Heng (artêş): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Heng''', '''alay''' ji yekîneyeke leşkerî re tê gotin. Ji [[lîwa]]yê biçûktir, ji [[gurdan]]ê mezintir e. Fermandariya wê ji aliyê [[serheng]]ek (mîralay) ve tê kirin. 3-4 gurdan dibin hengek. Heng jî parçeyek ji lîwayan e.
 
Ji 1.300 - 3000 eskeran pêk tê. Di her cureyê [[artêş]]ê de heng hene. Di serdema navîn de di nava pevçûnên keyaniyên [[Ewropa]]yiyan de cure cure rêxistinîbûnên leşkerî derketiye holê. Yek ji wan jî heng e.
 
Di artêşên nûjen de yekîneyên herî biçûk jî dikarin gorî pêdiviyan hemî çekan bikarbînin. Di serdema me de wate û naveroka şer hatiye guhertin, bicihanîna armancan ji ser her tiştê re tê girtin. Ji bo serketinê îro pirranî şerên nûjen tên kirin.