Gomada: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 5:
Li jêr wergera nivîsên li bêstûn ên di derbarê Gomada de hene.<ref>[http://www.livius.org/be-bm/behistun/behistun03.html Nivîsên li ser zinarê Bêstûnê]</ref>
 
* (Benda 10'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Tişta di dorê de piştî ku ez bûme [[key]] pêk hat. Kurekî [[Kûruşê II|Kûruş]], yê bi navê [[Kambîz]], yê ji xanedaniya me berî min li vir key bû. Birayekî Kambîz yê bi navê [[Bardiya]] hebû ku dê û bavên wî heman dêbavên Kambîz bûn. Piştre , Kambîz Bardiya kuşt. Hinga Kambîz, Bardiya kuşt ev ji aliyê mirovan ve nedihate zanîn. Piştî vê re Kambîz çû [[Misir]]ê. Dema Kambîz di nava Misirê de rêwîtiya xwe berdewam dikir, mirov bûne dijmin û derew belav bûn li welat , li [[Persiya]] û [[Medya (welat)|Medya]] û [[Satrap|satrapiyên]] din jî.
 
* (Benda 11'an) [[Daryûs I|Key Daryûs]] dibêje: Piştre zilamek hebû bi navê Gomada, ku magî bû, li [[Payşiyavada]] ''(Paišiyâuvâdâ)''<ref>[http://www.livius.org/paa-pam/paishiyauvada/paishiyauvada.htm Agahî di derbarê vî bajarî (Paišiyâuvâdâ) de]</ref>, li çiyayekî bi navê Arakadrîş serhildan pêk anî. Di roja çardehê meha [[Viyaxana]] ''(11'ê adarê)'' de serî hil da. Wî ji mirovan re derew kirin û got: "Ez Bardiya me , kurê Kurûş û birayê Kambîz im." Piştî vê re hemû mirovan serî hil da û ji Kambîz serkevtin bi dest xistin, li her du satrapiyên Medya û Persiya , herwiha li satrapiyên din jî. Wî keyanî zemt kir; di roja nehem a meha [[Garmapada]] ''([[1'ê gelawêjê|1'ê tebaxa]] [[522]]'ê b.z.)'' de wî keyanî zemt kir. Piştre Kambîz ji sedemên xwezayî jiyana xwe ji dest da.