Husên Hesen: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
+sererastkirin
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Derhêner Husên Hesen ku klîba wî wekî ''klîba herî serketî''{{fact}} hate hilbijartin, bi fîlmê [[Û Nêrgiz Bişkivîn]] eleqeyeke mezin dît, niha jî ji bo ku fîlmekî li ser Enfalê bikişîne ji Hikûmeta Kurd li benda alîkariyê ye.
 
Derhênerê başûrî Husên Hesen bi kişandina klîban nav û dengê wî hat bihîstin. Bi klîba ku ji bo strana Hesen Şerîf "Beyta Laleş" kişandibû di Festîvala Klîban a Zaxoyê de xelata klîbê kerî serketî girt.{{fact}} Ji wê rojê ve derhêner Hesen klîban dikişîne û niha ji bo kişandina hin klîban hat Stenbolê.
Rêz 7:
Li gor wî rihê klîbên kurdî gihîştiye asta dinyayê lê ji aliyê teknîk û tiştên wisa de hê li paş e.{{fact}}
 
Husên Hesen tevî [[Mesûd Arif Salih]] yekem fîlmê metrajdirêj bi navê "Û Nêrgiz Bişkivîn" kişandibû. Fîlmê ku qala têkoşîna pêşmergeyên kurd ên di salên [[1970]]'yî yên li hember zilma [[Sedam]] dikir di 30'emîn [[Festîvala Montrealê]] de hat nîşandayîn û gelek eleqe dît. Derhêner Hesen niha dixwaze fîlmekî li ser [[Enfal]]ê bikişîne. Ji bo kişandina fîlm di sala [[2006]]'an de serî li [[Wezareta Çandî ya Hikûmeta Kurdistanê]] daye lê jê gazinc e ku hê alîkarî negirtiye.
 
Navê fîlm "Her man" daniye{{fact}} û fîlm qala çîrokek keçek kurd a berî Enfalê dike. Fîlmê ku dê çîroka wê heta 1988'an bûyera Helebçeyê jî bê û heta bigihîje qampên ku kurdên Başûr li bajarên Bakur çêkirin, di heman demê de çîrokeke evînî ye.