'''AbiWord''' bernameyeke nivîsandinê ye. Fonksyionên wê ji [[Wordpad]]ê firehtir e, lê ji [[OpenOffice.org]] an [[Microsoft Word]]ê kêmtir e.
AbiWord [[nivîsbariya azad]] e û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Kurdî jî di nav van zimanan de ye. Wergera kurdî ji aliyê [[Koma PCKurd]] ve hate pêkanîn.
Piştî guhertoya (versiyon) 2.2.8 AbiWord [[Ispell|kontrola rastnivîsa kurdî]] jî pêk tîne.
==Ji Bo Rojname, Kovar, Tv û Radyoyên Kurdî==
Ev bername dê karê rojname, kovar, tv û radyoyên kurdî hêsantir bike. Lewre ew dê nûçeyên xwe zûtir binivîsin û ji ber redaksiyon (rastnivîs) a otomatik (jixweber) dê demeke zêde li ser komputerê winda nekin û bikaribin nûçeyên xwe bi kurdiyeke serast bidin.
==Ji Bo Weşanxaneyan==
Weşanxane dê redaksiyona pirtûkên xwe di demeke kurt de û bi awayê herî nêzîkî rastiyê biqedînin. Piştî ku gotinên çewt di pirtûkê de neman, dê bi tenê ji bo serastkirina hevokan pirtûka xwe bixwînin û dê gotinên ji ber kumik, tîp, an jî nîşanekekê çewt tên çapkirin êdî nemînin.
==Girêdanên derve==
*[http://www.abisource.com Malpera AbiWord]
*[http://www.pc.ozgurbelediyecilik.com/modules.php?name=Forums&file=viewforum&f=6&sid=3078edf2301932364e1e9bc658bb6b60 Foruma AbiWord a kurdî]