Sinetkirina jinan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 84.158.84.5 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 85.96.94.205
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Her roj bi hezaran keç tên sinetkirin. '''Sinetkirina jinan''' weke şikenceyê, dibe sedema êş û azara giran. Encamên wê dikarin bibin sedema mirinê. Piranîya keçên ku ji mirinê difilitin divê di jîyana xwe ya mayî de tehamulî şopên birînên fîzîkî û psîkolojîk bikin.
[[Image:Flag_of_Turkey.svg]]
 
Hikûmetên welatên ku sinetkirina jinan lê çêdibe, ji bo rawestandina vî adetê hanê, pir hindik tişt kirine, an jî tu tişt nekirine.
 
[[Dewlet]] ne hew ji kes û aktorên din berpirsîyar in, bê di wezîfeyê de çi dikin, herweha ji kes, grûp û dezgehan jî berpirsîyar in, bê ew di nava dewletekê de ji bo pêpeskirina mafên mirovî çi dikin.
 
Peymanên navneteweyî yên [[mafên mirovî]] ji bo reftarîya dewletan bi tenê qaîdeyan danîne. Ew herweha daxwazê dikin ku divê dewlet bixebitin, da tawanên li dijî mafên mirovî rawestîne û êrîş û şikenceyê qedexe bikin. Dewlet berpirsîyar in ku bêyî ku lê binihêre, bê ew li kî derê û ji alîyê kê ve hatine kirin, divê reaksîyonê li hembera raporên li ser êrîş û şikenceyê nîşan bidin. Mahneya wê ev e ku şideta li dijî jinan a weke sinetkirinê, divê bê rûreşkirin û jin ji alîyê qanûnan ve bên paraztin. Divê li hemû gilîyên ji bo şidet û şikenceya li dijî jinan bê kolîn. Divê kirdarên wan mihakeme bibin û ji bo sûcên xwe bên cezekirin.
 
Rêxistina Efûyê ji hikûmetan û desthilatdaran daxwazê dike ku çi ji alîyê temsîlkarên dewletê ve hatibe kirin û çi jî ji alîyê şexsan ve hatibe kirin, divê ew jinan li hembera şidetê biparêzin. Şideta li malê, bo nimûne, lêdan û ecizkirinên cinsî, ne meseleyên malbatê yên taybetî ne. Li gora Rêxistina Efûyê, mirov nikare ji bo pêpeskirinên mafên mirovî, adetên dînî û çandî ve weke bingeh nîşan bide.
[[category:cîns]][[category:civak]]