Terîqeta Sefewiye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Terîqeta Sefewiye''', ji aliyê Şêx [[Safiyedînê Erdebîlî]] li ser bingeha terîqeta [[Terîqeta Zahidiye|Zahidiye]] hatiye avakirin. Ev terîqet li [[Îran]]ê di navbera sedsalên çardeh û pazdehan de xwedî hêzeke bilind bû. Ji bo geşbûna dewleta [[Dewleta Sefewiyan|Sefewî]] vê terîqetê roleke girîng leyist. Erdebîlî li [[Erdebîl]]ê mezin bû ye. Piştî çûye [[Şîraz]] û [[Gîlan]]ê. Li Gîlanê bûye mirîdê [[Zahid Gîlanî]]. Piştî mirina Gîlanî, Erdebîlî bû rêberê terîqeta Zahidiye û piştî vê bûyerê terîqet bi navê Sefewiye hat binavkirin. Piştî mirina Şêx Erdebîlî (1334), kurê wî [[Sedredîn Mûsa]] bûye rêberê terîqetê. Di vê demê de hêza terîqetê bilindtir bûye. Tê gotin ku her sal padîşahên [[Împeratoriya Osmanî|Osmanî]] ji Şêx Mûsa re xelat dişandin.<ref>Walter HİNZ, Uzun Hasan Ve Şeyh Cüneyt, XV. Yüzyılda İran’ın Milli Bir Devlet Haline Yükselişi, TTK yay., s. 7</ref>
 
Piştî mirina Şêx Mûsa (13941392) [[Eledîn Elî]] dibe rêber û tê gotin ku di dema wî de bi alîkariya [[Tîmûrleng]] [[Êzîdî|Êzîdi]]yên [[Şam]]ê hatine qetilkirin û gelek bendeyên Tîmûrleng ji Anatolyayê anîn mîna mirîdan teslîmî Sefewiyan kiriye.<ref>Walter HİNZ, Uzun Hasan Ve Şeyh Cüneyt, XV. Yüzyılda İran’ın Milli Bir Devlet Haline Yükselişi, TTK yay., s. 9</ref> Piştre Şêx Cûneyd bû ye rêber. Di dema wî de gelek misilman bûne [[şîa]]. Wan mirovan komên sor dikirine serê xwe. Lewma ji wan re [[kumsor]] dihat gotin. Di vê demê de terîqet bûye xwediyê hêza leşkerî. Di dema [[Şêx Heydar]] de li dijî filehên [[Gurcistan]]ê cîhad tê îlankirin. Şah Îsmaîl neviyê Şêx Heydar e. Di dema Şah Îsmaîl de vê terîqetê rêberiya dewleta [[Dewleta Sefewiyan|Sefewî]] kiriye.
 
== Çavkanî ==