Riha: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Asd (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:ruha.jpg|right|Riha]]
'''Riha''' (Urfa) bajarekî bakurê Kurdistanê ye.
 
== Ciyê cografî û sînorên bajêr ==
 
Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur bi [[Semsûr]] û [[Diyarbekir]]ê ve, li rojava bi [[Dîlok]] ve, li başûr bi [[Sûrî]] ve û li rojhilat jî bi [[Mêrdîn|Mêrdînê]] ve tê girêdan.
 
== Taybetiyên erdê bajêr: ==
 
Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.
 
=== Îklîm (Rêba): ===
 
Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.
 
== Nifûs (1997) û navçeyên bajêr ==
 
*Navend 535412,
*[[Tilebyad]] (Aqçaqale) 62454,
*[[Birecûk]] 72026,
*[[Hewenge]] (Bozova) 70019,
*[[Serêkanî]] (Ceylanpinar) 50447,
*[[Xelfetî]] 35500,
*[[Xarran]] 40664,
*[[Curnê reş]] (Hîlvan) 33467,
*[[Sêwrek]] (Siverek) 146619,
*[[Sirûc]] 93006,
*[[Wêranşar]] 163975
Tevahiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 1303589 e
 
== Çiyayên herêmê ==
 
Kismek ji çiyayê [[Qerejdax]]ê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Çiyayên [[Takurtukir]] (1222 m), [[Tektek]] (801 m), [[Nemrûd]] (800m) û [[Arat]] (771 m)
 
== Deşt, zozan û gelî ==
 
Deşta [[Xaran]]ê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye.
 
Deşta [[Wêranşar]]ê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.
 
Deşta [[Sirûc]]ê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.
 
Deşta [[Hîlwan]]ê li rojavayê Qerejdax e.
 
== Çem û Gol ==
 
[[Çemê Feradê]]; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Riha yê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr shaxên Feradê ne û li herêmê diherikin.
 
[[Gola Halîl ul Rehman]] ; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Halîl ul Rehman e. Mehsî yên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayin girtin.
 
Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.
 
Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.
 
Gola [[Bendava Ataturk]];
 
== Serwetên bin erdê ==
 
Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.
 
== Babetên heywanan ==
 
li herêmê heywanên kovî wek kelaynak (teyrên sergurî), kew û kewroshk, xezal û ruvî peyde dibin. Li golên herêmê mehsî jî henê.
 
== Dîn (ol) û civak ==
 
Bajarê Riha yê wek " Bajarê [[Pêxamber]]an" tê naskirin. Li gor rîvayetê gava [[Adem]] û [[Hewa]] ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. [[Îbrahîm]] pêxember, [[Eyûb]] pêxember û [[Îsa]] pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê muslumantî ji elevî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin.
 
== Xwarinên herêmê ==
 
Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in
 
== Kincên herêmê ==
 
Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.
 
Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.
 
== Nav û kronolojiya bajêr ==
 
Navê bajar yê kevn "Edesa" ye. Ev nav ji dema Mekodoniyan maye. Navek din jî bi zimanê suryaniyan " orihaî" û bi erebî jî (vurihaî (ava pir) ) bû. Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin.
 
Berî Îsa(zayîn)
*2000 - 1300 dema Mîtanî û hûriyan
*100 - 612 dema Asûriyan
*612 - 550 dema Medan
*550 - 332 dema Persan
*332 - 313 dema Mekodoniyan
*132 hukumdariya Osroene
 
Pishtî Îsa (zayîn)
*117 - 395 dema Romayiyan
*395 dema Bîzansiyan
*639 dema Ereban
*1071 dema Selçûkiyan
*1514 dema Osmaniyan
Eyûbian jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.
 
== Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê ==
 
Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend e. Kela bajar li merkezê ye. Mizgeft û gola Halil ul rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e.
 
== Navdarên bajêr ==
 
[[Şivan Perwer]], [[Gulîstan Perwer]], [[Abdullah Ocalan]]
 
== Girêdan ==
* [http://www.turkudostlari.net/search.asp?b=9623&x=2 Urfa, Turkish Folk Music]
 
{{bajar_kurd}}
{{bajarên Tirkiyê}}
[[Category:Bajar]]
[[id:Şanlıurfa]]
[[de:Şanlıurfa]]
[[en:Sanli Urfa]]
[[fr:Şanlıurfa]]
[[tr:Şanlıurfa]]
[[it:Edessa (Mesopotamia)]]