Helbestvan [[Ehmed Qerenî]] di sala [[1955]]-an de, Li bajêrê Akrêyê ji diya xwe bûye. Li wê xwendiye û paşî bûye mamoste. Em nizanîn kengî dest bi nivîsîna helbestan kiriye, lê wek ez agehdar im, ew piştî sala 1974-an hate qada edebiyatê. Helbestên xwe di rojname û kovarên kurdî de belav kirîne. Endamê [[Yekîtiya Nivîskarên Kurd]] bû li Kurdistana Îraqê. Herwesa di nav rêzên şoreşa kurdî de, me Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ava kiribû. Ew jî di sala 1983-an de hate cem me û bû endamê wê û her ji hîngê were pêşmerge ye...
Gotar û vekolînên edebî jî nivîsîne û heta niha pênc dîwanên
helbestan çap kirîne:
*[[Cokek ji Rûbarê Evîna Min]], 1978.
*[[Man]], 1982
*[[Tulîta]], 1986.
*[[Şoreşa Evînê, Maka Evîniya Şoreşan]], 1989.
* [[Bêdengiya Xalên Sor]], 1990.
* [[Kanî]], Folklor, 1984.
*[[Şoreşên bêdeng yên edebî û peresendina îdeolojiya kurdî]], vekolîn, 1990.