Di [[1'ê rezberê|1'ê îlona]] sala [[1939]]'an de Artêşa [[Hîtler]] ya [[Almanya]] [[Polonya]]yê dagir kir û şerê duyemîn ê cîhanê de ku bû sedema mirina 50 mîlyon însanî dest pê kir.
Ev roj, li hemû cîhanê weke "Roja Aştî ya cîhanê" tê pîrozkirin û di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman. Di 1ê Îlonê sala 1939 de Naziyan di bin fermandariya [[Adolf Hîtler]] de, bi dagirkirina Polonyayê [[Şerê Cîhanê yê Duyêm]] da destpêkirin.
Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan.
Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir, her wisa-jî di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, [[Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî]] ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke "[[Roja Aştiya Cîhanê]]" îlan kir. Û edî ev roj, ango 1ê Îlonê, li navênden cihanê yên curbecur bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin.