Pepûk: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Cûreyekî firindeyan(çûkan)
Content deleted Content added
Cirano (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:01, 28 nîsan 2011

Pepûk (Cuculus canorus,Çûkekî li Kurdîstanê bi çîroka xwe navdar e.

Pepûk

Li çolan, daristanan û li zilên nêzî çiravan dijî.bi kêzik û maşotan xwe xwedî dike.Car carinan maran,mişkan û marmarok û gumgumokan jî dixwun.

Ew bixwe hêlînê çênake.Hêkên xwe bi granî datîne hêlînên fîkarên biçûk yên wek bilbil û çûkên zilek.Ev çûk,wek hêka xwe li hêka pepûkê dinerin û çêçika ji hêkê derdikeve jî wek çêçika xwe xwedî dikin.Karê pepûkû di vir de tenê car carinan xewlekirina hêlînê û hêkê ye.

Çîroka pepûkê

Hebû tunebû, pir zeman berê, kes nizane li ku derê xwiºk û birayek hebûne. Diya wan dimire, ew sêwî dimînin. Bavê wan dizewice. Ew berê kêf dikin, dibêjin: Êdî dayîkeke me jî heye! Lê dêmariya wan keseke pir dilxirç û dilreº bûye. Ji zarokan heznekiriye. Xwestiye serê zarokan wenda bike.

Dêmarî rojeke biharê binê tûr qul dike, dide piºta kurik û wan diºîne kerengan. Keçik û kurik kerengan berhev dikin, tûr tijî dikin. Keçik tûr dide piºta birayê xwe. Kereng di rê de, di cihê qulkirî re tev dikevin. Dema ew nêzîkê gund dibin, keçik dibîne ku di tûr de kereng nemane. Ew ji birayê xwe re dibêje: - Te hemû kereng xwarine, di tûr de hebek nehiºtiye. Wê dêmariya me me bikuje. Lawik berê matmayî li tûr dinêre. Dû re dibêje: - Na min kereng nexwarine! Li ser vê mijarê kurik û keçik pevdiçinin. Di dawiyê de keçik diqehire û xilçê kerengan li serê birayê xwe dixe. Birayê wê, li wê derê dikeve û ew dimire. Keçik berê ji tirsan nizane çi bike. Rûdine û digîrî. Paºê birayê xwe dike mezel. Lê newêre biçe malê. Li ser kevirekî rûdine û bi dengê bilind digîrî. Dibêje: - Pepûk ev çi bû, min kir. Min kuşt, min kuşt, min hilanî! Ez çi xweliyê li serê xwe bikim? Ez bi ku ve biçim? Ji Xwedê re dua dike ku xwedê wê ji vê karesetê rizgar bike. Li gor çîrokê Xwedê wê dike çûçik. Navê wê jî dike pepûk. Ew roj e, ev roj e. Pepûk heroj ji bo birayê xwe digîrî û dibêje: - Pepûk! Kê kuºt, min kuºt, kê ºûºt min ºûºt. Pû pû pû pû pepûk pepûk! Lema gava jinên kurdan jî digîrîn û hawar dikin, dibêjin: Pepûk!... Wî li min, li min!.. Pepûk!... Pepûk!...

Ji http://www.dengemamoste.com/dosya/Pepuk.pdf hatiye girtin