Şêx Ebdurehîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Şêx_Evdirrehîm_Dêrsim.png‎‎|thumb|right|Julian Assange]]
 
 
'''Şêx Evdirrehîm''' (1897-1937). Li gundê [[Qolhîsar]]ê yê bi [[Xinûs]]a [[Erzirom]]ê ve giradayî hatiye dinyayê. Lawê Şêx [[Mehmûd Fewzî]] û birayê [[Şêx Seîd]] ê biçûk e. Dema [[Şerê Cîhanê yê yekem]] dest pê kir bi malbatî koçî navçeya [[Amed]]ê ya bi navê [[Pîran]]ê kirin. Perwerdehiya xwe li [[Qolhîsar]]ê dest pê kiriye û li medreseyên curbicur domandiye. Di nav tevgera azadiyê de cih digire. Serhildana Kurdan ya 1925an li cihê ku ew lê îqamet dike Pîranê rûdide. Ji destpêka şer hetanî dawiya şer Şêx Evdirrehîm di navê de cih digire. Ji ber wêrekî û mêrxasiya wî leqeba wî wekî “Dudilî” tête zanîn. Piştî têkçûna serhildanê xwe davêje binxetê ku wê demê di bin mêtingeriya Fransiyan de bû. Hetanî sala 1937an ku komkujiyên li [[Dêrsim]]î rûdidin û dewlet bi ser Dêrsimiyan ve diçe Şêx Evdirrehîm xweranagire û berê xwe dide serhedê. Di vegerê de, ew û çend hevalên xwe rêya wan bi [[Farqîn]]ê dikeve. Hevalekî wan diçe nav xelkî ku xwarinê ji wan re bîne, lê xelkê herêmê giliyê wan dikin. Dewlet tê û her derê wan dorpêç dike. Dinêrin ku çare nîne xwe di nav simbilên geniman de vedişêrin, lê leşker agir berdidin zeviyê û li wir şehîd dikin.