Ûsiv û Zelîxe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Nivîsên Polat CAN
 
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
== '''Ûsiv û Zelîxe...''' pirtûkeke [[Heciye CİNDÎCindî]] =='''ye.
'''
== Ûsiv û Zelîxe... Heciye CİNDÎ =='''
 
Polat Can
 
 
Pirtûkeke din jî derbasî pirtûkxaneya Kurdî bû!
 
“Ûsiv û Zelîxe” pirtûka profsorê Kurd yê bi nav û bang Heciyê Cindî, bi bona 95 saliya jidayîkbûna wî, ji aliyê keça wî Firîda Cewarî hate weşandin.
Line 25 ⟶ 18:
 
Le hemberî hemû zor û zehmetiyên ku Kurdên Qafqasya tê de dijîn jî, dîsa jî wan serê xwe li hemberî mercên zehmet netewandin û bi îsrar dixwazin ku berhem û afrandinênxwe yên Kurdî derxin ronahiyê.
 
 
LÊK: Heciyê Cindî kî ye?
 
Heciyê Cindî: prof. Heciyê Cindî, di sala 1908- de, li Gundê Amançayîr girêdayî Qersê Bakurê Kurdistanê ji malbakteke Kurdên Êzîdî jidayîkbûye. Di salên a918-an de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên Tirkan, ew dirivin derbasî aliyê Suvyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her eiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bi xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Hey asala 1929-an, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930-an de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyayê dibe. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932-an de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û floklora Kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930-an de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radoyê Kurdî(ku tenê nûçe diweşandin)de xebitî. Serokê akadÎmya pedogojiya Kurdî ya li Ermenîstanê bû. Di sala 1938-an de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên Kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê Kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di yekîtiya rewşenbîrên Kurd, di yekîtiya nivîskarên Kurd, di akadîmya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftîbû. Yekemîn Kurd liQafqasya ku keçênxwe dişîne dibistanên bilind ewebû, yekemîn Kurd yê Qafqasya ku eçên xwe bêyî Qelen û li gorîdaxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Suvyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Prof. Heciyê Cindî, di 1-ê Gulana sala 1990-î, çavênxwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.
 
Li pey xwe zêdetirî 110 pirtûk, berhevok û lêkolîn hîştin! Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.
 
.