Xweda: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
B Ji bo Wîkîçavkaniyê hate barkirin; ne gotar, ne ensîklopedîk bû!
Rêz 3:
 
'''Xwedê''' yan '''Xweda''' yan '''Xuda''' yan '''Yezdan''' an jî '''Afirînende''', li gorî bawermend û xwedênasan navê çêkerê hemû afirandiyan e. Di olên [[tekxwedêyî]] de (weke [[mislimî]], [[mesihîtî]], [[cihûtî]]) xwedê yek e; lê belê olên [[pirxwedêyî]] jî hene û bawermendên van olan bi xwedawendên cuda bawer dikin.
 
Peyvên ''' Xwedê''', '''Xweda''', '''Xudê''' û '''Xwedî''' yek in. Wateyên wan yek e, Xwada Xwedanê her tiştî ye, ji ber ku her tişt ji aliyê wî hatiye afirandin. Meriv jî afrinadiye, ku xwe û her tiştên ji xwe cihê bibîne, wan têbigehîje.
Mejuyê mirov dikare tenê bi tiştên xwedî destpêk û dawî bigehîje. Lêbelê Xweda li dem û li cîh (li zeman û mekan) bê dawî ye, li her derê ye û di her demê de ye. Hayê me ji şiklê wî tuneye, em tenê hin ji gewşînên wî dizanin.
 
== [[Navên Xwedê]] ==
 
* [[YHWH]]
* [[AllahElah]]
* [[Ahûra Mazda]]
 
== [[Xwede di Tewrat, Zebûr, Încîl|Xwedê di Kitêba Pîroz de (Tewrat, Zebûr, Încîl)]] ==
 
'''Xwedê hezkirin e.'''
''"Xwedê hezkirin e"'' (Yûhenna I, 4:16). Ew ji hemû mirovên vê dinyayê hez dike (Yûhenna 3:16). Xwedê dizane ku hemû mirov gunehkar in, lê dîsa jî ji wan hez dike û dixwaze wan xilas bike (Romayî 5:8, Tîmotêyos I, 2:4). Beriya ku mirov ji wî hez bike, wî ji me hez kiriye: ''"Hezkirin ev e, ne ku me ji Xwedê hez kir, lê wî ji me hez kir"'' (Yûhenna I, 4:10). Ew ''"Xwedayê aştî û hezkirinê"'' ye (Korîntî II, 13:11).
 
'''Xwedê ronahî ye.'''
''"Xwedê ronahî ye û li ba wî qet tarî tune"'' (Yûhenna I, 1:5). Ew ''"Bavê ronahiyê"'' ye (Aqûb 1:17). Li ba Xwedê tu taristanî û tu tiştê ku ne paqij e, tune. Ew bi tevahî rast û dilsoz e û ''"Xwedayê ku derewan nake"'' ye (Tîtos 1:2).
 
'''Xwedê şexsiyet e.'''
Xwedê ne ‹tiştek› e, ne ‹hêzek› e, an jî ne ‹bandûrek› e. Ew yekî ku xwe bi awayekî zindî û zatek şexsî nîşan dide ye; ew difikire, pê dihese, dixwaze û dilive. Lê belê ew ne yekî ku bi tenê ‹yê li ezmên› e, an jî cûreyekî ‹pêlewanan› e. ''"XUDAN Xwedayê rast e; Xwedayê zindî û padîşahê herheyî ew e"'' (Yêremya 10:10).
 
'''Xwedê yek e.'''
Bi tenê Xwedayek rastîn heye. Ew dibêje: ''"Yê pêşî û yê paşî Ez im, ji min pê ve Xwedê tune"'' (Îşaya 44:6). Xwedê xwe bi ‹yekîtiya sêtik› (yekîtiya sêyîtî) da naskirin: Bav, Kur (Îsa Mesîh) û Ruhê Pîroz. Her yek ji van bi rastî, bi tevahî û bi awayekî wekhev Xwedê ye. Kitêba Pîroz behsa ''"rûmeta Bav Xwedê"'' (Filîpî 2:11) dike, dibêje ku ''"Peyv'' (yanî Îsa Mesîh) ''Xwedê ye"'' (Yûhenna 1:1) û li ser ''"Xudanê ku Ruh e"'' dibêje (Korîntî II, 3:18). Bi ser ku Xwedê yek e, sê şexsên ku Xwedê ne, hene.
 
'''Xwedê afirandarê her tiştî ye.'''
Yê ku erd û ezmên û her tiştê tê dîtin û nayê dîtin afirandin, Xwedê ye. ''"Di destpêkê de Xwedê erd û ezman afirandin"'' (Tewrat: Destpêkirin 1:1). ''"Erd û ezman bi peyva Xwedê hatine damezrandin, wusa ku tiştên tên dîtin ji tiştên nayên dîtin çêbûne"'' (Îbranî 11:3). ''"Ezman textê min e û erd pêgeha min e. Hûnê maleke çawa ji min re çêkin? An jî dera ku ez bîhna xwe lê vedim, ku der e? Ma ne destê min ev hemû tişt çêkirine?"'' (Îşaya pêxember 66:1-2).
 
'''Xwedê ruhanî ye.'''
Dirûvên Xwedê yên cismî (fîzîkî) tunin. Beden, dirûv û babetên wî yên ku em bi têgihîştin şîrove bikin, tunin. ''"Xwedê ruh e û yên ku diperizin wî, divê bi ruh û bi rastiyê biperizin wî"'' (Yûhenna 4:24).
Mana vê ev e ku Xwedê nayê dîtin. ''"Tu caran tu kesî Xwedê nedîtiye"'' (Yûhenna 1:18). Hem jî mana vê ew e ku Xwedê di eynî demê de ne li derek tenê ye, lê di her demê de li her derê ye: ''"Ma erd û ezman ne bi min tije ne?"'' (Yêremya pêxember 23:24). Mana vê ew e ku Xwedê her tiştê ku li her derê çêdibe, gelek qenc dizane. Ne bi tenê tiştên ku mirov dike û dibêje, lê tiştên ku mirov di serê xwe de difikire jî, dikevin nav vê yekê. ''"Tu afirîn tune ku ji wî veşartî ye. Lê her tişt li ber çavê wî yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye"'' (Îbranî 4:13).
 
 
'''Xwedê bê dawî ye.'''
Qet destpêka Xwedê tune: ''"Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî"'' (Zebûr 90:2). Tu dema ku Xwedê nebû, çênebûye û çênabe jî. Xwedê weha xwe dide naskirin: ''"Yê ku Heye, Yê ku Hebû û Yê ku Wê Bê"'' (Peyxama Yûhenna 1:8). Û her û her jî ew eynî ye: ''"Ez XUDAN, ez naguherim"'' (Melaxî 3:6). Xwedê hê û hê, her dem yê ku hebû û heye ye û ewê her dem eynî bimîne jî.
 
