Zahidê Gîlanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Sheikhzahed01.jpg|thumb|300px|Dergeha Zahid Gîlanî]]
 
'''Zahid Gîlanî''' an jî '''Şêx Brahîm Zahid Gîlanî''' (ZayînJidayîkbûn [[1216]] Mirin [[1301]] , Navê wî bi tevahî : '''Tajdîn Brahîmê kurê Rûşenê mîrê Kurdê Sincanî''') damezrînerê [[Terîqeta Zahidiye]] ye. Di sedsala 13'an de mirovekî olî yê sereke bû ku niha gora wî li [[Lahîcan]]a parêzgeha [[Gîlan]]ê ye û mîna ziyaretgehê ji aliyê mirovan ve tê ziyaretkirin û rêzeke mezin jê re tê girtin.
Kalikên wî di sedsala 11'an de ji sedema dagirkeriya [[Selçûqiyan]] ji Sincana [[Xoresan]]ê koçî Gîlanê kirine. Gîlanî ji sedemên olî di serdema [[Îlxanî]]yan de xwedî hêzeke mezin bû.
Gîlanî mamostetiya gelek mirovan kir. Yek ji wan [[Safiyedînê Erdebîlî]] ye ku navê împaratoriya [[Dewleta Sefewiyan|Sefewiyan]] ji navê wî tê. Gîlanî keça xwe [[Bîbî Fatime]] bi Erdebîlî re zewicandiye. Piştî Gîlanî terîqeta Zahidiye ji aliyê Safiyedînê Erdebîlî ve şîroveyên nû lê hatine zêdekirin û mîna [[Terîqeta Safewiye]] hatiye binavkirin. Piştî Erdebîlî terîqeta Safewiye xurttir bû ye û bi şêxîtiya kurê wî [[Sadredîn Mûsa]] domkiriye. Bi rêzê [[Eledîn Elî]], [[Şêx Brahîm]], [[Şêx Cûneyd]] û bavê [[Şah Îsmaîl]] [[Şêx Heydar]] rêbertiya terîqeta Sefewiye kirine. Bi rêya şagirtên Şêx Gilanî , terîqeta Zahidiye bandora xwe li gelek civakên welatên misilman kiriye. Li Tirkî terîqetên [[Bayramî]] û [[Celvetî]] li ser bingeha ramanên Şêx Gîlanî hatine sazkirin.
Rêz 15:
[[Kategorî:Terîqeta Sefewiye]]
[[Kategorî:Mirin 1301]]
[[Kategorî:ZayînJidayîkbûn 1216]]