Pîvaz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xqbot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.2) (robot serzêde kirin: pcd:Eugnon
B - Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar
Rêz 15:
| binomial_authority = [[Carl von Linné|L.]]
}}
 
 
'''Pîvaz''' ([[latînî]]: ''Allium cepa'') [[sebze]] ye.
Line 26 ⟶ 25:
 
[[Wêne:Onion.jpg|thumb|left|Pîvazên neqeşartî, qeşartî û hûrkirî]]
 
{{commonscat|Onion}}
{{kurt}}
{{commons|Category:Onion}}
'''AGAHDARIYA ZÊDE'''
 
PÎVAZ / PÎZAZ / PÊVAZ / PÎZAV
 
ALLIÛM CEPA
Gelo ma di nav Kurdan de, kesê pîvazê nasneke û neçandîye heye ? Ez di wê bawerîyê de me ku her Kurdek bi qasî min pîvazê nas dike. Gelek miletên ku Kurdan nas dikin ji pîvazê re dibên “Sêva Kurdan”. Li cem me Kurdan pîvaz dermanê hemi derdan û tamxweşkera hemi xwarinan e. Lewre ezê danasînê bi serpêhatîyek ser pîvazê, bi we re par vekim.
Tê gotin ku rojekê Kurdek di rêyekê de diçe, dibîne ku kesek li ser rê mirîye. Li tûrikê wî dinê re, dîbîne ku di tûrê wî de nan û pîvaz heye. Yê Kurd diponije û xwe bixwe dibê:“Nan pir e û pîvaz pir e, ev mirov çima miriye?”
Dîrok û welat: Pîvaz, ji alîyê medenîyetên kevnar yên wek Sûmer, Med, Asûr, Babîl, Ûrartû Misrî, Hindî û Çînî yan de, hem jibo xwarinê, hemjî jibo derman (xasma jibo antîbîotik) dihat xebitandin. Lewre di demên fîrewûnan de, dema pîramîd didan çêkirin, jibo ku nexweşîya kesên dixebitin derbazî hevûdû nebe; pîvaz bi wan didan xwarin. Heta Misrîyan, pîvaza hişk wek sîmga gerdunê dipejirandin.
Welatê pîvazê ji Îran, Kurdistan, rojavayê Asyayê, Hindistan û heta bi Filistînê berfireh e. Lê kengî hatîye Tirkîyê ne kifş e.
Têdahî: Berî her tiştî antîbîyotîkek xweristî ye. Allin, propanthialoksid, rûnên firek
(yên dibin gaz û difirin) alîîcin, paktîn, însulin, pfosfort, îyot, kûkûrt, sansene, niacin, flafonol, şekir, esansên antîbiyotîk, asin vîtamîn A- B1- B2- C- P.
Li gor lêkolîn û gotinên pisporan, jibo ji madeyên di nav pîvazê de fayde bê girtin; hewceye pîvaz bi xavî bê xwarin. Herweha li gor lêkolînan hatîye aşkerakirin, di kesên ku rojê 3 gr pîvaza taze (hêşin) dixwin de % 70 penceşêra prostatê, ji yên nexwin kêmtire. Di eynî mixtara sîr xwarinê de jî % 53 kêm dibe.
Kêrhatî:
1- Destavê xweş dike
2- Av û madeyên bêwec ji bedenê tavêje der
3- Faydekî mezin dide bawîbûnê, vekirina edavên mavsalan, xetimîn û hişkbûnên jîyan (tamaran) û rêyên destavê.
4- Jibo xistina xîz (qûm), kevirên (ber) nava gurçîskan
(gurçikan) dibe alîkar.
5- Êşên gulçîskan kêm dike.
6- Westîyana (betilîn) hiş (zêhn) kêm dike
7- Bêhişbûnê dibûrîne.
8- Pêşîya nexweşîya prostatê digire.
9- Hêza zayendî (Cinsî- seksî ) zêde dike.
10- Jibo nexweşîya agzema û nexweşîyên din yên çerm kêrhatî ye.
11- Jibo astim, bronşît, zekem û hemi nexweşîyên ji sermayê tên bandorek gelek baş nîşan dide.
12- Şekirê xwînê dadixe.
13 Jibo kolera û êşa zirav (werem) ê bi kêrhatî ye.
14- Kalbûnê direngî dixe
15- Iştahê vedike.
16- Dil bi hêz dike.
17- Jibo avêtina edavan ( kurmîbûnan - iltihab) dibe alîkar.
Xebitandin:
1- Macûn
2- Şirûp
3- Patin
4- Xwarin
5- Selete
6- Derxistina ava wê.
Macûn: Li dijî serma girtinê pîvazê hûrkin û biherişînin, hinek hingiv tev bikin û bixwin.
Şirûb: Jibo xeniqok û kuxukê pîvazekê hûrkin, 2-3 kevşîyên şekir pê werkin, qedehek çayê avasar berdin ser, 5 deqan di demê de bihêlin, paşê bigivêşin û rojê 5-6 kevçîyên çayê jê vexwin
Patin: Jibo derxistina stirî, cam, hesin anjî tiştekî din, pîvazê têxin nav xwelîya germ bilan bipije, hinek sabûna spî bikin nav û li ser cihê tişt çûyê girêdin. Hûn dikarin wê pîvazê jibo derkirina birînan, qûnêran jî bi kar bînin. Herweha ku hûn bixwin jî jibo vekirina qirikê û kuxukê jî wê bibe alîkar.
Ava pîvazê:Jibo zekemê û persîvê, pîvazê hûrkin, biqutin an jî di nava mîkserê de bihêrin, bigivêşin bikin şûşê dilopan yên dermanxanan û wek dilopên dermanxanan berdin kepê xwe (difin- bêvil- poz). An jî hûn dikarin pîvazê bikin du ker û bidin ber bêvila xwe.
Xwarin û selete: Hûn dikarin pîvazê bikin nav hemi xwarin û seletan.
17/11/08
 
Çavkani: Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar
 
[[Kategorî:Sebze]]