Kamiran Alî Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Asd (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina Asd hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya RewşenBaran
Rêz 1:
[[Image:Birayenbedirxan.jpg|right|thumb|Kamûran, Sureyya û Celadet Bedir Xan]]
'''Kamûran Bedir Xan''' birayê [[Celadet Alî Bedirxan|Celadet]] û [[Sureya Bedirxan|Sureyya]] bû. Di [[21ê tebax]]a [[1895]]an de li [[Stenbol]]ê hatiye dinyayê. Wî li [[Almanya]]yê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li [[Bêyrûd]]ê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara [[Hawar]]ê de hatine weşandin, wî di sala [[1943]]an de li [[Bêyrûd]]ê rojnameyên [[Roja Nû]] û Stêr derxistin.
 
'''Kamran Bedir-Xan''' di sala [[1947]]an de çû [[Fransa]]yê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li '''Unîversîteya Parîsê''' dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.
 
Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.
 
'''Kamran Bedir-Xanê''' ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.
 
== Berhem ==
*Langue kurde, Paris, 1953
*[[Rêzimana Zimanê Kurdî (pirtûk)|Rêzimana Zimanê Kurdî]], Paris, 1971
*Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986
*[[Zimanê Kurd (pirtûk)|Zimanê Kurd]] / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)
*Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)
*[[Kolay Kürtçe]] - Pîrtûka ders, [[Weşanên Doz]]
 
[[Category:Zimannas]]
[[Kategorî:Bedirxan]]
[[Kategorî:Nivîskar]]