'''Xwedê ser bi xwe ye.'''
Hemû afirînên din ên ku dijîn, bi mirovan ve, an jî bi tiştnan ve û di dawiyê de bi Xwedê ve girêdayî ne. Lê Xwedê bi tevahî azad e û qet hewcedariya wî tune. ''"Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e."'' (Karên Şandiyan 17:25)
 
'''Xwedê pîroz e.'''
''"Ew di pîroziyê de mezin û di rûmetê de tirsdar e"'' (Derketin 15:11). Qet tu tişt nikare bi pîroziya Xwedê re bê hemberkirin. Ew bi tevahî bê kêmahî û bê qisûr e. ''"Tu kes wek XUDAN ne pîroz e"'' (Samûêl I, 2:2). Kitêba Pîroz li ser wî dibêje: ''"Çavên te ji nêrîna xerabiyê paqij in û tu nikarî neheqiyê ragirî"'' (Habaqûq 1:13). Ev Xwedayê pîroz ji her yek ji me jî pîroziyê dixwaze. Emrê ku ew li me dike, ev e: ''"Pîroz bin, çimkî ez pîroz im"'' (Petrûs I, 1:16).
 
'''Xwedê rast û dadperwer e.'''
Kitêba Pîroz dibêje ku ''"XUDAN, Xwedayê dadperweriyê ye"'' (Îşaya 30:18) û ''"rastdarî û dadperwerî bingehê textê wî ye"'' (Zebûr 97:2). Xwedê ne tenê Afirandar û debirandarê me ye (yê ku me xweyî dike), lê belê dadgerê me ye jî yê ku di rastiyê de bi dadperweriyeke bêkêmahî xelat dide û ceza dike. Dîwana wî rast e û tu caran tu kes nikare li ser vê yekê bikeve peyivînê, an jî bêje: Neheqî li min bû!
 
'''Xwedê bê qisûr e.'''
Zanîna wî temam e. ''"Tu afirîn tune ku ji wî veşartî be. Lê her tişt li ber çavê yê ku divê em hesab bidinê, tazî û vekirî ye"'' (Îbranî 4:13). Xwedê her tiştî dizane, tiştên derbasbûyî, yên niha û tiştên ku bên dizane. Ew hemû fikirîn, peyv û kirinên me dizane (Zebûr 139:7-10). Şehrezayiya wî bê kêmahî ye û bi tevahî ji fêmdariya me wêvetir e. ''"Ey kûrahiya dewlemendî, şehrezayî û zanîna Xwedê! Ma kî dikare dîwankirina wî fêm bike! Ma kî dikare riyên wî salix bide!"'' (Romayî 11:33).
 
'''Xwedê serwer e'''.
Ew serwerê gerdûnê ye, yê herî mezin û yê tenê ew e. Qet tiştekî ne di destê wî de tune. ''"Li erd û ezmên, XUDAN her tiştê ku dixwaze, dike"'' (Zebûr 135:6). Ji bo Xwedê rasthatinî û şaşmayîbûn tunin. Dîroka dinyayê ew dinivîse û ew ''"her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike"'' (Efesî 1:11). Ji bo tiştê ku dixwaze bike, hewcedariya wî bi şîret û erêkirina tu kesî tune. Çaxê tiştek li wî xweş tê ku bike, tu kes nikare ji wî re bibe asteng. ''"Tu kes tune ku destê wî bisekinîne, an jê re bêje: Tu çi dikî?"'' (Daniyêl 4:35).
 
'''Hêza Xwedê têra her tiştî dike.'''
Xwedê Karîndarê her tiştî ye. Ew li ser xwe weha dibêje: ''"Va ye, ez XUDAN Xwedayê hemû mirovan im. Ma ji bo min tiştekî ku nekare çêbe heye?"'' (Yêremya 32:27). Mana vê ne ew e ku Xwedê dikare derewan bike, xwe biguhere, xeletiyan bike, an jî xwe înkar bike; lê tiştên ku li gor karakterê (xasetiya) wî ne, kîjanê bixwaze, dikare bike.
 
== Xwedê di [[Quran]]a pîroz de ==
 
Xweda di Quranê de [[navên xwedê|Nod û Neh navên]] xwe gotiye. Her navekî Wî salix li ser gewşîneka Wî dide.
 
Mînak: Ellah, Xwedayê tek û bê şêrîk, Hay, Yê ku Jiyanê dide, Xaliq, Yê diafirrîne, Alim, Yê ku her tiştî dizane.
 
Ev peyv bingeha xwe ji peywa xwedanî, xwedi tistek bun distine. (wek malik, sahip meriv dikare zelal bike.
 
 
[[Xwedê di Quranê de|Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA - 1]]
 
FİKRÎ AMEDÎ
 
 
ALLAH (XWEDÊ TEALA)
 
 
Xweda ewe ku ji wî pêve qe îlah tune. Ew bi tiştê tê dîtin jî û bi tiştê nayê dîtin jî dizane. Ew, Rehman û Rehîm e.
 
Xweda ewe ku, ji wî pêvtir îlah tune. Ew Melîk (hukumdar) û Quddûs (muqedes) û Selam û Mu’mîn û Muheymîn (disitirîne) û Ezîz û Cebar û Muttekebîr e. Xweda ji tiştê pê şirîkatîyê dikin dûr û berî ye.
 
Xweda ewe ku, Xaliq û Barî ( bê qisur çêdike) û Mussavîr e (sûretan dide meriv) û navê herî xweş (Esma-ül Husna) ê wî ne. Hemu tiştê li erd û esmanan wî tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. ( Sûretê Heşr, 22-24)
 
 
Jİ WÎ PÊVE ÎLAH TUNE
 
 
Xwedayê we yek Xwedayek bi tenê ye. Ji wî pêve Xweda tune û ew, Rehman û Rehîm e. (Sûretê Beqara, 163)
 
Xweda û melaîketan û ewên xwedî îlîm bi edaletî şahidî kirin ku ji xêynî Xweda îlah tune. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Sûretê Âlî Îmran,18)
 
Bibêje: “Ew Xweda yek Xwedayek bi tenê ye (ehed e). (Sûretê îxlas,1)
 
Xwed got ku: “Du îlahan nekin. Ew yek îlahek bi tenê ye. Ji ber vê yekê ji min tenê bitirsin. (Sûretê Nehl,51)
 
Xweda, Ew e. Ji wî pêve îlah tune. Di pêşî û paşîyê de hemd ji wî ra ye û hukum ê wî ye. Hûnê bal bi wî da bêne vegerandin. (Sûretê Qesas, 70)
 
 
DİL (QELB) Dİ BİN QONTROLA WÎ DA YE.
 
