê ye. Sê gomên wê hene: [[Xeraban]], [[Rasta Sêvan]] û [[Şevê]]. Bi zaravayên dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Örtülü lê kiriye.
 
[[Barav]], li bakurê rojhilatê Licê ye û 29 km ji Licê dûr e. Du gomên wê hene: Axtîkan û Hemze. Bi zaravayê dimilî diaxivin. Di dema nav guhartinê de Barava me bûye Baharlara xelkê.
 
[[Bawerd]], li bakurê rojhilatê Licê dikeve û 21 km ji Licê dûr e. Nêzîkî çemê Sarimê û li sînorê Pasûrê ye. Goma Bamernê li ser e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê ''Üçdamlar'' lê kiriye.
 
[[Hendîf]], li bakurê Licê li herêma Dimbilyan e û 31 km ji Licê dûr e. Bi zaravê dimilî dipeyivin. Dewletê navê ''Yorulmaz'' lê kiriye
 
[[Mizag]], Berê li ser hendîfê bû, niha statûya gund girtiye. Bi zaravayê dimilî dipeyivin. 20 ji Licê dûr e. Dewletê navê ''Kiliçli'' lê kiriye.
 
[[Heşedere]], li bakurê Licê li herêma Dimbilyan e û 39 km ji Licê dûr e. Bi dimilkî Heşdere dibêjin. Di sînorê Darahênê li nav newaleke kûr e. Di zemanê berê de, li derdorê hirç gelek bûne. Ji xwe navê xwe jî ji newala hirçan digire. Goma Miho li ser e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê ''Ulucak'' lê kiriye.
 
[[Pêçar]], li bakurê rojhilatê Licê li herêma Dimiliyan e û 35 km ji Licê dûr e. Di dema dewleta Osmanî nehiya Licê bûye. Piştî şikestiya Şerê Şêx Seîd dewletê gund bi tevî şewitandiye û qetlîameke mezin kirine. Niha gund e û pênc gomên wê hene: Hesik, Gozerek, Meştax, Neban û Kabana. Mîr li Pêçarê hene û piraniya zeviyên gund di destê mîran de ye. Pêçarî him bi kurmancî û him jî bi dimilkî dipeyîvin. Dewletê navê Güldîken lê kiriye.
 
[[Xosor]], li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e û 27 km ji Licê dûr e. Gund bi gomên xwe ve cîranê gundên Darahênê ne. Heşt gomên wê hene: Lêxosor, Keşkware, Dewaxê, Horsel, Mezra Eliyo, Baxşo, Xaso û Mezra. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê Yalımlı lê kiriye. Hingivê Mezra Eliyo bi nav û deng e. Li serê çiyayê Koz zîyarete heye û jê re bi dimbilî dibêjin Ziyara Koz. Xelkê herêmê rojên înê diçin û ziyaretê tewaf dikin.
 
[[Zengesor]], li bakurê Licê, li herêma Dimbiliyan e. Li sînorê Darahênê ye û 35 km ji Licê dûr e. Heft gomên wê hene: Botiyan, Mehmedo, Selmono, Qaso, varmono, Helezîn û Dergî. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Dewletê navê ''Akçabudak'' lê kiriye.
[[category:herêm]]