Hebîbullah Letîfî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Hebîbullah Letîfî''' (bi tîpguhêziya ji farisî: ''Habibollah Latifi'') li [[Zanîngeha Azad a Îslamî|Zanîngeha Azad]] <ref name=cnn /> xwendekarê dadê ye û çalakvanekî [[kurd]] e ku ji aliyê [[Dadgeha Şoreşa Îslamî]] ve cezayê dardekirinê lê hatiye birrîn. Sedema tawanbarkirina wî qaşo ''şerkirina li dijî Xwedê'' ye. Tê îddakirin ku Hebîb endamê [[PJAK|Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê]] ye û bi vê rêxistinê tevlî tundûtîjiyê bûye <ref name=bbc />. Lê Hebîb van îddayan qebûl nake.
 
Hebîb di [[kewçêr]]a 2007′an de hate girtin û di 2008′a de cezayê mirinê di rûniştineke tenê çend deqîqeyan domkir de hat birrîn. Piştî vê biryarê çar mehan îşkence lê hat kirin <ref name=payvand /> û di 2009′an de cezayê darvekirinê hat pejirandin <ref name=bbc />. Parêzerê Hebîb di [[22′yê berfanbar]] 2010'an daxuyand ku Hebîb wê yekşemê‚ di [[26'ê berfanbar]] 2010'an de‚ li zîndana [[Sine]]yê were dardekirin <ref name=payvand />. Parêzer ji dadger [[Sadiq Larîcanî]] ji bo bêhtir lêpirsînê bikin daxwazî kir <ref name=parisien />. Sibeha yekşemê Hebîb bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî <ref name=afp />.