 
Xweda jî, guh û dilên wan mohr kiriye û di ser çavên wan da ji perde kişandî ye. Ji wan ra ezabekî mezin heye. (Sûretê Beqara,7)
 
Ji bo ku sozê xwe xwaribun û ayetên Xweda înkar kiribun û bi neheqî pêxemberê xwe kuştibun û gotibun: “Dilê me nuxamtîye” (me lanet li wan kiribu). Naxêr ji bo ku Xweda înkar kirine, me mor li (ser dilê) wan xistîye. Ji hindikî wan pêvtir ew bawer nakin (Sûretê Nîsa, 155)
 
Ew kesên ku Xweda gohên wan û çavên wan û dilê wan mohr kirine evana nin. Ewên xafil evana nin. (Sûretê Nehl, 108)
 
Û ji bo ku ji wê fehm nekin me perdeyek daye ser dilê wan û giranî xistîye gohê wan. Gava tu di Qur’anê da yekîtîya Rebbê xwe yad dikî bi qêrîn û hewar şunda direvin û diçin. (Sûretê Îsra, 46)
 
Yan qey dibêjin: “Wî derew li Xweda kiriye?” Eger Xweda bixwaze, dilê te jî, mohr dike. Batilê hinda dike û heqqîyê bi gotinê xwe bi cî dike. Bêşik ew bi nava sîng (dil) an dizane. (Sûretê Şûra, 24)
 
Lê heya Xweda nexwaze, hûn nikarin tiştekî bixwazin. Bi rastî Xweda zana ye, xwedî hukum û hîkmet e. (Sûretê Însan, 30)
 
Ma te ew kesê ku hewa û hewesa xwe ji xwe ra kiriye îlah û Xweda li ser îlmekî ew xerifandiye û guh û dilê wî mohr kiriye û di ser çavê wî de perde kişandiye; dîtîye? Êdî ji Xweda pêve kî dikare hîdayetê bide wî? Ma hûn hê jî nafikirin? (Sûretê Casîye,23)
 
 
HER TİŞTÎ ÎDARE DİKE
 
 
Wekî ku hûn dibînin, ewê esman bê situn bilind kiriye û paşê îstîvayê Erşê kiriye Xweda ye. Paşê roj û hîv kir bin emrê xwe. Heryek heta demekî diherike û diçe. Ji bo ku hûn bi îlmekî yêqîn bawer bikin ku hûnê herin bal Xweda, hemu karî îdare dike û yek bi yek ayetan îzah dike. (Sûretê Rad, 3)
 
Ew ji esman heya erdê hemu karan dike rê û îdare dike. Paşê (hemu kar) di rojeka ku bi gorî hesabê we bi qasî hezar salîye, dîsa bal bi wî da bilind dibe. (Sûretê Secde, 5)
 
 
XALİQÊ HEMU TİŞTÎ YE.
 
 
Ewê erd û esman ji tunebunê xuluqandîye Ew e. Ma wê çawa zarokê wî çêbibe? Ji wî ra hevalek (jinek) jî tune. Hemu tişt wî xuluqandîye û ew bi hemu tiştî dizane.(Sûretê En’am, 101)
 
Me hûn xuluqandibun û paşê sûret dabu we û me ji melaîketan ra gotibu: “Ji Adem ra secde bikin.” Hemuya secde kiribu. Lê Îblîs bi tenê secde nekiribu. Jixwe ew ne ji secdevanan bu. (Sûretê A’raf, 11)
 
Mulkê erd û esmanan ê wî ye. Wî ji xwe ra zarok negirtîye û di mulk de jî şirîkê wî tune ye. Her tişt xuluqandiye û nîzam dayê û li gorî pîvanekî çêkiri ye. (Sûretê Furqan, 2)
 
Ma qey nizanin ku ew Xwedayê erd û esman xuluqandîye dikare ê wekî wan jî bixuliqîne. Ji bo wan, ecelekî ku qe têda guman tuneye danî ye. Lê zûlimkar ji kafirîyê pêvtir tiştekî nakin. (Sûretê Îsra, 99)
 
Hûn gotina xwe veşêrin jî eşkere jî, bikin yeke. Ew bi veşartîyên sîngan dizane.
 
Ma ê ku xuluqandîye nizane? Ew Latîf (bi hemu karê hûr dizane) û Xebîr (xeberdar) e.
 
(Sûretê Mulk, 13-14)
 
Gelo qey ew kafir nizanin ku erd û esman berê biheve bun û me ew ji hev kir û me hemu tiştê candar ji avê xuluqand? Ma ew hê jî bawer nakin? (Sûretê Enbîya, 30)
 
Lê Xweda hûn jî, evê we çêkiriye jî xuluqandiye. (Sûretê Saffat, 96)
 
 
Jİ WÎ PÊVE QUWWET TUNE.
 
 
Lewra pêxemberên wan, ji wan ra hemu delîlên vekirî dianîn lê wan ew înkar dikirin. Ji ber vê yekê Xweda bi wan girt. Bi rastî ew pirr bi quwwet e û ezabê wî pirr asê ye. (Sûretê Mu’mîn, 22)
 
Ma qey ew li ser rûyê erdê qe nagerin ku, aqubeta ên berê wan çawa buye bidîtana. Ew ji wan bi quwwetir (hêztir) bun jî. Tiştê ku li erd û esmanan ji Xweda re bibe manî tune. Ew zana ye û qadirê hemu tiştîye. (Sûretê Fatir, 44)
 
Qewmê Ad bi neheqî li ser rûyê erdê xwe mezin girt û gotin. “Ma ji me bi quwwettir kî heye?” Ma qey nedîtine ku ew Xwedayê ew xuluqandine ji wan bi quwwettir e? Wan ayetên me bi zaneyî înkar dikirin (Sûretê Fusîllet,15)
 
Bi sond me Pêxemberê xwe bi delîlên eşkera-vekirî şand. Ji bo ku mirov edaletê bîne cî me bi wan ra kitêb û mîzan daxist. Me hesin jî daxist ku di tê de quwwetek mezin û ji bo mirovan gelek feyde heye. Evanan ji bo ku ewên bi xiyabî alîkarîya dînê Xweda û pêxemberê wî kirine derxînin meydanê loma ye. Xweda, pirr bi quwwet e û Ezîz e. (Sûreta Hedîd, 25)
 
Xweda nivîsîye ku: “Bi sond ez û pêxemberê xwe emê bi ser kevin.” Bi rastî Xweda bi quwwete û Ezîz e. (Sûreta Mucadele, 21)
 
Ji mirovan birrek kes, ji Xweda pêve hinek tiştên din ji wî ra dikin şirîk. Wekî ku ji Xweda hiz dikin, ji wan jî, hiz dikin. Ewên bawerî anîne jî, ji Xweda hiz dikin. Ewên (li nefsa xwe) zûlmê dikin, gava wê ezab bibînin, xwezî di berê da bizanibuna hemu quwwet ê Xweda ye û ezabê Xweda pirr zor û asê ye. (Sûretê Beqara, 165)
 
(Ey Muhammed) bira gotinên muşrîkan te xemgîn neke. Lewra hemu îzzet û qudret (quwwet) ê Xweda ye. Ew bihîstkar û zana ye. (Sûretê Yunus, 65)
 
HER TİŞTÎ Jİ XWEDA RA STÛ XWAR KİRİYE.
 
 
Ma ew ji dînê Xweda pêve li dînekî din digerin? Li erd û esmanan çi hebe bi dil û bê dil ji Xweda ra situ xwar kriye. Paşê hûnê dîsa bal bi wî da bêne vegerandin. (Sûretê Âlî Îmran, 83)
 
Min xwe sipartîye wî Xwedayê ku Rebbê mine û Rebbê we ye. Tu candarek tuneye ku Xweda bi perçema wî negirtibe. Bi rastî Rebbê min ser rêya rast e. (Ên li ser rêya rast diparêze) (Sûretê Hud, 56)
 
Ji bo ku hûn li pişta wan suwar bibin, paşê gava hûn li wan suwar bun, nîmetê Rebbê xwe bînin bîra xwe û wuha bibêjin: “Ew (Xweda) ê evanan daye bin xizmeta me çiqas bilind e. Yan me nikaribu evanan bida bin xizmeta xwe.” (Sûretê Zuxruf, 13)
 
Xweda, ji bo ku bi emrê wî, tê de keştî biherikin û biçin û hûn ji fezl û kerema wî bigerin, behr daye bin emrê we. Dibe ku hûn şukir bikin. (Sûretê Casîye, 12)
 
 
HER TİŞT NUXWAMTİYE Û ZEFT KİRİYE.
 
