Behram (gerstêrk): Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
B Rêvîsyona 369612 yê 193.251.33.197 (guftûgo) şondakir |
||
Rêz 35:
Behrem [[Gerstêrk|gerstêreke]] ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye . Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û [[Yewnan]]iyên kevin bûbe sembola [[Xweda]]yê şer û cengê bi navê [[Nergal]] (Babîl) û [[Ares]] (Yewnan). Di [[Roma]]yê de navê [[Mars]] stand. Di sedsalên dawî de piştî [[Galileo Galilei]] sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan.
Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û
Ne hemû rûyên Behramê çola hişk û hola ye. Li gelek cihan, nemaze nêzîkî nîvê başûr em dikarin cihên tarî bibînin, ên ku navên derya, cezîre, çem û yên din li wan hatine kirin. Li gor baweriya hin zanayan ew cih hewa ne û giha û şînî lê heye. Di [[Zivistan|zivistanê]] de ew cihên tarî gewr dibin, bê reng dibin û pir ji wan di wê saldemê de nayên dîtin. Lê ku bihar tê, berfa serê her du kumên polî dibişive, ji ava wan çem diherikin û ji nişka ve ew deqên tarî dîsa bel dibin û xuya dikin. Wekî ku şîn bibin. Di destpêka havînê de pir xweşik diyar dibin. Piştre dîsa gewr dibin ta ku zivistan tê careke din winda dibin.
|