Nîkolay Basov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî)
B r2.7.1) (robot serzêde kirin: de:Nikolai Gennadijewitsch Bassow
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Basov.jpg|thumb|Nîkolay Gennadiyevîç Basov, 1964]]
 
'''Nîkolay Gennadiyevîç Basov''' ({{RuS|bi [[rûsî]]: Николай Геннадиевич Басов}}, wiss. Transliteration ''{{lang|ru-Latn|Nikolaj Gennadjevič Basov}}''); * [[14'ê berfanbarê]] [[1922]] li [[Ûzman|Uzman]]; † [[1'ê tîrmehê]] [[2001]] li [[Moskow]]) fîzîknasekî navdar ê [[Rûs]] bû. Sala [[1964]] [[Xelata Nobel a fîzîkê]] wergirt.
 
== Jiyan ==
Basov di malbateke akademîker de mezin bûye. Bi derketina şerê cîhanê yê II. re diçe akademiya leşkeriyê, li wir sala [[1943]] dibe serbazê tenduristiyê. Dûv re wekî alîkarê bijîşkiyê tevlî şerê parastina [[Rûsya]]yê dibe.
 
Sala [[1946]]ê dest bi perwerdeya [[fîzîk]]ê dike li [[Moskow]]. Sala [[1950]] bidawî dike. Li înstîtûta Lebedev bi tevî [[Mîxaîl Leontovîç]] û [[Aleksander Proxorov]] dest bi lêkolînan dike.
 
1958 heya 1972 cihgirê serokê heman înstîtutê, ji 1973 heya 1988 jî gerînde ye.
 
Ew redaktoriya giştî ya kovara ''Kvantovaya Elektronîka'' („Elektronîka qûantan“) dike, herwiha ya ''Soviet Journal of Laser Research''jî. Ew dixwaze zanist û hezkirina zanistiyê belav bibe, fêhmkirina wê hêsantir bibe û xelk jî tevlî bibe.
 
Ji sala 1967 ve gerindetiya weşana kovara ''Prîroda'' („Xweza“), ji sala 1978 ve serokatiya civaka [[Snaî]] dike
 
Sala 1950 marî dibe (dizewice) û du lawên wî dibin.
 
== Xebat û girîngî ==
1964 bi tevî [[Charles Hard. Townes]] û Proxorov bi Xelata Nobelê tê xelatkirin. Lewra wî lêkolînên girîng di warê elektronîka qûantan de kiribû.
 
== Xelat û paye ==
* 1959 [[Xelata Lenîn]] bi tevî Aleksander Proxorov
 
* 1964 [[Xelata Nobel a fîzîkê]]
* 1969 û 1982 [[Lehengê xebata sosyalîst]]
* 1977 [[Volta-Pokal]] a civaka fîzîkhezên îtalî
* 1989 [[Xelata dewletê ya YKSS]]
* 1989 [[Lomonosov-Zêrpokal]] a akademiya zanistiyê ya Rûs
* Pênc car tê xelatkirin bi [[Nîşana Lenîn]]
 
== Çavkanî ==