Felsefe: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
çend sererastkirinên biçûk |
||
Rêz 15:
Felsefe, teşegirtina hişmendiyên civakî ye. Ji zanîna hilberiyê bigir heta ya aboriyê, ji zanîna dîrokê bigir heta ya çand û civaknasiyê; ji zanîna perwerdehiyê bigir heta ya çand û wêjeyê... hemû şaxên zanînê û nêzîkdayinên zanistî li ser hîmê felsefeyê têne rûnandin û bicihkirin. Wekî din jî felsefeya zanistî, peresîna zagonên civakî û civaknasiya zanistî yên giştî derdixe holê. Bi rastî, civaknasiyê zanistî li ser hîmê felsefeya zanistî tê damezrandin. Belê ligel van hemûyan felsefe jî li gora hêz û pêwendiyên hilberiyê dirûv û teşe digire.
Ferhengnasên felsefeyê yên navdar P. Yudîn û M. Rosenthal girîngiya felsefeyê nîşan didin û wisa dibêjin: “Felsefe, navgîniyeke hêzdar ya zanîn, livbatî û çalakiyên mirov e. Felsefe, pêkereke çalak a ku her gav zandarî û kardariyê pêş ve dibe ye. Bi feraseteke felsefeyeke wisa re, beşên felefeyê; ango derûnnasî (psîkolojî), civaknasî (sosyolojî), sinc û gewzîn her diçin li zanînên xweser ên ku wekî kevneşopiyên felsefeyê tên zanîn, dadigerin. Rast e. Wekî berê jî hate diyarkirin ; hemû beşên zanînê xwe dispêrin felsefeyê. Lewre armanca hemû beşên zanîn û zanyariyê, dîtina pêwendiya navbera tişte û kirdeyê ye. Hin zanîn an jî zanyariya tişteyê wekî bingeh, hin jê jî kirdeyê wekî bingeh dipejirînin. Jixwe gengeşiya gelemşeya navbera hemû zanînan jî ji vir dest pê dike. Wekî ku tê zanîn, jêderka hemû zanînan felesfe ye û felsefe jî bi gelek cûre, çêşn û xalên girîn ji hev û din vediqete. Belê du herikînên felesefeyê yên bingehîn hene: Yek, [[Felsefeya mengîwer]] ([[îdealîst]]) du; [[Felsefeya pêzewar]] ([[materyalîst]]). Felsefeya mengîwer, ramanê (îdeyê) û ya pêzewar jî daringê wekî diyarker dibîne. Ji roja ku felsefeyê dest pê kiriye û heta îro, gengeşiya navbera herdu ferasetên felsefî bi hemû dijwariya xwe didome û dê bidome jî. Ji do heta îro, pêrêzkarên herdu ferasetên felsefeyê, yek jê [[Hegel]], yê din jî [[Engels]] e. Hegel li gor demê ramanê, û Engels jî daringê wekî bingeh dibîne. Gengeşî jî bi gelemperî li ser van herdu hîman didome. Engels dibêje
Îcar, şirovekirina xwezayê, baweriyên olî, raman, nêzîkayîtêdan û têkilîdanînên civakî û mirovî hemû, an li ser hîmê felsefeya mengîwer an jî li ser hîmê felsefeya pêzewar bilind dibin. Çavkaniya civakên çînî, mêtingerî, kedxwarî, şer û pevçûna navbera mirovan, pirsgirêkên herêmî û gerdûnî hemû hêza hilberînê ya ku felsefe bixwe jî afirandiye, ye. Her çend ku herdu ferasetên felesefeyê ji hev û din wekî cihê bêne xuyakirin jî dîsa dozîneya teşeyên aborî yên civakî, dozîneya herdu felsefeyan ya hevpar nîşan dide.
Rêz 23:
Felsefe, xweyîkirina ramanê ye. Hilberandina ramanê, taybetmendiyeke xwezayî ya di ku hişê mirov de bi cî bûye û mirov ji lawirên hov û har vediqetîne, ye. Wekî din jî felsefe, rêzkariya vegotin û daxwaza bikaranîna behreyên ramana takekes; a ragîhîna rasterê ya rasteqîniyê ye jî. Ango raman û ferseta felsefeyî û zanistî, tu car di bin çewsînerî û serdesthilatiyan de namîne. Mirovê/a ku bi felsefeyê mijûl dibe dikare her gav li hemberî bûyeran, mantiqa xwe bi serbestî bide xebitandin û azadane birame û tevbigere. Ji bo ku mirov dikaribe wekî kesekî/e azad bifikire an bijî, divê ku di bin bandora tu hêz û desthilatdariyan de nemîne û hêza xwe ya ramanî bi serbestî bikar bîne. Bi vê wateyê jî mirov dikare bibêje felsefe, mirov digihîne radeyeke azad û serbixwe û wî/ê li hêzdariyeke bêpayan dadigerîne. Rê li ber peresîna behreyên mirov vedike û bi navê mirovahiyê wî/ê bi nirx û hêjahiyên zexm dixemilîne. Felsefe, hemû behreyên mirov ên beşenî û bîrayî, di bin roniya hewn û zanistê de bêserûbin diperisîne û dikemilîne. Ji bo ku mirov bikaribe li hember zext û astengiyên ku li hember mirovahiyê hatine danîn, şer bike an jî wan têk bibe, divê pêşî mirov bikaribe ji felsefeya zanistî û diyalektîk sûdê werbigire. Lewre felsefe, rêya merc û derfetan û her wisa fersenda têkoşîn û hêzdariyê jî bi ber mirov dixe.
Derbarê felsefeyê û her wiha derbarê kesên ku bi felsefeyê eleqedar dibin, gelek tişt hatine/têne gotin. Di nava gel û civakên xeşîm de angaştên derî zanistê têne kirin Heta behsa pêşgeriyeke wisa kenoyî tê kirin, qaşo; “Ên ku felsefeyê dîxwînin û bi felsefeyê mijûl dibin, an dîn dibin an jî dev ji dîn ([[ol]]) berdidin.” {{fact}} Ev,
Felsefe, jêderk û çavkaniya zanîstê ye. Zanist, li ser hîmê şik û gûmanan hatiye damezrandin. Kesê/a ku nikaribe bikeve nava fikar û gûmanan, nikare bi zanînê mijûl bibe, rastiyê niqaş bike û rasteqîniyê binase. Felsefe, mirov ber bi zanîn û zanistiyê ve dihefîne. Kesên ku bi felsefeyê mijûl dibin, nêrîn û nêzîkdayinên wan rexneyî ne û dikarin bi zanistî tevbigerin. Kesên ku ji felsefeyê sûd werdigirin, dikarin bi çavekî rexneyî li cîhanê binerin û bi heman awayî dikarin bûyer û lêqewmînên dîrokî û rojane rexne bikin.
|