Quran: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Flag_of_Turkey.svg]]
'''Qur'an''' [[pirtûk|pirtûka]] pîroz a [[Îslam|Îslamê]] ye.
 
Li gor dînê Islamê çar kîtabên munezzel, ango yên ji aliyê Xwedê ve hatine li ser rûyê erdê (nazil bûne). Her yekî ji wan bo pêxemberekî Xwedê bo rêsanedana wî bo insanan hatiye rêkirin.
 
Qur‘anî Kerim, gotinên Xwedê ye û ew di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Hz. Muhammed, gava ku ew 40 salî bû, di seva leylet el-qadirê ji aliyê Xwedê ve hatiye rêkirin. Qur‘an ji 104 sûretan (sûreyan), 6666 ayetan û 77.934 (77.437) gotinan hatiye çêkirin.
 
== Kitêbên pîroz berê Qur'anê ==
 
Kitêba yekemîn ku ji aliyê Xwedê ve hatiye erdê [[Tewrat]] e. Xwedê ew bo [[Hz. Musa]] (A.S.) rêkiriye. Lê ew 750 salan pistî nazilbûna xwe hate komkirin. Hz. Davud (A.S.), texmînen, berî Mîladê, qernê (sedsalê) VIII‘an de jiya ye. Xwedê [[Zebûr]] ji bo xatirê wî rêkiriye. Bo Tewrat û Zeburê, bi hevre"Ahd-î, Atîk" tê gotin. Berî Mîladê di sala 1200‘an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yeke 1000 salan dewam kiriye.
 
[[Încîl]] jî (di Ahdî Ceddîd de) ku bo Îsa Pêxember hatiye rêkirin, jî di cih de ne hatiye nivîsandin. Pistî Mîladê sala 110‘an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin. Qur‘an di sala 610‘an, pistî Mîladê, bo Hz. Muhammed hatiye xwarê. Û ew di çaxeke kurt de hatiye nivîsandin. Ji van her çar kitêbên Xwedê re "Kîtabên Îlahî)" (Kîtabên Xwedayî, tê gotin. Li gor gelek dîtinên cihê, cihê, ji van ew her sê "kîtabên îlahî, ango Tewrat, Zebûr û Incîl, di pêvajoya dîrokê re naveroka wan hatine guhetin, ew ji rastiya xwe hatine dûrêxistin. Lê, li gor musilmanan, ev yeke bo Qur‘anê ne welêye, ew ya heqîqiye.
 
==Çêbûna Qur'an==
Li gorî dînê Islamê, kitêba Qur‘anA Kerîm ji gotinên Xwedê hatiye çêkirin. Ew kitêba dawiyê ye ku ji aliyê Xwedê ve û ji bo pêxemberê yê dawiyê, Hz. Muhammed, gava ku ew 40 salî bû, di sala 610, di seva "Leylet-el Qadir" de, bi rêya wehiya Xwedê, bi rêya melekê Xwedê, Cebraîl ve hatiye rêkirin. Qur‘an-a Kerîm, hino-hino, ayet bi ayet, dihate rêkirin. Ji xwe jî, Xwedê, bo vê yekê jî weha dibêjê: "(Me) Quran-a Kerîm bo insanan, çax bi çax, da ku bixwînin û têbigihin,lê, li hino-hino belavkiriye û rêkiriye (el-Îsra: 160)". Rêkirna Quranê, bi vî awayî ew bo parastin û jiberkirina wê hesanîtri kir .
 
Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Hz.Muhammed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizqur‘anan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Hz. Muhemmed (S.A.W), cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.
 
Hersal di meha Remezanê de, Hz. Muhammed 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qur‘ana ku ji Cebraîl (R.A) re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Qîza Hz.Muhammed, Hz.Fatîma, dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Qîza min, her sal Cebraîl carekê Qur‘an dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre(R.A) jî: "Resullullah (S.A.W) her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Qur‘an da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Pistî wefata Pêxember, di çaxê Hz.Ebubekir de, di serrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafizqur‘an sehîd bûn. Ev yeka he Hz.Omer tirsand. Wî mûracatî Hz.Ebubekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Hz.Muhammed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn.
 