 
Rojhilat jî, rojava jî ê Xweda ne. Hûn berê xwe di kîjan alî da bikin, rûyê Xweda ew der e. Bêşik (rehmet û nî’metê) Xweda fireh e. (Ew bi hemu tiştî) dizane. (Sûretê Beqere, 115)
 
Li erd û esmanan çi hebe ê Xweda ye.Xweda hemu tişt hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Nîsa, 126)
 
Ew ji mirovan vedişêrin û ji Xweda venaşêrin. Lê gava wan di şevê de peyvê Xweda jê ne razî bu digotin (hîle û pîlan dadixistin) ew bi wan ra bu. Xweda, tiştê ku wan kirine hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Nîsa, 108)
 
Îlahê we, bitenê Xweda ye ku ji wî pêve îlahê we tune. Îlmê wî her tişt zeft kiriye. Sûretê Taha, 98)
 
Baş bizanibin ku, ew di rasthatina Rebbê xwe de di gumanê da ne. Dîsa baş bizanibin ku Xweda her tişt bi zanîna xwe hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Fussîlet, 54)
 
(Şuayb) got: “Gelî qewmê min! Ma ji bo we, eşîra min ji Xweda bi rûmetir e ku, we ew avête pêy xwe û ji bîr kiriye. Bêşik Rebbê min hemu kar û kirinên we hewîrdor zeft kiriye.” (Sûretê Hud, 92)
 
Qudret û seltanata Zûlqarneyn awa bu. Me hemu tiştê li bal wî bi zanîna xwe zeft kiribu. (Sûretê Kehf, 91)
 
Di bîra xwe bîne, me ji te ra gotibu:”Rebbê te erd û esman hewîrdor zeft kiriye.” Ew xewna, me nîşanî te daye û dara di Qur’anê da hatiye lanetkirin me ji mirovan ra kiribu îmtîhan. Em bi vêya wan ditirsînin. Lê ev ji tuxyaneka mezin pêvtir tiştekî li wan zêde nake. (Sûretê Îsra, 60)
 
Xweda heft qat asîman û bi qasî wî erd xuluqandiye. Emrê Xweda di nav wan de dadikeve û diçe. Ji bo hûn bizanibin ku Xweda qadirê hemu tiştîye û bi îlmê xwe her tişt hewîrdor zeft kiriye. (Sûretê Telaq, 12)
 
 
QEDERÊ DÎYAR DİKE.
 
 
Musîbetê li ser rûyê erdê diqewume û musîbetê tê serê we bi xwe jî, berî ku ew nehatiye xuluqandin di kitêbê da nivisandî ye. Bêşik ev ji Xweda re pirr hêsan e. (Sûretê Hedîd, 22)
 
 
Bi rastî me hemu tişt li gorî qeys û pîvanekî (qederê) çêkiriye. (Sûretê Qemer, 49)
 
 
HEMU KAR BAL Bİ XWEDA VE DİZİVİRE
 
 
Gelo qey ewên ji rêya heq zivirîne li bendene ku (ezabê) Xweda û melaîketan ji nav sîyê ewran da ji wan were û kar temam bike? Lê wê hemu kar bal bi Xweda ve bizivire. (Sûretê Beqere, 110)
 
 
Paşê ew (can) ana wê ber bi Mewlayê ku Xwedayê we yê rastîne ve bê fetilandin. Hukum yê Xweda ye. Ew hesab pirr zû dibîne. (Sûretê En’am, 62)
 
 
Li erd û esmanan çi hebe ê Xweda ye. Hemu kar bal bi Xweda ve tê vegerandin (Sûretê Âlî Îmran, 109)
 
Kî bi qencî berê xwe balî Xweda ve bike; bêşik wî bi qulpê herî saxlem girtî ye. Aqubeta hemu kara digîhîje Xweda. (Sûretê Loqman, 22)
 
Wê rojê cîyê vegera paşîn, huzûra Rebbê te ye. Sûretê Qiyamet, 12)
 
Xeyba erd û esmanan ê Xweda ye. Hemu kar ber bi wî da tê vegerandin. Ji wî tenê ra evdîtîyê bikin û xwe bispêrin wî tenê. Xweda, ji kar û kirinên we ne xafil e. (Sûretê Hud, 123)
 
 
Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA-2
 
FİKRÎ AMEDÎ
DAXWAZA XWE TÎNE CÎ
Ji xêynî xwestina Rebbê te, heta erd û esman hebin wê di wir da dewamî bimînin. Bi rastî Rebbê te daxwaza xwe dike. (Hud- 107)
 
Ma tu van kesê ku peznê xwe didin û xwe pak nîşan didin nabînî? Na, Xweda, kî buxwaze wî pak dike û bi qasî mûyekî zirav jî, neheqî li wan nayê kirin. (Nîsa- 49)
Bêşik Xweda; ewên bawerî anîne û karên qenc kirine jî, dixe cinnetên di binî de çem diherike. Bêşik Xweda, tiştê bixwaze dike. (Hecc-14)
 
 
Rebbê we çêtir bi we dizane. Eger bixwaze, rehmê li we dike û bixwaze, ezab li we dike. Me tu di ser wan re nekirî wekîl. (Îsra-54)
 
 
Ma qey tu nizanî mulkê erd û esmanan ê Xweda ye? Ew kî buxwaze ezab dike û kî jî buxwaze efu dike. Xweda, qadirê hemu tiştîye. (Maîde-40)
 
 
Ma qey tu nizanî mulkê erd û esmanan ê Xweda ye? Ew kî buxwaze ezab dike û kî jî buxwaze efu dike. Xweda, qadirê hemu tiştîye. (En’am-39)
 
 
Eger Xweda xwestibe we bixerifîne, ez bixwazim şîretan li we bikim jî, şîretê min bi kêrî we nayê. Ew Rebbê we ye û hûnê vegerin bal wî.(Hud-34)
 
 
Êdî kî bixwaze wê şîreta jê bigre.
 
Lê heya Xweda nexwaze, ew nikarin şîretan bigrin. Xwedîyê teqwayê Ew e û xwedîyê mexfîretê Ew e.(Muddessîr -55-56)
 
 
XWEDÊ TEALA QADİRÊ HEMU TİŞTÎ YE
 
 
Gava (li Uhudê) musîbetek hate serê we, we digot: “Ma (em li ser rêya heqqin jî) ev çawa dibe?” Lê we du qatê vê musîbetê (di Bedrê da) anîbu serê wan. (Ey Muhemmed tu ji wan ra) bibêje: “Ew musîbet ji destê we bu.” Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Alî- Îmran-165)
 
 
Xeyba erd û esmanan ê Xweda ye. Saeta qiyametê jî wekî çav vekirin û girtinê ye. Yajî hê nêzîktir e. Bêşik Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Nehl- 77)
 
 
Birûsk dike ku çavê wan kor bike, gava dora wan rohnî dike tê da dimeşin. Lê gava tarîtî dikeve ser wan zoq dimînin disekinin. Eger Xweda bixwesta wê guhê wan kerr, çavê wan jî kor bikira. Bêşik Xweda, qadirê hemu tiştî ye. (Beqere- 20)
 
 
Li erd û esman çi hebe ê Xweda ye. Hûn tiştê di nava Xwe da îzah jî bikin veşêrin jî wê Xweda we pê mesul bigre. (Xweda) kî buxwaze efu dike û kî buxwaze ezab dike. Xweda qadirê hemu tiştî ye. (Beqere- 284)
 
 
Xuluqandina erd û esmanan û belav kirina her canî (jîndarî) ji ayetê wî ne. Gava ew bixwaze, dikare wan bicivîne bal hev. (Şûra-29)
 
 
Jİ BO CERİBANDİNÊ HEYATA DİNYAYÊ XULUQANDİ YE.
 
