Midyad: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 35:
== Civak ==
 
Li navenda bajêr û gundên derûdorê bi piranî [[kurd]] dijîn, lê hejmarek biçûk [[suryanî]] û [[ereb]] jî dijîn. Li vî bajarî ji alîyekî ve dengê naqosên dêra, ji alîyê din ve bangên melayan di heman demê de tên bihîstin. Îro Midyad ji du beşan pêk tê. Yek jê [[Êstil]] e ku piraniya şêniyên wê [[Mehelmî]] ne, ya din jî Midyada kevin e ku piraniya şêniyên wê kurdên sunî û xirîstyaniyênaramî–suryanîyên aramî–suryanîxiristyanî ne. Li gundên derdora Midyadê heta beriya çend salan gelek gundên kurdên [[êzîdî]] jî hebûn, lê niştecihên wan gundan ji ber zilma dewleta tirk û [[cahş]]ên herême neçar man û di salên heşteyî û nodî de warê xwe terk kirin û koçî [[Ewropa]] kirin. Ji ber heman sedeme piraniyê rûniştvanên [[xirîstiyanî]] jî Midyad û gundên derdorê terk kirin û wan jî koçî rojavayê Tirkiyê - bi taybetî Stembolê - Ewropa û welatên din kirin. Îro hejmarek kem xirîstiyanî û kurdên êzidî li Midyadê û gundên derdorê wê mane. Li gor serjimartinên şêniyan di sala [[1997]]'a de 61.378 kes li Midyadê dijiyan.
 
== Dîroka Bajêr ==