Cudahiya di navbera guhertoyên "Behram (gerstêrk)" de

18 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 9 salan
B
Rêvîsyona 369615 yê 193.251.33.197 (guftûgo) şondakir
B (Rêvîsyona 369615 yê 193.251.33.197 (guftûgo) şondakir)
== Dîrok ==
 
Behrem [[Gerstêrk|gerstêreke]] ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û [[Yewnan]]iyên kevin bûbe sembola [[Xweda]]yê şer û cengê bi navê [[Nergal]] (Babîl)WC =WINNERû COCHONê[[Ares]] (Yewnan). Di [[Roma]]yê de navê [[Mars]] stand. Di sedsalên dawî de piştî [[Galileo Galilei]] sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.
 
Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û [[Hewa|bablîsokên]] tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin. Bablîsokên tozane bêhtirên caran di destpêka havînê de peyde dibin. Ji bilî van ewrên zer carinan ewrên spî jî tên dîtin. Ew jî yan ji ewrên bilind in, ên ji krîstalên qeşayê bi hev ketine û yan jî mija nizm e, nêzîkî rûyê gerstêrkê di ser berfê re ne.