 
Bi rastî di ser mirov da wusa demeka dirêj derbas bu ku; ew ji bîranînê ra qe ne havilê tiştekî bu.
 
Bêşik me mirov, ji aveka tevlihev xuluqand. Em wî diceribînin. Ji ber vê yekê me ew kir dîdar û bihîstkar. (Însan-2-3)
 
 
Ji bo ku em wan bicerinin ka ji mirovan kî karê qenc dike; me tiştê li ser erdê ji we ra kir xemil, (Kehf-7)
 
 
Qey mirov guman dike ku bibêjin: “Me bawer kiriye,wê hema bêne berdan û neyên ceribandinê.”
 
Bi sond me ên berê wan jî ceribandin. Xweda, bi rastan (sadiqan) dizane û bi derewînan jî dizane. (‘Enkebut-2-3)
 
 
Bi sond heta ku em ji we, bi ên mucahît û sebirker dizanin û xeberên we îzah dikin, emê we biceribînin (Muhammed-31)
 
 
XÊR JÎ, ŞERR JÎ, WÎ XULUQANİDÎ YE.
 
 
Eger Xweda, zîyanekî bide te, ji xêynî wî ê ku wê ji ser te rabike tune. Eger ji bo te xêrekî bixwaze, ê ku fezl (û rehma) wî ji ser te rabike tune. Ew ji kî ra bixwaze xêra xwe dide wî. Ew Xefur û Rehîm e. (Yunis-107)
 
 
Heta bi destura Xweda nebe, tu musîbetek naqewume. Kî bi Xweda bawer bike, (Ew) dilê wî ber bi rêya rasd da dike. Xweda bi her tiştî dizane. (Texabûn-11)
 
 
Her nefis wê mirinê tam bike. Em we bi başî û nebaşîyê îmtîhan dikin. Hûnê bal bi me da bêne vegerandin. (Enbîya-35)
 
 
Jİ HER TİŞTÎ RE ŞAHİD E.
 
 
(Ey Muhammed) tu di çi karî da dibî bibe û ji Qur’anê çi bixwînî û hûn çi karî bikin û hûn di nava wî karî da mijul bibin, bi rastî em li ser wî ra şahid in. Biqasî misqalê zerre jî, ne li erdê û ne jî, li asîman tiştek ji Rebbê te ra veşartî namîne. Dixwazî bira ji vîya piçuktir be û dixwazî bira ji vîya mezintir be hemu di Kitêba mubîn (Levhî mahfuz) da ye. (Yûnis-61)
 
 
Bibêje: “ Di nava min û we da ji şahidîyê ra Xweda bes e. Ew ji karê evdê xwe xeberdar e û dîdar e. (Îsra- 96)
 
 
Ên bune kafir jî wuha dibêjin: “Tu (bi pêxemberî) nehatî şandin.” Ji wan ra bibêje: “Di nava min û we da, ji şahidiyê ra Xweda bes e.” (Rad-43)
 
 
Emê ji nêz ve ayetên xwe hem di afaqê /asmîn de û hem di nefsa wan de nîşanê wan din ku bira rastîya Qur’anê ji wan re kifş bibe. Ma qey ji her tiştî re şahidîya Rebbê te nebese? (Fûsîlet- 53)
 
 
HER TİŞTÎ DİBİHÎSE Û DİBÎNE.
 
 
Di rêya Xweda de şer bikin û bizanibin ku Xweda, bihîstkar û zana ye. (Beqere-244)
 
 
Xweda, emrê we dike ku hûn emanetan bidin ehlê wan û gava we di nava mirovan da hukim kir bi edaletê hukim bikin. Xweda, bi vêya şîretên rind dide we. Bêşik Xweda, bihîstkar û dîdar e (dibîne). (Nîsa- 58)
 
 
(Ji wan ra ) bibêje: “Ma hûn ji Xweda pêve ji tiştê ku kar û zirara wan nagîhîje we ra îbadet dikin? Lê Xweda, bihîstkar û zana ye. (Maîde-76)
 
 
Bibêje Xweda bi dema mayîna wan çêtir dizane. Xeyba erd û esmanan di bin îdara wî da ye. Ew çi rind dibîne û ew çi rind dibihîse! Ji mirovan ra ji wî pêve welîyê wan tune. (Kehf- 26)
 
 
Han ew Xwedayê ku Rebbê we ye Ev e. Ji wî pêvtir îlah tune. Ew xaliqê hemu tiştîye. Ji wî ra evdîtîyê bikin, ew ji hertiştî ra wekîl e.
 
Çav nikarin wî îdraq bikin. Lê ew hemu çavan îdraq dike. Ew letîfe û ji hemu tiştî xeberdar e.
 
(En’am- 102-103)
 
 
Lİ SER HERTİŞTÎ ÇAVNÊR Û PARİZVAN (MUHAFİZ) E.
 
 
Kî di karekî rind (û bi xêr de) navçuyîtîyê (şefaetê) bike, wê jê ra parek jê hebe. Kî jî, ji karekî pîs ra şefaetê bike, wê ji wî ra jî, parek jê hebe. Xweda, li ser her tiştî parizvan/muhafiz û qadirê hemu tiştî ye. (Nîsa-85)
 
 
Bavê wan ji wan ra gotibu: “Wekî ku berê min birayê we emanetî we kiribu, ma ez wî jî emanetî we bikim? Lê muhafizê herî bi xêr Xweda ye û Ew Rehîmê Rehîman e. (Yûsif-64)
 
 
(Kurê wî) got: “ Ezê xwe bavêjim çîyakî, wê ew min ji avê biparêze.” Nuh got: “Ji xêynî ewên ku Xweda rehma xwe lê kiriye îro parizvan/ muhafiz tune.” Û pêlek kete nava herduyan û kûrê wî jî, bu ji ên xeniqandî. (Hud-43)
 
 
Lê tu hêzeka Îblîs li ser wan tunebu. Ji bo ku em ewên bi axretê bawer kirine û ên jê dudile ji hev bikin (me ev keys dabu wî). Bi rastî Rebbê te li ser her tiştî parêzvan /muhafiz e. (Sebe’-21)
 
 
Jİ HER TİŞTÎ XEBERDAR (HAYDAR) E.
 
