Felsefe: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
+wêne
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[File:Arabic aristotle cropped.jpg|thumb|250px|Feylesof]]
'''Felsefe''' an '''fîlozofî''' an jî '''retkokîretkok''', wekî [[zanist]]eke bingehîn a zanîna civak û xwezayê û zagonên hişmendiyê yên bingehîn û jêderka zanistê, tê zanîn. Di kurdî de "hiziratî" ye. Mirov bi saya zanistê dibe xwedî hiş, feraset û ramaneke gerdûnî. Pêkhatina ramanê bêyî zanînê, ya zanînê jî bêyî felsefeyê ne pêkan e. Bi awayekî din, mirov dikare bibêje felsefe, çavkaniya hemû beşên zanîn û zanyariyê ye. Ango felsefe, zanista zaninê bi xwe ye.
 
Koka felsefeyê, ji peyva hevedudanî ya ku ji ''philia'', anku “hez”, hezkirin” û ''sophia'', anku “pirzan”, “zanatî” pêk hatiye û li “philosophia” ango felsefeyê dageriyaye. Îcar ji kesê ku bi kurahî li ser felsefeyê hûr dibe re jî philosophos “feylesof” tê gotin. 'Philosophos' (feylesof), tê wateya kesê/a ku li ser bastûra heyberan lêkolîn û dahûrandinê dike. Li gora çavkaniyên dîrokî, kesê ku cara yekem ev gotin bikaranî ye feylesofê navdar [[Herakleîdes]] e.