Pistî wefata Ebubekir, ew teslîmî Hz. Omer hate kirin û di taliyê de, gava Hz.Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.
 
Qur‘an li gor van bingehînan hatiye rêzkirin:
 
[[Sûre]]: Maneya Şeref, rutbeya mezin yan jî bingeha xanî didê. Li gor ilmê tefsîrê Qur‘ an ji qismên sûreyan tê pêkanîn. Sûre jî, ji ayetan tê pêkanîn. 104 sûre ango qisim yên Quranê hene.
 
[[Ayet]]: Maneya , elamet, îsaret, îbret, delîl , mucîze didê. Li gor ilmê tefsîrê, ayet maneya, yan jî hukmekî îfade dikê.
 
Hijmara ayetan, li gor Zemahserî 6666. Ji wan hezar ayet Imre, hezar Nehye, hezar Wa‘de, hezar Wa‘îde(tehdîde), hezar dengûbas û qise, hezarek jî ibret; 500 Ehkam(helal û heram), 100 tesbih û dua û 66 jî di warê nesîhetê de ne.
 
Gotinên Quranê li gor Medîneyiyan, 77.934, li gor Mekeyiyan 77.437.
 
 
== Qur'an bi kurdî ==
Qur'an bi [[erebî]] hat nivîsandin, ji aliyê [[Husein Muhammed]] bi kurdî tê wergerandin. Wegereke din di malpera al-shia.com de heye.
{{wîkîçavkanî}}
 
==Sûre==
 
Di Qur'an de 114 [[ferker]] ([[sûre]]) heye. Binihêre: [[Sûre]]
 
==Grêdanên derve==
*[http://quran.al-shia.com/kur_eng/ Quran.al-shia.com]
*[http://www.serhed.net/tefira%20Qurane3.htm Nivîsen ser Quranê bi kurdî]
(Çavkanî: kitêba Qur‘anê, ji "Feyzü‘l- Furkan ve Meâni‘l Kuran" ku ji aliyê Hasan Tahsin Feyizli, Ankara Ümam Hatip Lisesi, Meslek Dersleri Emekli ögretmeni, Ankara 1989, Elif yayincilik", hatiye wergerandin).
 
[[category:Pirtûk]]
[[Category:Îslam]]
 
[[af:Koran]]
[[ar:قرآن]]
[[bg:Коран]]
[[bn:কুরআন শরীফ]]
[[bs:Kur'an]]
[[ca:Alcorà]]
[[cs:Korán]]
[[cv:Коран]]
[[da:Koran]]
[[de:Koran]]
[[el:Κοράνιο]]
[[en:Qur'an]]
[[eo:Korano]]
[[es:Corán]]
[[et:Koraan]]
[[eu:Koran]]
[[fa:قرآن]]
[[fi:Koraani]]
[[fr:Coran]]
[[ga:An Córan]]
[[gl:Corán]]
[[he:הקוראן]]
[[hi:क़ुरान]]
[[hr:Kuran]]
[[hu:Korán]]
[[ia:Koran]]
[[id:Al-Qur'an]]
[[ilo:Koran]]
[[is:Kóraninn]]
[[it:Corano]]
[[ja:クルアーン]]
[[ko:꾸란]]
[[la:Alcoranum]]
[[lb:Koran]]
[[ms:Al-Quran]]
[[nl:Koran]]
[[nn:Koranen]]
[[no:Koranen]]
[[pl:Koran]]
[[pt:Alcorão]]
[[ro:Coran]]
[[ru:Коран]]
[[scn:Curanu]]
[[sh:Kuran]]
[[simple:Qur'an]]
[[sk:Korán]]
[[sl:Koran]]
[[sq:Kur'ani]]
[[sr:Куран]]
[[su:Qur'an]]
[[sv:Koranen]]
[[sw:Qurani]]
[[ta:திருக்குர்ஆன்]]
[[th:อัลกุรอาน]]
[[tr:Kur'an]]
[[tt:Qör'än]]
[[uk:Коран]]
[[ur:قرآن]]
[[zh:古兰经]]