 
 
Nîmetê ku Xweda dabu we û sozê ku we dabu wî bînin bîra xwe. We gotibu: “Me bihîst û îtaet kir.” Ji Xweda bitirsin, lewra Xweda bi tiştê di sîngan (dilan) de veşartî ye dizane. Maîde- 7)
 
Ew bi tiştê erd û esmanan dizane. Ew bi tiştê hûn vedişêrin jî, eşkera dikin jî dizane. Xweda bi nava dilan dizane. (Texabûn- 4)
 
 
(Ey Muhammed) tu di çi karî da dibî bibe û ji Qur’anê çi bixwînî û hûn çi karî bikin û hûn di nava wî karî da mijul bibin, bi rastî em li ser wî ra şahid in. Biqasî misqalê zerre jî, ne li erdê û ne jî, li asîman tiştek ji Rebbê te ra veşartî namîne. Dixwazî bira ji vîya piçuktir be û dixwazî bira ji vîya mezintir be hemu di Kitêba mubîn (Levhî mahfuz) da ye. (Yûnis-61)
 
 
Ji teblîx kirinê pêvtir li ser pêxember tiştek tune. Xweda bi tiştê we eşkera kiriye jî, veşartîye jî dizane. (Maîde- 99)
 
 
Rebbê me! Tiştê em veşêrin jî, eşkera bikin jî tu pê dizanî. Lewra li erd û esmanan tu tişt ji Xweda ra veşartî namîne. (Îbrahîm-38)
 
 
Bi rastî ew, bi gotinên eşkera jî dizane bi ên hûn vedişêrin jî dizane. (Enbîya-110)
 
 
Elîf. Lâm. Râ. Ev kitêbek ji alîyê wî Xwedayê ku xwedî hukum û hîkmet e û ji hertiştî xeberdare ve hatiye mûhkem kirin û paşê yek bi yek hatiye îzahkirin.(Hud-1)
 
 
Baş bizanibin ku, ew ji bo ku xwe ji wî veşêrin, sîngê xwe ditewînin. Dîsa baş bizanibin ku, gava ew xwe li kincên xwe dipiçikînin jî, Ew bi tiştên vedişêrin jî, eşkere dikin jî dizane. Lewra Ew bi nava sîngan dizane. (Hud-5)
 
 
Tu gotinê eşkere jî biki (veşêrî jî yeke). Ew bi veşartîyên veşartîyan dizane. (Taha-7)
 
 
Ma tu nabînî Xweda, bi hemu tiştê erd û esmana dizane? Sê kes bi dizî di nava xwe da bipeyîvin, yê çaran miheqeq Ew e. Pênc kes bi dizî bipeyîve yê şeşan Ew e. Ji vêya kemtir bin jî, pirrtir bin jî miheqeq ew bi wan ra ye. Paşê roja qiyametê wan ji kar û kirinên wan haydar dike. Lewra Xweda bi hemu tiştî dizane. (Mucadele-7)
 
 
HER TİŞT BÊ MÎNAK (MÎSAL) XULUQANDİ YE.
 
 
Ewê erd û esman ji tunebunê (bê mînak) xuluqandîye Ew e. Ma wê çawa zarokê wî çêbibe? Ji wî ra heval (jin) ek jî tune. Hemu tişt wî xuluqandîye û ew bi hemu tiştî dizane.(En’am-101)
 
 
Dİ QUR’ANÊ DE WESFÊN XWEDÊ TEALA – 3
 
FİKRÎ AMEDÎ
Bİ XEYBÊ DİZANE.
 
Kilîtên xeybê li bal wî ne. Ji wî pêvtir kes bi wan nizane. Ew bi hemu tiştê di behrê û bejîyê da dizane û her pela dikeve ew pê dizane. Liba (heba) di nava tarîtîyên erdê da û qe tiştekî terr û hişk tuneye ku di kitêba mubîn da tunebe. (En’am-59)
Bibêje: “Li erd û esmanan ji Xweda pêve tu kes bi xeybê nizane.” Haya wan, bi dema zîndebuna wan jî tuneye. (Nemil-65)
 
Ew ji te dipirrsin ka saeta qiyametê kîngê ye? Bibêje: “Îlmê wê li bal Rebbê min e. Ji wî pêvtir kes nikare dema wê îzah bike. (dema wê) ji erd û esmanan ra giran hatiye. Ew ji we ra nişkave tê.” Dibê qey tu bi hatina wê zanî tên ji te dipirrsin. Bibêje: “Îlmê wê li bal Rebbê min bitenê ye. Lê pirrên mirovan bi vêya nizanin.” (Araf-187)
 
Bêşik îlmê saeta qiyametê li bal Xweda ye. Baranê dibarîne û bi tiştê di Rehîman de ye dizane. Kes nizane ku wê sibê çi bi dest xwe bixe. Tu kes jî nizane ku wê li kuderê bimre. Bêşik Xweda, zana ye û xeberdar e. (Loqman-34)
 
Û dîsa Xweda gotibu: “Ey Îsayê kurê Meryemê! Ma, te ji mirovan ra gotibu: ”Dev ji Xweda berdin û min û dîya min ji xwe ra bi îlahî bigrin?” Gotibu: “Heşa, te tenzîh dikim. Heddê min neketîye ku ez tiştekî neheqq bibêjim. Eger min gotibuya te bi vêya dizanibu. Bêşik yê ku bi xeybê dizane tuyî tu. (Maîde- 116)
 
 
HER TİŞT Jİ TUNEBÛNÊ ÇÊKİRİYE.
 
 
Ew xaliqê erd û esmanane. Gava ew bixwaze tiştekî bixuliqîne jê ra dibêje: “Bibe,” ew jî hema çêdibe. (Beqere-117)
 
Gava em tiştekî bixwazin, Bitenê em jêra dibêjin : “Bibe” ew jî hema dibe. (Nehl-40)
 
(Xweda ji wî ra wuha kerem kir:) “Ey zekerya! Bi rastî em mizgîna zarûkekî ku navê wî Yehya ye didin te. Me heta aniha ev nav nedaye kesî.”
 
(Zekerya) Gotibu: “Rebbê min! Zarokê jina min çênabe û ez jî gîhîştîme paşîya kalîtîya xwe ma wê zarokê min çawa çê bibe?”
 
Awa ye. Rebbê te kerem kir ku: “Ev ji min ra pirr hêsan e. Berê jî tu qe ne tiştek buy lê me tu xuluqandî. (Meryem-7-9)
 
Ewê erd û esman bi heq û hikmet xuluqandîye Ew e. Roja ku bibêje: “Bibe” hema (hemu tişt) çêdibe. Peyva wî heqq e. Roja ku li surê tê pifkirin jî, mulk ê wî ye. Ew bi tiştê veşartî û eşkere dizane. Ew xwedî hukum û hîkmet e û (ji her tiştî) xeberdar e. ( En’am- 73)
 
 
HEWCEYÊ TU TİŞTEKÎ NÎNE.
 
