'''DûtaxDutax''' (bi tirkî: ''Tutak'') yek ji navçeyên [[Agirî|Agiriyê]] ye. Li başûr-rojavayê Agiriyê dikeve. Rûber 1.562 km², bilindahî ji rûyê avê 1.565 m ye. Di qeydên dîrokî yên Osmaniyan de hin caran navê Dûtaxê wekî ''Dûrtax'', ''Entab'' jî derbas dibe. Axa herêmê pirranî çiyayî ye. Deşta DûtaxêDutaxê (Entabê) berbiçav e. [[Robara Miradê]] û şaxên wê [[Sêvik]], [[Dadikan]], [[Kêrsing]], [[Çemik]] di axa navçeyê de derbas dibin. [[Gola Zer]] ciheke xweşik ê herêmê ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye.