Hedîs: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Flag_of_Turkey.svg]]
'''Hadîs''' (bi erebî حديث pirane أحاديث Ahadîth agahî, kevneşopî) gotin û kirinên Hz. [[Mihemmed Pêxamber|Mihemmed]] in. Ji tiştên ku [[Pêxamber]] bê gotin red yan jî qebûl kirine jî hadîs tên gotin. Ji hemû tiştên di derbarê Hz. Mihemmed ra jî [[Sinet]] a Pêxamber tê gotin. Hemû Hadîs ji naverokê (matn) û girtekê (isnad) pêk tên. Girtek bi xwe jî ji mirovên ku hadîsek riwayet kirine (rawî) tê holê. Hadîsek dikanî bi du aliyan lawaz be. Yan ji alîyê girtekê, yan jî ji alîyê rawîyan. Ji hadîsên beşa yekemin ra di gora saxlemiya xwe musnad, mursal, mutasil, munqatî, mudal û muallaq tên gotin. Ji hadîsên beşa duyemîn ra jî mevzu, metruk, munker û şaz tê gotin.
 
Mînakek ji bona girtekê: "A ji min ra got ku, wî ji B bihistîye û wî jî ji C bihistiye ku Pêxamber aha gotiye....."
 
[[Zanyar|Zanyarên]] ola [[Îslam]] ê hadîsan ji gora rewacdariyê/bawermendiyê di çar beşan da parva dikin: sahîh - xurt, resen, zexm; hasan - baş; zayîf - lawaz, bişik û maudu - nerast. Va parva kirina ji gora rewacdariya girtekê û rawîyan bi hev re dibe. Lê yê herî pirr dîsa şexsîyet û jiyana rawîyan rolekî mezin dilizî.
 
Di diroka Îslam ê da gellek [[pirtûk|pirtûkên]] hadîsan hatine nivisîn. Niviskarên yê herî navdar [[Buxarî]], [[Muslim]], [[Malik ibn Anas]] û [[Exmed ibn Hanbal]] in. Exmed ibn Hanbal bi xwe imamê mezheba [[Hanbelî]] yan e.
 
Pirtûkên navdar yên hadîsan:
 
* Sahih Bukhari, al-Dschami as-sahih
* Sahih Muslim, al-Dschami as-sahih
* Ibn Madscha, Kitab as-sunan
* Abu Dawud, Kitab as-sunan
* At-Tirmidhi, al-Dschami as-sahih fi s-sunan
* an-Nasa'i, Kitab as-sunan
* Malik ibn Anas: al-Muwatta`
* Ahmad Ibn Hanbal: Musnad ibn Hanbal
* Yahia bin Sharaful-Deen An-Nawawi, Kitab Al-Arba'in
 
[[Kategorî:Îslam]]