 
Kî cîhadê bike, bi tenê ew ji bo xwe cîhadê dike. Bêşik Xweda ji aleman mustexnî ye (ne hewcîyê tu kesî ye). (‘Enkebut-6)
 
Ew kesê ku ji kitêbê îlmek li bal wî hebu jî, wuha got: “Ezê wî textî ji te ra bînim, berî ku tu çavê xwe bigrî û vekî (bikutî). Gava Silêman ew li cem xwe dît; got: “Ev ji fezleka Rebbê mine. Min îmtîhan dike ku, ka ez şukir dikim yan nankor im. Heçî kesê şukir bike; ew ji bo xwe şukir dike û kesê ku nankorîyê bike jî, bêşik Rebbê min Xenî (zengîn/ hewceyê tu kesî nîne) û Kerîm e. (Nemil-40)
 
Gelî mirovan! Hûn hemu hewceyê Xweda nin. Lê Xweda, xenîye (zengîne û ne hewceyî tu tiştî ye) û Hemîd e (hemd û sena ji bo wî ye). (Fatır-15)
 
Musa gotibu: “Eger hûn û ewên li ser erdê hemu înkar bikin jî, bêşik Xweda ne hewcîyê tu tiştekî ye û layiqê hemdkirinê ye. (Îbrahîm-8)
 
Gotinek xweş û mexfîret (efu kirin), ji sedeqa ku di pêy da ezîyet û cefa tê çêtire. Xweda, Xenî (zengîn/hewceyê tu tiştekî nîne) û Helîm (mulayîm) e.(Beqere-263)
 
Hûn awa nin. Hûn hatine gazîkirinê ku di rêya Xweda de înfaq bikin lê di nava we da hinek temayî /çikosî yê dikin. Kî temayî yê bike êdî ew ji xwe ra dike. Xweda jî zengîn e, hûn xizan in. Eger hûn rû bizivirînin, wê we bi qewmekî din biguherîne û ew ne wek we ne jî. (Muammed-38)
 
 
HER HEBÛN/HEYÎNÎ HEWCEYÊ WÎ YE.
 
 
Xweda bi kêmasî semed e (her tişt hewciyê wî ye lê ew ne hewcîyê tu tiştekî ye). (Îxlas-2)
 
Gelî mirovan! Hûn hemu hewceyê Xweda nin. Lê Xweda, xenîye (zengîne û ne hewceyî tu tiştî ye) û Hemîd e (hemd û sena ji bo wî ye). (Fatir15)
 
 
Jİ HEMU KÊMASÎYAN BERÎ YE.
 
 
Ma qey ew li ser rûyê erdê qe nagerin ku, aqubeta ên berê wan çawa buye bidîtana. Ew ji wan bi quwwetir (hêztir) bun jî. Tiştê ku li erd û esmanan ji Xweda re bibe manî tune. Ew zana ye û qadirê hemu tiştîye. (Fatir-44)
 
Bibêje: “Hemd ji Xweda ra ku ji xwe ra zarûk negirtîye û di mulk da şirîkê wî tune û ji ber acizîyê, jê ra alîkar tune û ne hewcîyê tiştekîye û wî bi tekbîran mezin bike. (Îsra-111)
 
Ewê ku hûn xuluqandine, paşê riziq daye we, paşê hûn mirandine û paşê wê ji nuhve da heyatê bide we Xweda ye. Gelo di nava şirîkên we da yekê ku dikare evanan bike heye? Ew ji tiştê ku ew pê şirîkatîyê dikin berî ye, bilind e. (Rom-40)
 
Ma qey nabînin ku; ew Xwedayê, di xuluqandina erd û esmanan de naweste, dikare mirîyan jî vejîne? Belê, ew qadirê hemu tiştî ye. (Ehqaf-33)
 
Bi sond me erd û esman û tiştê di nabeyna herduyan de di şeş rojan de xuluqand û tu betilandin jî negîha me. (Qaf-38)
 
 
NE WELİDÎYE Û NEHATİYE WELİDANDİN.
 
 
Ne welidîye û nehatîye welidandin. (Îxlas-3)
 
Wuha gotin: “Xweda ji xwe ra zarok peyda kiriye.”Heşa! Ew ji tiştê awa dûr û berî ye. hemu tiştê li erd û esmanan ê Xweda ye. Di vê xususê da di destê wan da jî, qe delîlek tune. Ma hûn di heqê Xweda de, tiştê ku pê nizanin dibêjin? (Yûnus-68)
 
Qet nabe ku Xweda ji xwe ra zarû bigre. Ew ji tiştên awa dûr berî ye. Gava ew bixwaze tiştek bibe, bi tenê dibêje: “Bibe” ew ji hema çêdibe. (Meryem- 35)
 
 
XWEDÎYÊ MULK E.
 
 
Ma qey tu nizanî, bi rastî hukumranîya erd û esmanan ê Xweda ye? Ji bo we ji Xweda pêve dost u alîkar tune ye. (Beqere-107)
 
Mulkê erd û esmanan û ên di nabeyna herduyan da yê Xweda ye. Ew qadirê hemu tiştîye. (Maîde-120)
 
Ew Xweda ku hemu tiştê li erd û esmanan ê wî ye. Ji ber ezabê zor û asê wey li halê kafiran. (Îbrahîm- 2)
 
Hemu tiştê li erd û esmanan û tiştê di nabeyna evanan de û tiştê di binê axê da ê wî ne. (Taha-6)
 
Tu tişt tuneye ku xizneyên wî ne li bal me be. Lê em wî li gorî pîvanekî dadixin. (Hîcr-21)
 
Kilîtên erd û esmanan ê wî ye. Ew ji kî ra bixwaze, rizqê wî zêde dike û kêm dike. Ew bi hemu tiştî dizane. (Şura-12)
 
 
WARİSÊ HER TİŞTÎYE.
 
 
Bêşik em vedijînin û em dikujin. Warisê hemuyan jî emin em. (Hîcr-23)
 
Bêşik emê bibin warisê hemu tiştê erdê û ser erdê. Wê hemu mirov ber bi me da bêne vegerandin.(Meryem-40)
 
Me gelek bajarên di nava refahê de fahş-har bune helaq kir. Han cîyê wan; di piştî wan de pirr hindik li wir hate rûniştandin. Em ji wan ra bun waris. (Qeses-58)
 
 
EW XWEDÎYÊ ERD Û ESMANAN Û NABEYNA HERDUYAN E.
 
 
Baş bizanibin ku, li erd û esmanan kî hebe ê Xweda ye. Ewên ji xêynî Xweda ji yekê din ra îbadet dikin hene, bi rastî ew jî, ji wan şirîkan ra îbadetê nakin. Ji gumana xwe tenê ra îbadetê dikin. Ew bi texmîn û gumanê derewan dikin. (Yûnis-66)
 
Ew Rebbê erd û esmanan û (Rebbê) hemu tiştê di nabeyna wan da ye. Ji wî ra îbadet bike û di îbadeta xwe da sebir bike. Ma qe tu bi yekê wek wî dizanî? (Meryem-65)
 
Ew Rebbê erd û esmanan û tiştê nabeyna herduyan e. Rebbê rojhilatane jî. (Saffat-5)
 
 
HER TİŞT Lİ GORÎ PÎVANEKÊ XULUQANDİYE.
 
