Anthony Quinn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Asd (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Quinn.jpg|right|framed|Anthony Quinn]]
'''Anthony Quinn''' şanogerekî bi nav û deng e.
 
Ew bi di 21 Nîsanê sala 1915 li bajarê Chihuahua li [[Meksîka]] hatiye dinyayê. 4 xwişk û 8 birayên wî hebûn. Diya wî Meksîkî û bavê wî jî Irlandî bû.
 
Anthony Quinn bi malbata xwe re pêşiyê li Amerîka li bajarê El Paso ku girêdayî eyaleta Texasê ye bi cih bû, piştre çûne Los Angelesê, li wê derê derbasî dibistaneke dramayê bû û ji wir dest bi meşa hunerî kir. Ji ber ku ew ji malbateke xizan bû, pereyên mektebê ji paqijkirina camên erebe û malan derdixist.
 
Sala 1952 ji ber rola xwe ya di fîlma Viva Zapata, ku şoreşa Meksîka tîne ziman û di wê fîlmê de rola birayê rêberê Meksîkî [[Emiliano Zapata]] dilîst, xelata Oskarê qezenc kir.
 
Sala 1956 jî dîsa ji ber rola xwe ya di fîlma Lust for Life (Însanên Nemir) ku tê de rola resamê fransî [[Paul Gauguin]] dilîze, xelata Oskarê bi dest xwe ve tîne.
Her wiha rola wî ya di fîlma Zorba de tu caran ji bîr nabe.
Anthony Quinn di 60 salên xwe yên aktoriyê de di zêdetirî 100 fîlmên sînemayê rolên sereke lîstin.
 
Jiyana Anthony Quinn ji macerayên aşqê dagirtîne.
 
Ew bi 6 jinan re zewicî bû û bavê 13 zarokan bû.
 
Ew roja 04.06.2001 saat li 9:30 (li gor dema herêmî) li nexweşxaneya Brigham and Women's ya Amerîkî çû ser dilovaniya xwe.
 
Çavkanî: Malpera Avesta/Hejmar 12-Tîrmeh 2001
[[category:şanoger|Quinn, Anthony]]