Gotûbêj:Helîse: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Cirano (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
:Kekê Gomada, gelek tevlîhevî hene, ji xwe me hêh nû destpê kir, em ê bi hev re baştir bikin. Xebata min kiriye wekî pêşniyarek e. Mêrdînî ji şorbeyê re dibêjin tirşik. Helbet ev nabe. Pirtûkeke Cemşîd Bender heye li ser kulîna kurdî, mixabin li ba min nîne. Min ji yekê xwest ku ji min re bişîne, ji Tirkiyeyê. Keko, rengdêr di çerxa deme de dibin nav. Cureyên tiştan wext tê dibin navê wê tiştê. Boreg tenê navê kilorek e, lê niha kurd jî êdî dibêjin boreg. Tirşik şorbeyeke tirş e, bûye nav. Chomsky bo derketine zaraveyan çi gotibû, bîne bîra xwe. Birayek ji gund diqete diçe ji xwe re mezreyekê ava dike. Bira hinekê vinek e, wext tê bandora vinektiya wî li axavtina zarokan jî dibe. Dê, dayê, yadê, etkê, anê hemî bo maderê ne. Roj tê êdî kes nabêje mader, mama. Serê te neêşînim. Em wisa bikin, berê materyalan berhev bikin, xebata xwe bikin. Paşê sererast bikin. Xwedê te bê tirşikê nehêle:) --[[Bikarhêner:Bablekan|Bablekan]] 20:10, 8 tîrmeh 2011 (UTC)
::Dem şad hevalê hêja, em her heftî tirşikê dixwin (: lê min ne bihîstî bû ku Mêrdînî ji şorbeyê re dibêjin '''Tirşik'''. Min li înternetê nêrî ez dibe qey tevlîheviya vî navî jî heye. Tirşika ku ez dibêjim , bi bacanên reş-sor , îsot, goşt , kartol û tiştên din tê çêkirin. Xwarineke tevlîhev e (: Lewma Tirkan ji me ev nav girtine û kirine '''Türlü'''. Lê dibe ku li hin herêman şorbeyeke bi vî navî hebe. Di vê navberê de bi xêra gotarên te, ez fêrî gelek tiştan bûm. Spas. Em jî ji bo hemû kiloran dibêjin borek. Divê ev were guhertin lê nizam çawa , Kurd zû bi zû serê xwe na guherin. Bimîne di xweşiyê de. —[[Bikahêner:Gomada|<span style="background:Yellow">'''''<span style="font-family:Verdana;color:#006400">Gom<span style="color:red">ada</span></span></span>''''']] 00:20, 09 tîrmeh 2011 (UTC)
 
Weke brayê Gomada jî gotiye,Li derdora Amedê jî ji bacanên şeliqandî(yên di tendûrê de bi şîşan hatiye braştin) re "Helîse" dihê gotin.--Cîrano 09:24, 9 tîrmeh 2011 (UTC)
Vegere rûpela "Helîse".