 
 
Xweda bi hemu tiştê ku mê pê avis dibin û di rehîman da çi kêm dikin û çi zêde dikin dizane. Li bal wî hemu tişt li gorî pîvanekîye. (Raad-8)
 
Wî ew hemu zeft kiriye û yek bi yek jimartî ye. (Meryem-94)
 
Lê me her tişt nivisandîye û jimartiye. (Nebe’-29)
 
Ewê kitêb û mîzan bi heqî daxistiye Xweda ye. Tu çi dizanî, dibeku saeta qiyametê pirr nêz be? (Şûra-17)
 
Ji bo ew baş bizanibin ku wan rîsaleta Rebbê xwe rast teblîx kirine. Xweda hemu tiştê li cem wan hewîrdor zeft kiriye û her tişt yek bi yek jimartî ye. (Cinn-28)
 
Wî esman bilind kiriye û mîzan danî ye. (Rehman-7)
 
Wê ji cîyekî ku qe guman nedikir rizqekî bidê. Kî xwe bispêre Xweda, ew ji wî ra bes e. Bêşik Xweda emrê xwe tîne cî. Xweda ji bo her tiştî pîvanek danîye. (Telaq-3)
 
Eger Xweda, rizqê evdê xwe zêde bikira, wê li ser rûyê erdê har bibuna. Lê ew li gorî xwestina xwe dadixîne. Lewra ew ji rewşa evdê xwe haydare û dîdar e (dibîne).(Şûra-27)
 
 
BİLİND Û MEZİN E.
 
 
Di hizûra wî de, ji xêynî şefaeta kesê ku Xweda destur dayê, şefaeta tu kesî bi kêr nayê. Gava tirs ji dilê wan tê derxistin; ji hev ra dibêjin: “Rebbê we çi got?” Dibêjin: “Tiştê heq got.” Ew, pirr bilind û pirr mezin e. (Sebe’-23)
 
Tiştê li esmanan û li erdê ê wî ne. Ew,bilind û mezin e. (Şûra-4)
 
 
TİM ZÎNDE YE.
 
 
Tu xwe bispêre wî Xwedayê ku qe namire û zînde ye. Wî bi hemd û sena tesbîh bike. Bi haydarbuna gunehên evdê xwe ra ew bes e. (Furqan- 58)
 
Allah; ji Wî pêve îlah tune. Zînde ye, bi zatê xwe qayîm e. Ne dihênije û nejî xew pê digre. Li erd û esmanan çi hebe ê Wî ye. Ma heta destûra Wî tunebe, kî kare li balê şefaetê bike? Ew bi tiştê pêş û paşê wan dizane. Ew ji xêynî tiştê Wî xwestîye, ji îlmê Wî tiştekî fahm nakin. Kursîya Wî erd û esman zeft kiriye. Parastin (û telandin) a wan, ji wî ra giran nayê. Ew pirr bilind û pirr mezine. (Beqere-155)
 
Ew Heyy (zînde) ye. Ji wî pêve îlah tune. Dîn ji wî tenê ra xalis bikin û jê ra duâ bikin. Hemd ji Rebbê alemê ra ye. (mu’mîn- 65)
 
 
XWE ŞAŞ NAKE Û Jİ BÎR NAKE.
 
 
Cebraîl gotibu: “Ey Muhammed!”) Em bi bi emrê Rebbê te tenê dadikevin. Tiştê li pêşîya me û li paşîya me û tiştê di nabeyna wan da hemu ê Wî ne. Rebbê te tu tiştekî ji bîr nake. (Meryem-64)
 
Musa got: “Îlmê wan li cem Rebbê min, di kitêbekî da nivisandî ye. Rebbê min şaş nake û ji bîr nake.” (Tâhâ 52)
 
 
SECDE JÊ RE TÊKİRİN
 
 
Ma qey li tiştê ku Xweda Xuliqandiye mêze nakin. Sîyê wan ji qudreta Xweda ra situ ditewînin û di çep û rastê wan da secde dikin.
 
Li erd û esmanan hemu candar û melaîket ji Xweda ra secde dikin û qe mezinayî û quretîyê jî nakin. (Nehl-48-49)
 
Di qismekî şevê de jê ra secde bike û şev wî dirêj dirêj tesbîh bike. (Însan- 26)
 
Ma qey tu nabînî ku; hemu tiştê li erd û esmanan- roj û hîv û sitêrik û dar û heywan û pirrên mirovan ji Xweda re secde dikin û li ser gelekan jî ezab heq buye? Xweda kî rezîl bike êdî kesê ku rûmetê bide wî tune. Bêşik Xweda tiştê bixwaze dike. (Hecc-18)
 
 
TESBÎH JÊ RE TÊKİRİN.
 
 
Ewr bi gurîna xwe ji wî ra hemd dikin û melaîket jî, ji tirsa wî, jê ra tesbîh dikin. Birûskan dişîne û bi evanan ji kîjanê ra bixwaze li wî dixe. Lê ew dîsa ji di heqê Xweda de munaqeşê dikin. Lê hêz (û cezayê) wî pirr zor û asê ye. (Raad-13)
 
Heft esman û dinya û tiştê di nava wan de wî tesbîh dikin. Tiştê ku wî bi hemd tesbîh neke tune. Lê hûn ji tesbîhata wan fahm nakin. Ew Xefur û Rehîm e. (Îsra- 44)
 
Hemu tiştê li erd û esmanan Xweda tesbîh dike. Ew, Ezîz e û xwedî hukum û hîkmet e. (Hedîd- 1)
 
Li erd û esmanan çi hebe ê wî ye. Ewên di hizûra wî da jî, ji bo îbadetê ne quretîyê dikin û ne jî dibetilin,
 
Şev û roj wî tesbîh dikin. Qe aciz nabin. (Enbîya-19-20)
 
Ma qey tu nabînî ku; hemu kesên li erd û esmanan û hemu teyrê ref bi ref, Xweda tesbîh dikin. Bêşik her yekê bi duâyên xwe û tesbîhê zani bu. Xweda bi kar û kirinên wan dizane. (Nûr- 41)
 
Me çîya dabu bin emrê wî. Sibeh û êvarê bi wî ra ew tesbîh dikirin.
 
Û me hemu teyr û çuçikên ji her alî ve dihatin û diciviyan jî da bin emrê wî. Her yekê bi wî ra zikir û tesbîh dikirin. (Sad-18-19)
 
 
HEMD JÊ RE TÊKİRİN.
 
 
Hemd, ji bo Wî Xwedayê Rebbê alemê ye.(Fatîhe-2)
 
Hemd ji Xweda re ku hemu tiştê li esman û erdê ê wî ne. Li axretê jî, hemd ji bo wî ye. Ew, xwedî hukum û hîkmet e û ji her tiştî xeberdar e. (Sebe’-1)
 
Ew ji wuha dibêjin: “Hemd ji Xweda re ku wî wada xwe rast deranî û em ji vê derê ra kirin waris. Em ji cinnetê ku derê bixwazin, li wê derê bi cî dibin. Xelata xebatkaran çiqas rind e!”
 
Tu dibînî ku, melaîketan hewîrdorê Erşê zeft kirine û bi hemd û sena Rebbê xwe tesbîh dikin. Di nava wan de bi heqqî hukum hatiye dayîn û hatiye gotin; hemd ji bo wî Xwedayê Rebbê alemê ye. (Zûmer-74-75)
 
Hemd ji wî Xwedayê ku erd û esman xuluqandîye û ronahî û tarîtî çêkirîye ra ye. Ewên înkar kirine dîsa jî, jê ra (hinek tiştên din) yek digrin. (En’am-1)
 
Amedekar FİKRÎ AMEDÎ /UFKUMUZ nET
 
== Çavkanî ==