Karger: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Liesel (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 85.103.184.83 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 85.98.32.168
Rêz 1:
[[Wêne:Karger-logo.jpg|thumb|Logo ya Karger]]
[[Image:Flag_of_Turkey.svg]]
 
'''Karger''' Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Çand û Ziman. Navenda wê li [[Amed|Amedê]] ye. Piştî amadehiyên 4 mehan, di 19'ê Berfanbara 2005'an de bi awayekî fermî hate avakirin. KARGER li ser çend beşan hatiye avakirin.Kongreya xwe ya yekem di 08.08.2006'an de pêk aniye.
 
* Xebatên [[Komputergerî]]
* Xebatên [[Sînemagerî]]
* Xebatên [[Şanogerî]]
* Xebatên Muzîkê
* Lêkolîn û Pêşxistina Ziman
* Xelatên Salê
 
==Xebatên Komputergerî==
[[Wêne:Karger cihan.jpg|thumb|... û gelek ziman winda bûn.]]Pîvanên '''Karger'''ê di warê komputerê de wiha hatine rêzkirin:
 
* Li dinyayê her mirov xwedî mafê bidestxistina nivîsbariya belaş e. Ew dikare belaş her bernameyê bi kar bîne. Dewlet di pêkanîna vî mafî de berpirsiyar in. '''Karger''' vî mafî ji bo hemû mirovan dixwaze.
* Komele '''NIVÎSBARIYA AZAD''' a ku li bin banê [[GPL|GPLê]] tê pêşxistin, ji bo mirovahiyê gelekî nirxdar dibîne.
* '''Karger''' mafê kesan ê îmtiyazî û telîfê ji bo nivîsbariyan diparêze.
* Komele dixwaze ku her kes nivîsbariyên xwe bi kodên vekirî binivîse û yên ku bi kodên nepenî nivîsandine jî ji gelan re kodên xwe aşkere bikin.
* Komele, nivîsbariyên ku bi armanca qezencê ciwan û mirovan bi ser tiştên xerab de dajon, ji bo civakan xetere dibîne û li hember wan têdikoşe.
 
==Herêma Xebatê Ji Bo Komputergeriyê==
* Nivîsbariyên malpersaziyê.
* Nivîsbariyên ferhengan.
* Nivîsbariyên rastnivîsê.
* Nivîsbariyên wergerê.
* Nivîsbariyên gerokan.
* Lîstik.
* Grafîk.
* Muzîk.
* Peyama elektronîk.
* Vîrus-kuj.
* Pergalên Xebatê.
* Office û hin wekî din.
 
Karger ji bo sala 2006'an jî yekemîn '''PÊŞBAZIYA NIVÎSBARIYÊ''' bi kurdî li dar dixe.
[[Wêne:Karger cd.jpg|thumb|hemû bi zimanê we]]
Karger dixwaze [[CD]]'ya yekemîn bi bernameyên kurdî amade bike.
 
==Xebatên Sînemagerî==
Karger ji bo sînemaya kurdî bi pêş bixe, dê di sala 2006'an de bi '''PÊŞBAZIYA SENORYOYÊ''' dest bi xebata xwe bike. Di vê pêşbaziyê de senaryo bi çi zimanî werin şandin jî, heke werin hilbijartin, dê li kurdî werin wergerandin û fîlm bi kurdî were girtin. Xebatên sînemageriyê li ser du xalan hatine rûniştandin:
 
* Rêzefîlm
* Fîlmên ku bi xezîneyeke mezin werin girtin.
 
==Xelatên Salê==
Komele dê di sala 2006'an de, di çar waran de xelatan belav bike. Ev yek jî wekî beşên din bi '''Namilkeya Rêbazên Belavkirina Xelatan''' hatiye belîkirin. Xelat dê her sal ji aliyê heman jûrî ve werin belavkirin.
 
* Xelata Spasiyê.
* Xelata Pîroziyê.
* Xelata Serkeftinê.
* Xelata Rûmetê.
* Xelata Ehmedê Xanî
 
 
[[kategorî:sazî]]